Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HBDH: Em têkoşîna şoreşa yekbûyî mezin bikin

Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi wesîleya salvegera raperîna Gezî daxuyaniyek da û bang kir ku li dijî faşîzmê bi ruhê Gezî têkoşîna şoreşa yekbûyî mezin bikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/05/2023 - 11:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HBDH: Em têkoşîna şoreşa yekbûyî mezin bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di salvegera berxwedana Gezî de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Beriya niha bi deh salan serhildaneke nû û bi heybet li dîroka têkoşînê ya bindestan dihate neqişandin. Vê carê bi milyonan mirovî li Tirkiye-Bakurê Kurdsitanê bi dirûşma ‘Ev hîn destpêk e, têkoşîn dewam dike’ qad û kolan bi dest dixistin. Qîrîna raperînê ya gelan ji Gezî destpê kir û heta bi Hatay, Enqere, Îzmîr, Dersim, Amedê pêl bi pêl belav dibû. Çalakiya yekbûyî ya serhildêrên li dijî zilmê, tirsa serweran mezin dikir, dibû hêvî ji gelên cîhanê re. Li dijî zext, tepisandin û dorpêça tirsandinê ya faşîzmê, hêrsa li nava girseyan mezin bû, bi Gezî re vediguherî berxwedaneke bêhempa. Daxwaz û hesreta bindestan a ji bo cîhaneke cuda, bi açlakiya bindestan dihate bilêvkirin.

Bi Berxwedana Gezî re hate dîtin ku înîsiyatîf û afirîneriya şoreşgerî ya girseyan dikare çi bi ser bixîne; komunên hatin avakirin, meclîsên taxan, forûmên taxan tecrûbeyeke girîng a rêxistinî afirand. Gezî girîngî û mecbûriyeta şerê şoreşgerî ya ji bo têkbirina sîstema heyî careke din raxist pêş çavan, di pêşvebirina şerê şoreşgerî û mezinkirina wê de serdemî bû.

Girîngiya pêwîstiya bi şoreşa yekbûyî, çalakiya yekbûyî ya gelan nîşan da û wezîfe da pêşengên şoreşê. Tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî bi vê wezîfe û berpirsyariyê rabû, hewl da bersivê bide daxwazên girseyan û pêwîstiyên şoreşê. Berxwedana Gezî, bû gaveke girîng di rêya HBDH’ê ya rizgariyê de, tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî jî li gorî daxwaza şoreşê ya gelan tevgeriya. Ne deh sal lê bi dehan sal jî di ser re derbas bibin, Geziyê dersên gelekî girîng pêşkêş kiriye ku tecrûbe jê dikare bê hînbûn.

Gezî di sala 10’an de jî tirsa faşîzmê mîna 10 sal beriya niha mezin dike. Desthilatdariya faşîst di şexsê darizandinên Gezî de hewl dide bi milyonan mirovî bitepisîne, bitirsîne. Lê belê li gel ewqas hewldan, polîtîkayên zext û tepisandinê, bi dehan komkujiyan jî, bêencam ma. Çawa ku bi komkujiyan û êrîşên giran pêşî li mezinbûna raperîna li Gezî nekarî bê girtin, îro jî ti êrîş nikare pêşî li yekbûna hêrsê ya bi raperînê bigire.

Ji ber ku girseyên ku li birçîbûn û xizaniyê hatine mehkûmkirin, jinên her roj têne qetilkirin, nasnameyên zayendî yên bindest ên mafê jiyanê ji wan re nayê naskirin, neteweya Kurd a dibe armanca qirkirinê, bawerî, ciwan, karker û kedkaran hîn Berxwedana Gezî ji bîr nekirine. Û wê ji bîr nekin; ku dema bûn yek, dema rabûn ser piyan, dema li ber xwe dan digihêjin hêzeke bi çi rengî. Wê bi bîr bînin û li dijî zilma harbûyî bêdeng nemînin, wê hêrsa xwe bi daxwaza bidestxistina paşerojê bigihînin qadan, li dijî faşîzmê bi hevgirtî li ber xwe bidin.

Gezî li dijî mêtingerî, zext, êşkence, dagirkerî û dorpêçiya faşîst a topyekûn banga şerê şoreşgerî, rêxistinî, têkoşîna yekbûyî, berxwedan û çalakî ye. Gezî îrade û biryardariya ji bo qezençkirina siberojên azad e. Divê banga Gezî îro hîn baştir bê fêhmkirin û bersiv jê re bê dayin. Rêya esasî ya vê yekê jî pêşvebirina têkoşîna şoreşê ye, mezinkirina şerê şoreşgerî ye. Bi têkoşîneke li nava sînorên sîstemê ev sîstem nayê hilweşandin, rizgariya gelan pêk nayê. Bêyî dayina berdêlan paşeroj nayê qezençkirin. Têkoşîna ku di Berxwedana Gezî û piştî wê de hate kirin û berdêlên hatin dayin, nîşaneya şênber a vê rastiyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên Nûrheq û Berxwedana Gezî bi rêzdarî hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku ji bo bîranîna şehîdan wê têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî mezin bikin, agirê raperînê bi ser bixînin, kelehên faşîzmê hilweşînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Bîranîna şehîdan bîranîna serketinê ye!

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Parêzeran ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin

Parêzeran ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin

Rûniştina doza rojnamevanên ku kuştina Jîna Emînî ragihandin dest pê kir

Rûniştina doza rojnamevanên ku kuştina Jîna Emînî ragihandin dest pê kir

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li 31 herêmên Colemêrgê qedexe hate îlankirinHakkari'de 31 bölge yasaklandı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.