DORTMUND – Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, îro li Frankfurt û Dortmund ên Almanya û Marsîlya ya Fransayê, li ser banga Rêber APO , di heman demê de li ser vegera xwe ya welatê nîqaş kirin. Bi dehan ciwan, ku li navendên cuda yên Fransa û Almanya ji bo panelên “Vegera Welat” kom bûn, nîqaş kirin ka mirov çawa bersiva banga vegera Kurdistanê bide. Panelên ku beşdariyeke xurt ji endamên ciwan ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) dîtin, nîqaşên çandî û siyasî jî di nav xwe de girtin.
Di panelê de zanyarê siyasî Sînan Onal, endamê TCŞ Goran Ehmed, endamê TekoJIN Helbest Morad û rojnamevan Cemîl Mazlum wekî axaftvan beşdar bûn. Axaftvanan girîngiya vegera bo Kurdistanê tekez kirin û rê û rêbazên ku ciwan dikarin bi wan re bersiva banga Rêber APO bidin, destnîşan kirin. Axaftvanan bi pêşkêşkirina pirsgirêkên ku li her çar perçeyên Kurdistanê rû bi rû ne, rol û mîsyonên ciwanan di vê pêvajoyê de û tiştên ku dikarin werin kirin bi zelalî destnîşan kirin.
NC // CÎGER GOYÎ



