Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PDK dixwaze Iraq û gelê başûr bike şirîkê şerê xwe

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/04/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PDK dixwaze Iraq û gelê başûr bike şirîkê şerê xwe
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Weysî Talî Nivîsand

PDK a salên 90’î ve tim ji bo pêşiya Tevgera Azadiya Kurd bigire, dema hatiye rast e rast dem jî bi reng rêbazên îstixbarat, girtin û astengkirina wê, tim bi gerîlayên azadiyê re di nava şer de ye. Car hatiye bi çekê û car jî hatiye bi rêbazên zirav xwestiye pêşiya têkoşîna gerîla a ji bo azadiya gelê Kurd bigire.

Bi taybet di van çend salên dawî de piştî ezmûna ‘şerê xiyanetê’ ku Kurd bi nav dike, her ku dewleta Tirk li ber gerîla derbên mirinê dixwe, PDK zêdetir pişta dagirkeriya Tirk a dijminê gelê Kurd hemûyê ye, digire.

PDK’ê kengê ev tevgera xwe zêde kir? Bi taybet piştî berxwedana xwerêveberiyê ya 2015’an li Bakurê Kurdistanê û piştî dewlata Tirk a dagirker bi tank, top û balafirên şer bajar wêran kirin, bi hezaran ciwan, jin û zarok qetilkirin, ev weke serketinek îlan kir, PDK ji vê bawer kir û kete nava ‘Plana Çokdanînê’. Ev xala yekem bû ku dîroka nêzîk de PDK li dijî gelê Kurd piştî navbereke dirêj bi vî rengî aktîf bû.

Tirkiye piştî PDK’ê xist vê xefikê û da aliyê xwe ji vê dîrokê û şûnde taybet bi rêya îstixbaratê Parastinê her wiha kesên zeîf xwestin gerîla li çiyan bi temamî dorpêç bike û gava vê jî bi seneryoyeke ku wê serketinek pir mezin bi dest bixwe, ji Garê destpê kir. Weke gotina; ‘Hesabê malê û sûkê li hev nekir’ serê wan li kevirê gorê ket, zanî ku ê mirî ew in.

Her ku çu derb xwar, zêdetir PDK kişand nava vê çerxê û PDK her çû, zêdetir kete nav. Li Başûrê Kurdistanê 2020’an ji Zînê Wertê destpê kir. Bi hincetên vala qad li gerîla teng kir, rê lê girt û herî dawî 2021’ê xwîna gerîla li Xelîfan rijand. Li Xelîfanê du komên gerîla ya yekem ji 3 kesî a duyemîn jî ji 7 kesî pêk dihat, bi rêya çeteyên Roj xistin kemînê û şehîd kirin. Ev yek jî ji koma duyemîn a yek jê rizgar bû, bi rayagiştî re vekirî hate eşkere bû.

Bi êrîşa 23’ê Nîsana sala borî re ku hemwext li Herêmên Parastinê yên Medya, dîsa Rojava, Şengal, Mexmûr êrîşên pêk hatin, qonaxeke nû nîşanî me tevan da. Her wiha rola PDK’ê ya di van êrîşên dagirkeriyê de zêdetir şênber bû.

Piştî hevdîtina 2’yê Adarê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û dîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li gel Serokkomarê faşîst ê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Teşkîlata MÎT’ê Hakan Fîdan û her wiha Wezîrê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşoglû carekî din qonaxa nû û planên êrîşê hatin sazkirin.

Hemwextî van hevdîtinan rayedarên Iraqî jî li Tirkiye bûn û di nava hevdîtinê de bûn, ji wan jî di hate xwestin ku rolekê hildin ser milê xwe û wisa bikevin tevgerê. Her çendî aliyên Iraqî di gelek mijaran de li gel Tirkiye nîne, aloziyên navxwe û kesayetên nêzî Tirkiye dihêle ku di gelek mijaran de çavê xwe li êrîşên dagirkeriyê bigirin.

Lê li vir a balkêş herî zêde PDK xwe li ber vî karî xweş dike ye. PDK û Parastin mîna beşek ya Tirkiye tevger dike û bi taybet Parastin ji bin kontrola PDK’ê derketiye, bi temamî xizmeta Tirkiye dike. Tirkiye gelek kesê xistine nava Parastinê û bi rêya wan hem kontrolê li PDK’ê dike hemî li nava hêzên li ser sînor û Pêşmergeyan dike.

