Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Perspektîfa Rêber APO

Ji pirtûka “Di Sosyalîzmê de îsrar, di însanbûnê de îsrar e”:

Edîtor: Nucan Serdoz
06/02/2024 - 1:34
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 10 mins read
A A
Perspektîfê Rêber APO
ParvekeTweet

“Sosyalîzm ne pirsgirêka hejmarî ye. Ji ber ku ji sêya yekê cîhanê yan jî ji şeşan yekê cîhanê sosyalîste, em ê xwe nexapînin. Di rastiyê de sosyalîzm wesf e, pirsgirêkek mirov xwe bi civakî kirinê ye. Bila deh mirov xwe bikin sosyalîstên baş, dibe ku ji şeşan yekê cîhanê zêdetir wê cîhanek sosyalîst derbikeve holê. Lewra mirov nikare sosyalîzmê bi têgehek erdnîgarî şîrove bike. Heta nêrînên weke; “Evqas mirov di bin
bandora sosyalîzmê de ne” kirin jî, serkeftina sosyalîzmê nade diyarkirin. Serkeftina sosyalîzmê bi mirovê pêkhatî re tê diyarkirin. Ev jî ne hejmarî ye, pirsgirêka wesfê ye. Navendek ji deh kesan pêk tê yên pir baş nûnertiya sosyalîzmê dikin, ji deh milyon sosyalîstên gêjbûyî, yan jî ji hemû mirovên di bin bandora kapîtalîzmê de zêdetir bihêzin. Ger di nava her netewê de navendek wisa bê sazûmankirin, ev ji şeşan yekê cîhanê ku sosyalîstin baştire û hêjatire. Ev hem gengaze, hem jî ya raste. Pêdivî bi têgehên wisa heye. Ango ya hewce bê kirin li her derê mirovê sosyalîst, bê cihetiya netew, derxistina holê ye. Pergala sosyalîst a bilind an jî li ser vî bingehî ger raveyên weke li ser gelan serwer, çarenûsa gelan areste dikin, mirovê wesifdar bi hevsengî, rastî jî bi baldariya bîrdozî ve bê pêşxistin û ev di asta nav-netewî de weke bombeya atomê li hember xeteriyên mezin ên ku kapîtalîzm li ser mirovahiyê ferz dike bi sazî bike, pişgiriya partiyên ku polîtîk bûne û enternasyonalîst pêş bixin, ji  rastiya weke beriya niha di sosyalîzma pêkhatî de çêbûyî, gotinên nepixandî yên weke; “Me evqas rizgar kir, em evqas din jî beşdar dikin” hêjatire. Elbet ev nayê wê wateyê dibe ku sosyalîzm li her cihî xurt be. Lê ya herî xeter li cihekê sosyalîzm
xurt be û li cihekê jî sosyalîzm qet nebê, ev jî jirêderketinê rave dike, bi temamî nabe sosyalîzm. Ango sosyalîzm bîrdoziyek
wisa ye, dema te ji rewşek weke ji aliyekê ve sosyalîzma gelemperî, ji aliyê din ve jî bi gelemperî ji faşîzmê re rê vekir, dê
tu bi destê xwe wê vale derbixî. Ev ji bo partiyekê jî derbasdare. Beşek pir sosyalîst, beşek jî pir gundi be, tê wê wateyê te ew
partî qedandiye. Ango di cewhera sosyalîzmê de pêşxistinek hevsengî heye. Dema mirov li sosyalîstiya min jî dinêre, wê bê dîtin ji bo di
nava partiyê de partiyek sosyalîst ava bikim şerek çiqas mezin dimeşînim. Ji bo li Kurdistanê di pêşengiya PKK’ê de rê ji pêşketinek sosyalîst re vekim, çiqasî di yek mêzînê de bi xwe re pêş dixim. Rastiya sosyalîzmê wisa ye. (…) Jixwe her kes dipirse; “Sosyalîzma kevin rûxiya, Stalînîzm rûxiya, lê tu çawa weke sosyalîstê dawî li ser piyan mayî?” Ya rastî fêm nakin em sosyalîstek çawa ne. Em sosyalîstên pêkhatî,
sosyalîstên birokratîk, sosyalîstên feodal, sosyalîstên burjuvaziya biçûk qet nas nakin an jî çi nêz û çi jî dûr ti eleqeya me bi wan re
nîne. Berovajî em di nava PKK’ê de, bi wan re têkoşînek pir dijwar dimeşînin. (…) Di encamê de ya pêk hatî, sosyalîzma
