Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
14/01/2022 - 11:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“10’ê Nîsana 2016’an li qada Xîzanê ya Bedlîsê di operasyona artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Agir û Botan dema ku dixwestin ji qada operasyonê derketin bi bêşensî li ber çem ketin û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yê şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Agir Sozdar
Nav paşnav: Yetîş Top
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Salîha-Aydin
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Nîsana 2016 / Garzan
Nasnav: Botan Garzan
Nav paşnav: Bariş Tabak
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Makbûle-Veysî
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Nîsana 2016 / Garzan

AGIR SOZDAR

Hevrêyê me Agir li Bedlîsê ya herêma Garzanê ji dayik bû û mezin bû. Li dijî polîtîkayên Tirkkirinê yên dewleta Tirk a faşîst ku di şexsê Kurd û Kurdistanê de li hemberî gelan dimeşîne, kete nava lêgerîna ji bo têkoşînê. Têgihişt ku bersiva herî baş a li dijî polîtîkayên sîxurkirinê, xistinê û bêrûmetkirinê yên li dijî ciwanên Kurd têne meşandin, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Li ser vê yekê sala 2015’an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Li xaka xwe, li Garzanê beşdarî nava refên gerîla bû, ji roja ku tevlî bû û pê ve zû hînî jiyan û şerê gerîla bû. Bi rengekî cewherî beşdar bû. Gelekî hewl da ku felsefeya Rêbertî bixe meriyetê. Hevrêyê me Agir ku xwe ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş xist, bi tevlîbûna xwe ya fedakar ji bo hevalên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê.

BOTAN GARZAN

Hevrêyê me Botan li Bedlîsê ji dayik bû û lê mezin bû. Li dijî polîtîkayên mêtinger û qirker ên dewleta Tirk bi rê û rêbazên cuda têkoşiya û dît ku têkoşîna herî xurt bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe û di sala 2015’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Li nava refên PKK’ê ku qadeke bêhempa ya têkoşînê ya ku di dîroka mirovahiyê de kêmcaran tê dîtin, bi giraniya beşdariya li nava têkoşîneke bi vî rengî kesayetiya xwe ava kir. Ji roja ku tevlî bû û pê ve ji bo tiştên di perwerdeyan de hîn bûn bi rengekî herî baş bixe meriyetê, hewl da. Kûrbûna di felsefeya Rêbertî de ji bo xwe kir karê sereke û bi biryardarî hewl da bibe kesayetekî milîtan ê Apoyî. Hevrêyê me Botan bi vê sekna xwe û tevlîbûna xwe ya fedakar li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, kir ku piştî şehîd bibe asta welatparêziyê ya li nava malbata xwe bilindtir bike. Çeka hevrêyê me Botan li erdê nema û kekê wî çeka wî hilda.

Çileya 2017’an li qada Erzîromê di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Îsmaîl şehîd bû. Hevrêyê me Îsmaîl bi hişmendiya ku Şoreşa Kurdistanê şoreşa ciwanan e tevlî nava refên têkoşînê bû û heta dawiyê bi erka pêşengiyê rabû. Em wî di salvegera şehadetê de bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Îsmaîl wiha ne:

Nasnav Îsmaîl Perî
Nav paşnav: Mûrat Bozkaya
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: –
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Erzîrom

ÎSMAÎL PERÎ

Hevrêyê me Îsmaîl li navenda kevneşopiya berxwedana Garzanê li Bedlîsê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û di her şert û mercî de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şopand. Tevî ku ciwan jî bû bala wî gelekî çû ser jiyana PKK’ê ya bi felsefeya Rêber Apo û hevrêtiyê. Piştî ku kekê wî sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû, vê yekê pêşî li berxwedana pîroz a hevrêyê me Îsmaîl jî vekir. Li hemberî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dûrxistina gelê me ji ziman, çand û dîroka wê, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet tercîha xwe li aliyê berxwedanê kir û bû mînak ji ciwanên Kurd hemûyan re. Li gel temenê xwe yê ciwan jî ji bo pêkanîna xeyalên azadiyê yên gelê me bi rengekî bêeman têkoşiya û li xaka ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû, heta kêliya dawî li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi hêrseke mezin şer kir. Hevrêyê me Îsmaîl ji bo fêhmkirina rastiya şehîdan û felsefeya Rêbertî timî hewl da û tiştên hîn dibû bi cih anî. Hevrêyê me Îsmaîl têkoşîna berxwedêrê zindana Amedê, ji pêşengên me yên ciwan Alî Çîçekan di şexsê xwe de şênber kir û bi enerjiya xwe ya ciwan bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Îsmaîl wê timî di têkoşîna me de rêya me ronî bike.

Hevrêyên me Agir, Botan û Îsmaîl bi beşdariya li nava refên PKK’ê ku li Kurdistanê navê jiyana nû ye, ji bo pêkanîna hesreta azadiyê ya gelê me têkoşiyan û di vê oxirê de şehîd bûn û bûn misogeriya siberojên bi rûmet û azad ên gelê me. Di serî de malbatên hêja yên her sê hevrêyên me yên leheng em sersaxiyê ji xelkê me yê Bedlîsê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Sembola xeta berxwedanê ya li hemberî xiyanetê; Şehîd Xebat Dêrik

Nivîsa Pêş

Stanta TCŞ’ê ya li Atînayê didome

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Stanta TCŞ’ê ya li Atînayê didome

Stanta TCŞ'ê ya li Atînayê didome

Ferît Şenyaşar: Bila tu kes qala edalet, heq û hiqûqa li Tirkiyeyê neke

Tekoşîna Dayîka Emîne û lawê wî didome

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.