Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ti hêz nikare li pêşiya pêkhatina Êzidxana azad û xweser bibe asteng

"Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li Êzidiyan hemûyan dikin ku ji bo hesreta Merwan Bedel û şehîdên Êzidxanê hemûyan, têkoşîna ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad mezin bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/12/2021 - 13:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Ti hêz nikare li pêşiya pêkhatina Êzidxana azad û xweser bibe asteng
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a mêtinger qirker komkujiyeke din kir. Bi balafirên bêmirov ên bi çek êriş birin ser Hevserokê Meclîsa Gelê Êzidî Merwan Bedel. Dema ku Merwan Bedel hate qetilkirin, zarokên wî di kêliya dawî de rizgar bûn. Yên ku ev komkujî kirin wê li pêşberî mirovahiyê teqez hesab bidin; xelkê me yê Êzidî wê Êzidxana Azad teqez ava bike, ku hesreta Merwan Bedel bû.

Merwan Bedel yek ji rêberên gelê Êzidî bû. Yek ji pêşengên gelê Êzidî bû ku dema DAÎŞ’ê ji bo qirkirinê êriş kir, mil bi mil li gel gerîla şer kir; Êzidî li çiyayê Şengalê bi rêxistin kir. Em vî berxwedêrê mezin bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Êzidî re dixwazin. Bi navê Tevgera Azadiyê em careke din destnîşan dikin ku em ê her tim bi gelê xwe yê Êzidî re bin.

Ev êriş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin, lê belê yên ku îstixbarat dane, ew kes in ku ‘Parastin’ê li Şengalê birêxistin kiriye. Ev kes agahiyê didin MÎT’ê, agahiyê didin dewleta Tirk. Ji xwe rêveberên PDK’ê bi daxuyaniyên xwe, bi bername û nûçeyên televîzyonên ser bi PDK’ê re êrişên li dijî Êzidiyên ku ji bo xweseriya Şengalê têdikoşin, asayî û rewa nîşan didin. Ne tenê Êzidî, Kurd hemû vê rastiyê dibînin. PDK herêmên ku lê ne serwer e, dike hedefa hêzên mîna dewleta Tirk. Divê dest ji vê nêzîkatiya xwe berde.

Rêberên Êzidiyan ên li Şengalê hatin qetilkirin li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dabûn; di qewirandina DAÎŞ’ê ji Şengalê de bi rola sereke rabûn. Lewma Merwan Bedel, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî fermandarên gelê me yê Êzidî ne. Hevalên Derwêşê Evdî ne. Ew şehîdên berxwedana li dijî DAÎŞ’ê ne. Dewleta Tirk tolê ji van berxwedêran hiltîne. PDK jî bi polîtîka, helwest û gotinên xwe van êrişan rewa dike û dibe hevparê van êrişên tolhildanê.

Yek ji mezintirîn qirkirinên sedsala 21’ê li Şengalê li dijî Êzidiyan hate kirin. Hîn jî bi hezaran keç û jinên Êzidî di destê DAÎŞ’ê de ne. Tevî Iraq û PDK’ê, dewletên ku li Rojhilata Navîn ji aliyê siyasî û leşkerî ve xwedî hêz in ji vê rewşa li Şengalê berpirsyar in. Dewleta Tirk ku hevalbendê DAÎŞ’ê ye, hevkarê vî sûcê qirkirinê ye. Hevkariya ku dewleta Tirk bi DAÎŞ’ê re kiriye wê paşerojê yek bi yek eşkere bibe. Ji xwe agahiyên di vî warî de li ber destê gelek dewletan hene. Eger DAÎŞ a ku Êzidî qir kir li dadgeheke navneteweyî bê darizandin, ev rastî wê yek bi yek eşkere bibe.

Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze êrişên qirkirinê yên DAÎŞ’ê temam bike. Herhal ji PDK’ê heye ku eger Şengal bê eciqandin wê rastiya wê ya ku li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe neda û Êzidî bi qirkirinê re rû bi rûnişt bê nixumandin. Ji bilî vê yekê helwesta PDK’ê ya ku êrişên dewleta Tirk rewa dike, nikare bê îzahkirin. Bi dîtina me, PDK şaşitiya herî mezin a dîroka xwe li dijî Êzidiyan dike. Halbûkî eger Êzidî xweser bibin û PDK jî vê qebûl bike, wê rewşa ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de kete navê, telafî bike.

Êzidiyên ku di komkujiyên Şengalê de îstîxbarat dane, di dîroka Êzidiyan de wê timî bi xiyanet û nebaşiyê bêne bîranîn. Berê bi çavê ‘ji bo tasek şorbeyê gel firotin’ li kesên bi vî rengî dinihêrîn; li Kurdistanê jî ji van kesan re ‘tirşikçî’ dihate gotin. Tirşikçiyên niha jî ji bo çend madeyên xwarinê vê yekê dikin. Divê Êzidî van kesan ji nava xwe derxînin û bikin ku nikaribin li nava civakê bimînin. Kesên bi vî rengî heq nekirine ku li xaka pîroz a Êzidiyan bimînin.

Divê Êzidî Mam Zekî, Mam Beşîr, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedelî ji bîr nekin. Ji bo dilsoziya bi wan re divê xwedî li doz û armancên wan derkevin. Eger Merwanek şehîd ketibe divê bi dehan, bi sedan Merwan li şûna wî bêne bicihkirin. Azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Ji bo careke din ferman nebe, pêwîstî bi Êzidxana azad û xweser heye. Dema ku Êzidxan azad û xweser bû, hingî wê dawî li fermanan bê; hingî wê Êzidî weke yek ji baweriyên herî kevn ên dîrokê nirxên gelekî hêja li nasname û çanda Rojhilata Navîn zêde bikin.

Ji bo bîranîna yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin revandin û hatin şehîdxistin, yekane bersiva herî rast divê azadî û xweseriya Êzidiyan be. Ev yek êdî hesreta Êzidiyan hemûyan e. Gelo kîjan Êzidî vê naxwaze? Eger xwedî li Êzidxana xweser û azad nayê derketin, sedema vê yekê ya zext e, yan jî berjewendiyên erzan e.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li Êzidiyan hemûyan dikin ku ji bo hesreta Merwan Bedel û şehîdên Êzidxanê hemûyan, têkoşîna ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad mezin bikin. Dema ku Êzidî xwedî li Êzidxana xweser û azad derketin, ti hêz nikare li pêşiya pêkhatina Êzidxana azad û xweser bibe asteng.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cenazeyê Merwan Bedel bi beşdariya bi hezaran kesî hate oxirkirin

Nivîsa Pêş

Cenazeyên 9 şehîdên HPG’ê rixmî ku hatine teşhîs kirin radestê malbatên wan nayên kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Cenazeyên 9 şehîdên HPG’ê rixmî ku hatine teşhîs kirin radestê malbatên wan nayên kirin

Cenazeyên 9 şehîdên HPG'ê rixmî ku hatine teşhîs kirin radestê malbatên wan nayên kirin

Ji Malbatên şehîdan piştgirî ji bo Ciwanên Şoreşger

Ji Malbatên şehîdan piştgirî ji bo Ciwanên Şoreşger

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çîçek Kobanê ku çeteyan ew bi birîndarî dîl girtibû nayê tedawîkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Zirganê 3 sivîl Şehîd bûn10 jî birîndarin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.