PKK’ê ye. Jixwe ev jî hêj dijî. (…) Ez jî mirovekim, lê mirovek çawa? Mirovek girêdana xwe bi bîrdozî, girêdana xwe bi polîtîkaya pratîkî ve, girêdana xwe ya têkoşîna bi kapîtalîzmê re, girêdana xwe bi mezinkirina mirovên bindest ve, ango bi qasî hûn dikarin bihizirin, mirovek gelek girêdanên xwe heyî me. Di encamê de sosyalîzma ku pêk tê dahûrandin di şênberiya PKK’ê de, di nava rastiya gelê Kurd de, her ku diçe pêşketinek di herêmê de bibandor dibe û di qada nav-netewî de jî deng vedide. (…)
Em ne weke berê ji ber sosyalîzma hatî damezirandin ji hiş çûbûn, ne jî dema hilweşiya kêfxweşiya me têk çû. Berovajî, em
hîn baştir û watedar bi ser rêya xwe de çûn. Me her tim hem bawer kir nirxek pir bilind a dahûrînên me heye û hîn baştir pêkhatina vê jî sosyalîzma ku hewce ye, hem zanî û hem jî di vir de israr kir. Di encamê de çepgiriya sexte an jî birokratîk, çepgiriya sosyalîzma pêkhatî jî hatin derbaskirin û carek din nekarîn xwe kom bikin. Lê me her roj pêşketin li ser pêşketinê saz kir. Ger em bi vê lezê biçin, bi rastî jî pênc-deh sosyalîstên xurt, şêwaza me ya rêbertiyê esas bigirin, ne faşîzma Tirk dimîne, ne jî paşverûtiya Rojhilata Navîn dimîne. Heta ger sosyalîstên hîn bi îdîa derbikevin, heman şêwaz û tempoyê ew jî li gorî demê û cîh pêk bînin, bi şêwaza têkoşînek guncav ve bimeşînin, dê ev jî bibe enternasyonalîstiyek mezin. Em heta dawî hewce dibînin ku dilnizm bin. Lê ger hinek jî bizanin bi vê şêweya pêk hatî ve girêdayî bimînin, negengaze ku nirxa wê ya enternasyonalî neyê hizirîn. Asta ku me di şênberiya Kurdistanê de pêk anî, pir rehet dikare derbasî pêkhatina qada Rojhilata Navîn bibe. Jixwe hema yekser dikare derbasî qada Tirkiyê bibe. Di encamê de ev jî hejandina qada nav-netewî ye. Dikare ji ezmûna Bolşevîk zêdetir, di dîrokê de cihê xwe bigire. Lê belê em niha bi astek netewî, heta nava partiya xwe ve mijûl
dibin. Dev ji nava netewên din berdin, heta asta polîtîk ên cuda yên Kurdistanê berdin, em bi pêkanîna asta xwe ya hundurîn ve mijûl dibin û ya rastî jî wisa ye. Heta ez di nava PKK’ê de yek bi yek kes ve mijûl bûm, bi xwe re mijûl bûm û bi milîtan ve mijûl
bûm. Jixwe ev ya herî rast û encamgir bû. Dahûrandinên me heta dawî di asta kesayet de ne. Hema hema hemû ziraviyên kes hatine destgirtin. Derket holê ku ev şêwazek raste. Jixwe sosyalîzm bîrdoziya herî zêde bi mirovan re eleqedar dibe, dûrî dogmayane û derfet ava dike ku mirov ji her alî ve bê dîtin. Me jî wisa wate da vê û pêk anî. Di encamê de me ji mirovê ku bûye girêka kor û gihaye asta heywanbûnê, di nava PKK’ê de her ku çû xwe gihandina asta mirovek ku bilind dibe û qabîliyeta çareseriyê pêş dixe pêk anî. Di nava PKK’ê de her ku xwe gihandina vî mirovî pêk hat, xwe gihandina asta netewî, gihandina asta çalekî û derbaskirina şerê taybet ê faşîzane yê herî xedar pêk hat. Ev jî pêşketinek pir mezine. Ev hatiye selmandin. Nirxa mezin a asta nav-netewîbûna wê jî ji vir tê. Ji ber ku li pişt şerê taybet ê Tirk a tê ferzkirin paşverûtiya Ewrûpa, Emerîka û Rojhilata Navîn heye û ew jî kêlî bi kêlî li benda serkeftina vî şerê qirêş bûn. Lewra şerê ku me di nava PKK’ê de meşandî, şerek mezin a enternasyonalîste. Aliyê wê hem netewî, hem jî enternasyonalî heye. Aliyê wê yê netewî li
