Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Li Rojava gel li ser tecrîdê axivî: Dem dema Azadiya Rêber Apo ye!

"Min, ji bo Serokatî her tişt di jiyana xwe de heram kiriye. Yanê, hevaltiya tevahî bi vî rengî ye û heta roja îro jî ez wê hevaltiyê û soza xwe bi Serokatî re dimeşînim."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
27/12/2021 - 0:30
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Li Rojava gel li ser tecrîdê axivî: Dem dema Azadiya Rêber Apo ye!
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi giranî didome. Bi tecrîdê re ne tenê gelê Kurd, taybet li Rojhilata Navîn hemû gel dikevin nava kaoseke mezin.

Ciwan li her qadê çalakiyên xwe didomînin û wek daxwaz jî zutirîn tecrîda li ser Rêber Apo rakirinê şert dikin.

Her wiha me wek ajansa Nûçe Ciwan hest û ramanên gel ên derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de girt.

Piştî ku di sala 1999’an de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi komployê hat girtin, soza Derfa Hacî Alî “Ez ê heta dawiya jiyana xwe bi Rêbertiyê re bijîm.” bû.

Derfa Hacî Alî hest û ramanên xwe yên der barê tecrîdê û Rêberê Gelan de wiha anî ziman:

Ez ji bajarê Hesekê me. Ez di sala 1978an de hatimê dinyayê. Temenê min 43 sal e. Damezrandina partiyê jî 43 sal bû û temenê min jî 43 sal e. Navê min Derfa Hecî Elî ye. Min Serokatî min destpêkê bi dîmena nas kir. Yek jî dîmenên wî di sala 1992an de ji min re hat. Yek di sala 1995an de ji min re hat û kêfa min pir ji dîmenê wî re dihat. Wê demê bavê mij dixebitî, di nav xebatên partiyê de bû; we çaxê jê re digotin xebatê cepheyê. Bavê min ji min re dîmen dianîn. Hevalan dida wî,wî jî ji min re dianîn. Tiştê di jiyana min de çêbûne ez ji we re tînim ziman.Piştî demekê, di sala 1999an de Serokatî hate girtin. Piştî ku Serokatî hate girtin, bandoreke pir mezin li ser min çêbû. Yanê,gelek hevalên me soz dane Serokatî û canê xwe dane ber agir, xwe şewitandin, xwe fidayî Serokatî kirin.Lê, min ev soz da Serokatî; Heta dawiya jiyana xwe ez ê bi Serokatî re bijîm. Serokatî gotibû: “Xwe ji bo min neşewitînin, xwe ji bo mim nekujin. Bi min re bijîn.” Serokatî ev gotin gotibûn. Ji ber vê, heta roja îro jî hevaltiya min û girêdana min bi Serokatiyê me re berdewam e.

Min, ji bo Serokatî her tişt di jiyana xwe de heram kiriye. Yanê, hevaltiya tevahî bi vî rengî ye û heta roja îro jî ez wê hevaltiyê û soza xwe bi Serokatî re dimeşînim. Dimenê wî gava ji min re dihatin; Erê min ew şexsî nedîtibû lê wekî ez wî dibînim. Min, gava axaftinên wî di televîzyonê de guhdar dikirin, min digot qey Serokatî bi min re diaxive. Ez tenê di hundir de bim jî min ji xwe re guhdar dikir,bala min dikişand û min ji axaftinên wî baş fêm dikir. Yanê axaftinên wî di Radyoyê de derdiketin, di pirtûkê wî de, di nûçeyan de, bi rêya parêzer û malbata wî re digihiştin me. Carekê, Serokatî di nivîseke xwe de gotibû; “Ên ku ji min hez dikim gelek in û yên bi min re girêdayî jî gelek in, yên ji min hêza jiyanê dixwazin gelek in.Hûn têkoşînê xurt bikin û azadiyê binirx bikin” Ev gotin gotibûn Serokatî. Belê min gelek axaftinê Serokatî guhdar kiribûn lê ez wilo nikarim a niha bînim zimên.

