Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de

"Tevî ku hikûmet hatin avakirin jî nîqaşên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de hê jî nehatine çareserkirin. Ev neçareserkirine çiqas bidome, qeyrana heyî jî ewqas mezintir dibe. Di navbera Bexda û Hewlêrê de sê mijarên bi pirsgirêk hene. Yek ji van budçeya hersal a belavkirina petrolê Kurdistanêû herêmên ku statûya wan nehatiye diyarkirin e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/10/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de
ParvekeTweet

“Di 25’ê Îlona 2017’an de li başûrê Kurdistanê referandum hate lidarxistin. Bi ser referandumê re 2 sal derbas bûn. Di salvegera referandumê de gelek hizbên siyasî yên başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Her çiqas daxuyanî werin dayin jî mijara referandumê weke mijareke tarî û ne diyar di dîrokê de cihê xwe girt. Hikûmeta Iraqê referandum qebûl nekir û êrîşî Kerkûkê û cihên ku weke ‘Herêmên binîqaş’ tên bi navkirin kir û dagir kir. Piştî qewimîna van bûyeran jî hem li Iraqê û hem jî li başûrê Kurdistanê hilbijartin hatin kirin. Hem Bexdayê û hem jî Hewlêrê karî salek piştî hilbijartinê hikûmetên xwe ava bikin. Ji ber ku di navbera hêz, civak û tevgeran de cudahî û nakokiyên mezin hebûn.

Tevî ku hikûmet hatin avakirin jî nîqaşên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de hê jî nehatine çareserkirin. Ev neçareserkirine çiqas bidome, qeyrana heyî jî ewqas mezintir dibe. Di navbera Bexda û Hewlêrê de sê mijarên bi pirsgirêk hene. Yek ji van budçeya hersal a belavkirina petrolê Kurdistanêû herêmên ku statûya wan nehatiye diyarkirin e. Mijarên petrol û veqetandina budçeyê ya jibo herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Hikûmeta Bexdayê dibêje ku divê dahatên petrola Kurdistanê li gorî makeqanûna Iraqê radestî hikûmeta navendî bên kirin. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser petrola başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk re ji bo 50 salan hevpeyman îmze kiriye. Hikûmeta Bexdayê jî budçeya ku jibo başûrê Kurdistanê veqetandibû, betal kiribû. Ev yek jî di navbera hikûmeta herêmê û ya navendî de veguherîbû krîzê. Ev krîz hê jî didome. Her çiqas çûn û hatin,danûstandin û hevdîtin bên kirin jî ev krîz hêj nehatiye çareserkirin. Wezareta Petrol û Enerjiyêya Iraqê demek berê daxuyanî da û destnîşan kir ku wan li ser nexşrêyekê lihev kirine. Lê ev nexşerêye çiye, ne diyar e. Her wiha girêdayî rûdanên li herêmê ne. Ev mijar çiqas dirêj bibe, pirsgirêkên bi xwe re tîne jî ewqas mezintir dibin.

Yek ji mijarên bi pirsgirêk ên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî, herêmên bi nakok in. Ev herêm Kerkûk, Diyala, Nînova, Mexmûr û hîn nahye û gund in.Li gorî makeqanûna Iraqê, statûyên van herêman dê bi referandumêbê diyarkirin. Lê ev 15 sal in hêj ev nakokî nehatiye zelalkirin. Piştî ku DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, hikûmeta herêma Kurdistanê ev herêm xistin bin kontrola xwe. Piştî referandumê jî Bexdayê êrîş kir û ev herêm careke din dagir kirin.

Di 1’ê nîsana sala 2020’an de li Iraqê dê hilbijartinên parêzgehan û meclisên parêzgehan bên lidarxistin. Li gelek van herêmên bi nîqaş,li şûna kurdan ereb hatine bicihkirin. Bi vê rojevê, 9 partiyên siyasî yên kurd hatin cemhev û bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê li van deveran bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê. Ev lihevkirin li qadê çiqas dê bimeşe nayê zanîn. Ji ber ku hizbên siyasî yên kurd hem di nava xwe de û hem jî di navbera hev de pir nakokiyan dijîn. Di vê mijarê de dê di rojên pêş de di navbera Bexda û Hewlêrê de jî gelek qeyran rû bidin. Ev qeyrana siyasî dê bandora xwe li jiyana aborî û civakî bike.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Ercan Sezgîn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xeyalên Erdogan av û av çûn

Nivîsa Pêş

Li Minbicê endamekî şaneyên girêdayî istixbarata Tirkiyê (MÎT) hate kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Minbicê endamekî şaneyên girêdayî istixbarata Tirkiyê (MÎT) hate kuştin

Li Minbicê endamekî şaneyên girêdayî istixbarata Tirkiyê (MÎT) hate kuştin

TAYBET – Berxwedanvanên Jinên Ciwan: YDGK-H

TAYBET – Berxwedanvanên Jinên Ciwan: YDGK-H

Manşet

  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.