dijî helwesta mêtîngerî ya îmhakirina netewî ye, aliyê wê yê enternasyonal jî li dijî her cure hêzên şerê taybet ê faşîzan xwedî dikine. Elbet ev jî nirxek mezin a enternasyonalîste. Di nava me de mirov di heman demê de hilberînê pêk tîne. (…) Her qonaxek bi rasteqînî nirxandin, destnîşankirina peywiran, li gorî wê mirovên me perwerdekirin, mezinkirin û dana şerkirin di meriyetê de ye. Encam jî, rêxistinek ku bi bin nakeve yan jî weke partî domandina pêşketina xwe ye. Di nava wê de feraseta milîtanê rast û feraseta rêbertiya rast heye. Ev jî her ku diçe ber bi ferasetek fermandariyek rast û ferasetek leşkertiya rast ve dibe. Ger ev nêzîkbûn ji her alî ve bi kûranî bê domandin, dê rê ji artêşek pir mezin re jî veke. Artêşek gel a mezin ku li Kurdistanê pêş bikeve, artêşek gel a ku Rojhilata Navîn bihejînê ye. Wê ev artêş demokrasî, sosyalîzm û di encamê de enternasyonalîzmê bîne. (…) Hemû kapîtalîst tevî hemû hewldanên xwe nekarîn pêşketina me, yekser di kesayeta me de têkoşîna ku tê meşandin asteng bikin û hêza wan têrê nake. Kanî pergal belav bibû û sosyalîzm ji çav ketibû! Ger ev rast be, vêca çima nikarin min asteng bikin? Ji ber ku ez xwe rast dihilberînim, rast didim jiyîn û rast têkoşînê didim kirin. Li şûnek pir tengim, lê ya girîng ez çawa xwe rast mezin bikim, xwe bi îdeolog bikim, xwe bi polîtîk bikim, xwe bi gel bikim û xwe mirov bikime. Encama vê jî pêşketinek ku kes nikare asteng bike. (…) Qaşo sosyalîzma pêkhatî hilweşiya û kapîtalîzmê serkeftin bidest xist. (…) Ya rastî, ya ser ketî ne kapîtalîzme û ya winda kirî jî tenê rizînên sosyalîzmê bûn. (…) Sosyalîzm karkirine, teorî ye, taktîke û mirovbûne. Nexasim di nêvengek weke me kirine heywan de, îdîa mirovê herî mezin, çareseriya mirov, tê wateya mirov ji nû ve xwe biafirîne. Bila hinekê jî hêza we ya pêkanîna modela me yan jî şêwaza me ya pêkanînê hebe, hingê hûnê bibînin asta serkeftinê çawa tê bidestxistin. Lê ev jî weke min gotî zanistiye, vîne, hêza ramane, pratîke, teorî û çalekî ye. Ger hûn bizanin van bi hev re û têkilhev li gorî qanûnan guncav, bi qasî stratejîk, ewqas jî heta dawî bi bingehên wê yên taktîkî ve girêdayî bigirin dest, nexwe hûn milîtanên saxlemin û ti hêz jî nikare vî milîtanî rawestîne.
(…)
Hûn jî dibînin, asta PKK’ê ya pêkhatina bîrdozî û polîtîk, ne tenê pêşketinek girêdayî netewî û heta dema dîrokî ye, di wateya herêmî û nav-netewî de jî pêş ketiye, di astek ku dost û dijmin jî zêde rêzdar nêz dibê de ye. Elbet hûn jî weke milîtanên vê partiyê, neçarin ji her kesî zêdetir vê astê bibînin, vê astê bi pîvanên bîrdozî û polîtîk ve têbigihin. Di şêwaza herî zirav de xwe bigihînin dahûrînên wê, di kesayeta xwe de pêk bînin. Ya herî girîng jî asta serkeftin û pêkhatina wê, bi xwe bixin meriyetê, her wiha ji xwe pêngavan bidin destpêkirin û bi vî
rengî divê êdî yekbûna bi rastiya bîrdozî û polîtîkaya partiyê re bê temamkirin. Ger hûn vê pêk bînin, dê ji bo we bibe pêşketinek ku siûda wê ya serkeftinê berze. Partiyek ku ji nû ve bi milîtanên wisa pêkhatî ve xwe gihandina serkeftinê, bi qasî ewleya wê ya herî bingehîne, ewqas jî meşa li pêş serkeftinê jî misoger dike.”
Rêber APO

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

CKF Marsîlyayê ji bo meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê bang kir

Nivîsa Pêş

Meşa Azadiyê navçe bi navçe didome: Şêx Seîd hate bibîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşa Azadiyê navçe bi navçe didome: Şêx Seîd hate bibîranîn

Meşa Azadiyê navçe bi navçe didome: Şêx Seîd hate bibîranîn

Li kampa Holê 85 çete hatin girtin

Li kampa Holê 85 çete hatin girtin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.