Wekî min gotibû, kêfa min ji dîmenên wî re tê û ez pir bi dîmenên wi re girêdayî me. Bi paqijkirina wan re mijul dibim.Ez dikarim ji sibê heta êvarê bi wan re biaxivim. Gava ez bi wan re diaxivim, yek were û li ber şibakê bisekine, wê bibêje qey hinek li hundir in ku bi wan re diaxive. Nizane ku ez bi dîmenên Serokatî re diaxivim. Yanê, girêdana min a bi Serokatî re wisa ye. Dubare dibêjim, min wekî soza ku di sala 1999 an de daye Serokatî ku ez vê hevaltiya xwe, girêdayîna xwe, vê hezkirina ji dilê xwe ji Serokatî re didim diyarkirin.

Di der heqê tecrîdê de Evîn Temir jî wiha got:

Ez Evîn Temir. Ez xwîşk Şehîd Zozan Şehîd Tolhildan im.Em tecrîda li ser Rêber Apo; Rêberê mirovahiyê şermezar dikin.Di vê dîroka ku Serok Apo derketiye de hewce ye mirovahî fêm bike ku wê bi kesayeteke wek Rêber Apo ev miletê ku ewqas zilm û zordarî xwarî ji destê vî dijminê hov xilas bibe.Edî tirsa wan her ji fikir û felsefeya Rêber Apo heye.Ji ber ku dizanin; Fikrên Serok pêş bikevin tunebûna wan derdikeve holê.Ew dizanin ku êdî dawiya wan tê.Ji ber ku fikrên Serokatî avakirina civakeke wekhev,bêzilm,dûrî bindestiyê,hemu pêkhate bi hev re jiyan dikin,wekî ku em bi tecrîba Rojava dibêjin ‘Ehvetî Şuub’ yanê Rêveberiya Demokratîk; hemu netew û gel bi hev re jiyan dikin.Em dibînin ku dawiya vê dewleta desthilatdar tê.Dijminê me xwe jî fêm kir ku ew fikir ji bo wan bûye tehluke, heta ji destê wan hat pilanên qirəj kirin ji bo girtina Serokatî. Lê belê girêdana vî gelî bi Serok Apo re ,bi şehîdên xwe re heye. Hêzeke diyar bi gel re çêbû ku xwedî li doza xwe derkevin, bêhtir xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin ku ber bi azadiyê ve biçin.

Amed Mehmûd jî wiha got:

Navê min Amed Mehmûd e. Endamê ciwanên Qamişlo.  Em wek ciwan tecrîda li ser Serokatî şermezar dikin. Dewletên navnetewî yên ku bangawaziya mafên mirovan dikin jî mixabin dixwazin bi tecrîda dermirovî ya li ser Serokatî fikir û ramanên wî di nav çar dîwaran de bihêlin. Lê belê nizanin ku Serokatî bi wan fikir û ramanên xwe di nav me de jiyan dike, bi azadî di nav me de jiyan dike. Lê belê em naxwazin tenê bi fikir û ramanên xwe bi me re bijî, em dixwazin wek fîzîkî bi me re jiyan bike.Êdî dem dema azadiya Serokatî ye. Dîsa bangewaziya me ji hemu dewletên navnetewî re; Dem dema Azadiya Rêber Apo ye, Azadiya rêber Apo bixwazin. Lewre Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, rêberê hemu gel û neteweyan e. Rêber Apo dibêje: Şoreşa gel şoreşa herî birûmet e. Dîsa jî em serkeftinê ji hemu gelan re dixwazin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gelo çima êrîşî me dikin?

Nivîsa Pêş

Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê, ciwanên Şêrawayê meşiyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê, ciwanên Şêrawayê meşiyan

Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê, ciwanên Şêrawayê meşiyan

Malbata Şenyaşar – Hûn bi paldana qralê dest lerzok, tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin

Dewleta Faşîst a Tirk dozeke din Dayîka Emîne re vekir

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.