Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: 4’ê Nîsanê, roja mizgîniya ji nû ve hebûn û vejîna gelê Kurd e, roja afiradina jiyana azad û evîna jinên Kurd e

"Zayîna Kurd ku bi Rêber Apo dest pê kirî, îro li cîhanê gelê Kurd bi pêşengiya jinên Kurd di nav gelên cîhanê de bûye xwedî cihekî bi rûmet. Projeya jiyana azad û wekheviya zayendan ji aliyê tevahî gelan û bi taybet jinan ve bûye navenda kişandinê."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/04/2022 - 12:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: “Divê zêdetir vê îradeyê neceribînin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em 73’emîn rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê, di serî de li Rêberê xwe, li gelê Kurd, jinan û ciwanên Kurd û li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. 4’ê Nîsanê, roja mizgîniya ji nû ve hebûn û vejîna gelê Kurd e, roja afiradina jiyana azad û evîna jinên Kurd e.

Di dîroka gelê Kurd û ya jinên Kurd de zayîna Rêber Apo xwedî heqîqetekî mezin û wateyekî kûr e. Ji ber ku gelê Kurd zayîna Rêber Apo zayîna xwe dibîne. Roja xilasiyê ya ji jiyana kole û bê nasnamebûyînê dibîne. Di warê pênasekirina nasnameya civakî, çandî, zanistî, felsefîk û dîrokî de rojbûna Rêbertiyê bû nîşaneya destpêkekî nû li Kurdistanê. Ev destpêk bi meşa azadiyê ya Rêbertiya me re veguherî ronesansa gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya azadîxwaz.

Di dema derketina Rêber Apo de hebûna Kurdayetiyê li ber sînorên tinebûnê bû. Siyaseta qirkirin û dagirkeriyê di astekî tirsnak de li ser Kurdistanê serwer bû. Di serî de dewleta Tirk a faşist, qirker û dewletên li ser Kurdistanê dagirkerî pêşxistin Kurd wekî mirov, wekî civakekî nedihesibandin. Têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo van jiberkirinên zihniyeta dewletên dagirker û qirker rûxandin. Di mêjî û dilê jin, ciwan û gelê Kurd de hêvî, bawerî û mîsogeriya jiyana azad çand. Ji bo şikandina van jiberkirinan Rêber Apo ji 7 saliya xwe de dest bi şerekî mezin yê li dijî zayendperestî û paşverûtiyên civakî kir. Ji bo jiyanekî wekhev û azad, ji bo civakek bibe xwedî bîr û hişmendiyekî demokratîk û ferdên sosyalîst di temenekî biçûk de li hemberî neheqiyê serî hilda û tu caran dev ji lêgerîn û xeyalên xwe yên zarokatiyê berneda û wekî zarokekî bi xeyalê xwe re xiyanet nekir di dîrokê de tê naskirin.

Zayîna Kurd ku bi Rêber Apo dest pê kirî, îro li cîhanê gelê Kurd bi pêşengiya jinên Kurd di nav gelên cîhanê de bûye xwedî cihekî bi rûmet. Projeya jiyana azad û wekheviya zayendan ji aliyê tevahî gelan û bi taybet jinan ve bûye navenda kişandinê. Bi mîlada Rêber Apo re felsefeya ji mirinê jiyan afirandin, weke çanda herî bi kok di Kurdistanê de tê jiyîn û jiyîn. Fikrên Rêber Apo her ku di nav gelan de belav dibe, bandora pêşketinên li Kurdistanê ber bi çav dibe. Ev pêşketin jî ji her kesî zêdetir tesîrekî mezin li jinan dike. Ji ber ku jin azadiya xwe di fikrên Rêber Apo de dibînin. Ji bo wê îro ne tenê jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û cîhanê daxweza azadiya Rêbertiyê ya fîzîkî dikin. Kombûna li dora fikrên Rêber Apo hêviyeke mezin bi mirovahî û jinan re daye çêkirin. Ji lewra hêzên hegemon yên cîhanê fikrên Rêber Apo, ji bo pergala xwe ya desthilatdar û zihinyeta mêrserwer xeteriya herî mezin dibîne. Ji bo vê bandora mezin bişkînin bi şer, kuştin, talan û çanda tecawuzê di şexsê jinan de êrîşî nirxên civakan û dîroka wê dikin.

Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê bi rêxistin kir. Ji bo viya bi ser bixîne, bawerî û hêviyê ji nû ve zindî bike têkoşîn û berxwedaneke ku mînaka wê li cîhanê tuneye da pêşxistin. Rêbertiya me ev 24 sale li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdekî giran de ji bo azadiya jin-civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Li hemberî berxwedana dîrokî û bêhempa ya Rêber Apo jin, ciwan, gelê Kurd û dostên xwe, di ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de xwe deyndar dibînin. Helwest û rûhê tekoşînê yê di 8’ê Adarê û Newrozê de derket pêş biryardariya azadiya Rêbertiyê bû, îsrara di tekoşîn, berxwedan û mîsogeriya serkeftinê ya li dijî siyaseta qirkirin û dagirkeriyê bû. Em di wê baweriyê de ne têkoşîna ji niha û pê de bê meşandin jî ew ê bi heman rûhî be, çawa ku gerîlayên azadiyê bi gel re agirê têkoşînê bilind kirin, ew ê bi pêşengiya jinan serkeftinê mîsoger bikin.

Em wekî partiya azadiyê a jinên Kurdistanê, li ser vî bingehî zayîna Rêber Apo di 50’î saliya tevgera Apogerî de bi wateyekî dîrokî a kûr dijîn. Carekî din dibêjin azadiya Rêberê me ya fîzîkî di vê sala dijwar a têkoşînê de armanca me ya sereke ye. Bi vê bîr û baweriyê em Rojbûna Rêber Apo li jin, ciwan, gel û dostên gelê me pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bielefelda Elmanyayê semînera JXK’ê

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – HPG’ê li Xakûrkê li dagirkeran xist, 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – HPG’ê li Xakûrkê li dagirkeran xist, 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - HPG’ê li Xakûrkê li dagirkeran xist, 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa ji bo 4’ê Nîsanê Sinevizyon pêşkêş kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa ji bo 4'ê Nîsanê Sinevizyon pêşkêş kirin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.