Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Cenazeyê Merwan Bedel bi beşdariya bi hezaran kesî hate oxirkirin

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate veşartin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/12/2021 - 12:40
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Cenazeyê Merwan Bedel bi beşdariya bi hezaran kesî hate oxirkirin
ParvekeTweet

ŞENGAL – Duh derdora saet 14:00’an balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû.

Cenazeyê Merwan Bedel îro danê siharê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û rêsmên olî xilas bûn, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û dirûşmeya şehîd namirin, ber bi goristanê hate birêkirin.

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate oxirkirin.

Piştî ku darbesta Şehîd Merwan Bedel bi karwaneke bi sedan wesayîtan ji mala wî hate oxirkirin, karwan beriya ku bigihe şehîdgehê, li lofên Kolika sekinî. Li vê derê bi hezaran welatî darbesta wî girtin ser milan û heya şehîdgehê meşiyan. Girse bi lêdana def û şibêban û her wiha bi dirûşma şehîd namirin heya şehîdgehê meşiya.

Li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş. Berxwedan ji bo Merwan Bedel merasîmeke leşkerî hate kirin. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî, hevserokên PADÊ, Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û her wiha gelê Ereb jî di merasîmê de amade bûn. Di merasîmê de şervanên YBŞ’ê amadebûn.

Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî. Tîrêj Şengalî di axaftina xwe de balkêşa ser ked û têkoşîna Şehîd Merwan Bedel û wiha got: “Şehîd Merwan Bedel di dema fermanê de ji bo parastina civaka xwe tevlî refên berxwedanê bû. Bi salan ji bo parastina Şengalê û Êzîdxanê têkoşînê kir.” Tîrêj Şengalî destnîşan kir ku herî dawî jî ji bo rêxistinkirina civaka azad wî di qada civakî de xebat meşandine û wiha berdewam kir: “Malbata hevalê Dijwar Feqîr hebû. Lê malbata wî ya esasî civaka Êzidî bû. Ev şehadet jî car din îspat kir ku ji bilî xwe rêxistinkirin û xwe parastinê tu rêyek cûda ji bo Êzidiyan nîne.”

Piştî axaftina Tîrêj Şengalî, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm axivî. Heso Brahîm jî di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser jiyana têkoşer a Merwan Bedel û wiha got: “Em di şexsê wî de hemû şehîdan bibîr tînin. Pêşengê me Merwan Bedel bi rêzdarî bibîr tînin. Eger em bêjin em li pey Tawisî Melek in emê şehîdan bidin. Eger em şehîdan bidin wê demê em zanibin em hene. Hevalê Merwan bû fedaiyek Tawisî Melek, bû fedayiyê Êzîdxanê. Hevalê Merwan şehîdê Êzîdxanê ye. Bila serê gelê Êzidî sax be. Hol hola Tawisî Melek e. “

Di merasîmê de herî dawî jî Şemê Remo li ser navê TAJÊ axaftinek kir. Dayê Şemê di axaftina xwe de herî zêde balê kişand ser berpirsyariya hikumeta Iraqê û got: “Ka parastina hikumeta Iraqê, ka parastina dewletan. Hikumeta Iraqê îro hevalê Erdogan e. Em vê hikumetê şermezar dikin.”

Di merasîmê de hêrs û kîna li hemberî dewleta tirk a dagirker, hikumeta Iraqê û PDK’ê hîç kêm nebû. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê û parastina Şengalê hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Merwan Bedel bi dirûşmeyên Şehîd Namirin spartin axê.

Girseya ku ji şehîdgehê vedigere wê li nahiya Sinûnê kom bibe û li wir meşeke girseyî were kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar: Berxwedana ji bo edaletê jiyîn e

Nivîsa Pêş

KCK: Ti hêz nikare li pêşiya pêkhatina Êzidxana azad û xweser bibe asteng

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KCK: Ti hêz nikare li pêşiya pêkhatina Êzidxana azad û xweser bibe asteng

KCK: Ti hêz nikare li pêşiya pêkhatina Êzidxana azad û xweser bibe asteng

Cenazeyên 9 şehîdên HPG’ê rixmî ku hatine teşhîs kirin radestê malbatên wan nayên kirin

Cenazeyên 9 şehîdên HPG'ê rixmî ku hatine teşhîs kirin radestê malbatên wan nayên kirin

Manşet

  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

Herî zêde hatine xwendin

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çîçek Kobanê ku çeteyan ew bi birîndarî dîl girtibû nayê tedawîkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.