Herî dawî rewş giha wê yekê êdî Tirkiye bi rola ku heta niha PDK girtibû ser xwe razî nebûye û bi israr jê xwestiye ku bikeve nava şer. Di vê çarçoveyê de civîn û şêwir hatine kirin û herî dawî li dorî plansaziyeke ya dagirkeriyê li hev kirin û êdî li benda rojê bû.

Tam di demeke wiha de, Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê agahiyên ku vê plana qirker û wêranker gav bi gav bikeve meryetê, piştre jî agahiyên ku xwe dispêre çavkaniyeke nava PDK’ê eşkere kir ku PDK xwe ji bo şerê li dijî gerîla amade dike, derketin holê.

Bi bihîstina vê re her kes veciniqî. Erê PDK di gelek waran de rêgire li pêşiya PKK’ê lê ku piştî ewqas ezmûn raste rast ketina nava şer, kes li bendê nîne. Heta kes vê yekê qebûl nake. Red dike.

Ji bo wê berî KCK vê eşkere bike, ji xwe PDK’ê bi weşanên xwe û medyaya xwe zemîna vê amade dikir. Bi taybet bi hikûmeta Iraqê re ji bo posta serokkomariya ya para YNK’ê ye, xwest bi rêya hikûmeta Iraqê vê pilanê gavek din pêş ve bibe, Iraqê jî lê zêde bike. Bike ku Iraq jî tevlî şer bike. Her wiha li nav xwe jî xwest gel bide pişta xwe wisa bike ku şerê Başûr û PKK’ê ye. Şerê gelê Başûr ê li dijî PKK’ê ye. Wisa xwe ji nav derxe û pilanê birêve bibe. Li dijî gerîlayên azadiyê şereke sê alî bidin destpêkirin.

PDK ji bo vî şerî bike şerê PKK’ê û gelê Başûr her tişt ji desta tê dike, di vê çarçoveyê de serî li her karê qirêj dide. Tevî her tiştî jî gel û dîsa hêzên pêşmerge ne li gel vî şerê ku PDK dixwaze bide destpêkirine. Dema mirov li çavkaniya nava PDK’ê agahî dayî binêre mirov wê bibîne, hemû PDK jî ne li dijî gerîla ne û naxwazin şerke wiha derkeve. Bi kifşbûna vê re hate diyarkirin ku ev şer PDK tenê ji bo berjewendiyên xwe dixwaze, şerê hinek sereşîrên Barzaniyan e; ne şerê xelkê başûr û hêzên Pêşmerge ne.

Ji xwe di bûyera Zînî Wetê de jî Wezareta Pêşmerge diyarkiribû ku çeteyên Roj, Hêzên Gulan û Zêrevan ne ser bi Wezareta Pêşmerge ne û girêdayî partî û kesan e, ev yek jî nîşan dide ku pêşmerge ne li gel şer e.

Di rewşeke wiha de ku eger ev mijar kifş nebûna, wê gelek rewşên cudatir derbiketa. Bi kifşbûna vê re hem careke din rûyê PDK’ê derket û dîsa pilanên qirêj ên li dijî destkeftiyên gel hatin kifşkirin. Ji bo wê çiqasî ev mijar were nivîsadin û vegotin wê ewqas ev rewş bê tehşîrkirin û pêşiya wê bê girtin. Eger ku ev rewş neyê nîqaşkirin û pêşî neyê girtin, îro nebû, sibe şerek, provakasyonek derkeve û wisa bikarin şerekî derbixînin. Ji bo wê divê her ferdek Kurd vê rewşê cidî bigre, li gorî wê bikeve nava liv û tevgerê.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Armanc diyar be sînorên heyî radibin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Armanc diyar be sînorên heyî radibin

Ji Pênûsa Gerîla - Armanc diyar be sînorên heyî radibin

TAYBET – 4’ê Nîsanê wateya rast ya jiyana azad û serbixwe ye

TAYBET - 4’ê Nîsanê wateya rast ya jiyana azad û serbixwe ye

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.