Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Andok: Nirxên ku hatine afirandin hemû bi saya şehîdan e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

Edîtor: Çekdar Amed
21/11/2022 - 10:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Andok: Nirxên ku hatine afirandin hemû bi saya şehîdan e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivî.

https://1649452211.rsc.cdn77.org/2022/11/2022-11-21-behdinan-xebat-andok-endame-konseya-revebera-kck-nirxandina-27-mijdare_1.mp4

Xebat Andok 44’emîn salvegera PKK’ê pîroz kir û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK weke partiya şehîdan pênase kir. Andok bi bîr xist ku PKK’ê piştî şehadeta Hakî Karer hatiye damezrandin û wiha dewam kir: “Di nava tovê PKK’ê de rastiya şehîdan heye. Bêguman çavkaniya rastiya şehîdan Rêber Apo ye. Ya ku bingeha rastiya şehîdan ava dike û destketiyên heta niha me bi dest xistine diafirîne, rastiya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo weke fedaiyê gelê azadiyê, weke fedaiyê nirxên demokratîk û komunal derkete ser dika cîhanê.

Li ser vê bingehê rêxistina xwe û hevrêyên xwe ava kir. Hevrêyên Rêbertî jî, ji dil û can bi wî ve hatin girêdan û sekna Rêbertiyê ji xwe re esas girtin. Bi vî rengî Rêbertî rastiya şehîdan derxist holê. Rastiya Rêbertî û şehîdan hevdu ava kir û heta roja îro hatiye. Partiya me jî her tim bi şehîdan ve girêdayî maye. Ev dilsozî her tim di asta herî jor de bû. Her şehadetek dibe bingeha pêngav û pêşveçûnek nû. Yê ku vê rastiyê afirandiye Rêber Apo ye.Rêber Apo, piştî her şehadetek heta roja îro, pêngavek nû dide destpêkirin û ji bo destkeftiyên nû pêş bixe, di PKK’ê de nirxên mezin afirand.

Hemû destkeftiyên me, nirxên ku hatine afirandin hemû bi saya şehîdan e. Bêyî keda şehîdan pêşketin çênabe. Hemû serkeftin û pêşketin keda şehîdan e. Bi saya şehîdan bi milyonan mirovên bi rûmet, durist, bi şeref, yên ku ji bo hebûna xwe têdikoşin, li dijî zilm, zordarî û dagirkeriyê disekinin, yên ku serî natewînin û yên xwedî vîn çêbûn. Em serbilind in ku rêya şehîdan dişopînin û di heman xetê de têdikoşin. Gelê me yê welatparêz ji kêliya yekemîn heta roja îro dilsozê şehîdan maye û bûne şopdarên wan. Hevrêyên şehîd zarokên vî gelî ne. Ji ber vê yekê di navbera şehîdan û gelê Kurd de têkiliyeke pir xurt hatiye avakirin. Heta roja me ya îro jî didome. Gelê me jî bi şehîdên xwe serbilind e, li ser xeta xwe ya têkoşînê serî li ber tu zilm û zordariyê natewîne. Vê rastiyê gelê me li hemû cîhanê kiriye gelek bi mînak.”

EV ŞER ŞERÊ AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Xebat Andok got, “Her çendî di rastiya Rêber Apo û şehîdan de destkeftiyên dîrokî hatine bidest xistin jî, lê mixabin hêj serkeftina ku em dixwazin me bi dest nexistiye” û sedema wê jî wiha anî ziman: “Ji ber ku pirsgirêkên me yên hebûnê û azadiyê hene. Gelê Kurd bi xetereyên mezin re rû bi rû ye. Niha li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şerê cîhanê yê 3’yemîn tê jiyîn. Di vî şerê cîhanê yê 3’yemîn de dixwazin gelê Kurd qir bikin. Ji ber ku di şerê cîhanê yê 1′ emîn de Ermenî, Asurî-Suryanî û Êzidî qetil kirin, di şerê cîhanê yê 2’emîn de Cihû qetil kirin û dixwazin di şerê cîhanê yê 3′ yemîn de gelê Kurd qir bikin. Ji bo ku bi ser bikevin pêşî dixwazin pêşengên PKK’ê ji holê rakin. Bi tasfiyekirina PKK’ê re dixwazin gelê Kurd qir bikin. Ji bo tasfiyekirina PKK’ê, dijmin pêwîst dibînin ku gerîlayên azadiyê tine bikin.

Ji ber vê li Zap, Metîna, Avaşîn, Heftanîn, Xakûrkê û gelek herêmên din şerekî mezin tê meşandin. Çekên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîk tên bikaranîn, dijmin her cure sûcê mirovahiyê dike. Dewleta Tirk di vî şerî de leşkerên xwe jî dişewitîne. Di dîroka me de şerê herî mezin niha diqewime. Bê şik ev şer şehîdan bi xwe re tîne. Tevî derfetên gelekî kêm bin jî, mirovahî û gelê Kurd baş dibîne ku şerekî çawa tê meşandin. Rêxistina me beriya niha jî ev şer weke şerê hebûn û tinebûnê pênase kiribû. Di vî şerî de gerîlayên azadiyê hêz, moral, manewî û vîna xwe ji rastiya şehîdan digirin. Li ser vê bingehê gerîlayên azadiyê li ser şopa şehîdan derbeyên herî mezin li dijmin, xiyanetkar û modernîteya kapîtalîst dixin.

Bêguman di vî şerî de berpirsyariyên mezin dikeve ser milê gelê me, dostên me û hêzên azadîxwaz û demokrasiyê. Ji ber ku ev şer şerê azadî û demokrasiyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me, dostên me, hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê, hemû hêzên têkoşer di serî de jin û ciwan wê bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî ve girêdayî bin û hemû berpirsyariyên xwe yên li dijî hêzên dagirker bi awayekî serkeftî bi cih bînin. Salvegera damezrandina partiya me PKK’ê, li Rêber Apo, li gelê me yê welatparêz, li hevrêyên me yên di çeperên şer de li dijî dagirkeran bi awayek fedaî şer dikin, li dostên me û li hêzên azadîxwaz û demokrasiyê careke din pîroz dikim.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PAJK: Em ê şoreşa jinê mîsoger bikin

Nivîsa Pêş

Xelkên Reqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Xelkên Reqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Xelkên Reqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li polîsan û ‘faşîstên’ alîgirê desthilatdariyê xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li polîsan û 'faşîstên' alîgirê desthilatdariyê xistin

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.