Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

TAYBET – ‘Ciwanên Rojava di navbera malbat û welatparêziyê de ye’

"Dema ku şoreşa Rojava destpêkir asta welatparêzî bilind bû, bi deh hezaran ciwanên Rojava bi eşqa şoreşê rabûn ser piyan û beşdarbûn. Bi rêbertiya Rêber Apo, bi pêşengtiya PKK û Gerîla di serî de di warê leşkerî û civakî di her warî de xwe rêxistinkir bû hêza şoreş û berxwedanê û bi serket û veguherî dirokekî ku dinya matmayî kir."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
TAYBET – ‘Ciwanên Rojava di navbera malbat û welatparêziyê de ye’
ParvekeTweet

“Piştî ku dewletên emperyalîst bi bêbextî welatê me kirin çar parçe êdî navên mîna Rojava, Bakur Başûr, Rojhilat mixabin li şûna yekwelatê ketin ser ziman û nav dil û mejî me yê Kurdî li gor vê yeke me ji beşê bedena Kurdistanê ku teslîmî Sûriyê hat kirin re got rojava. Rojava ji ber ku parçeya biçûk bû, bê çiya bû, di nav xwe de jî sê perçebû wek Kobanî, Efrîn û Cizîr, ji ber ku ji hev dûr û qut bûn, nikarin bibin yek hêz û cesaret bidin hev. Van hemû xusûsan û taybetmendiyên din şeklek û derûniyek cûda di welatparêzî û gelê Rojava de ava kir.

Gelê Rojava ket rewşa xwe guneh wek zarokê sêwî bibine, ket baweriya ku li vir çiya nînin li vir şoreş nabe, şer nabe serkeftin nabe. Her got; “ez ya biçukim, parçê din ancax min rizgarkin ,bi xwe şoreş jiyan nekirin, li şoreşên parçeyên din tamaşekir an jî destek da dema ku komkujiyên li parçên din pêk dihatin didît vê yekê di Rojava de welatparêziyekî hestiyar ava dikir, ji ber wê di welatparêziya rojava de hestiyarî zêde ye. Bi vê welatparêziya hestiyar berê xwe dane Bakur, Başûr û Rojhilatê û di wan serhildan û berxwedaniyan de cihgirtine û desteka madî-menewî dane. Serhildêr û şoreşgerên Kurd jî ji parçên din dema tengav dibûn derbasî rojava dibûn, li wir xwe diparastin, gel jî xwedî derdiket. Wan pêşengan jî asta welatparêziya rojava herku diçû zêdetir kir. Mînak hatina Rêber Apo ya Rojava kir ku xetkî welatparêz ya girêdayî gîştî Kurdistanê û çarperçtiyê qebûl nake avabû û ciwanên Rojava di vê xet û sewiya welatparêzê de li her çar parçên Kurdistanê di şerê rizgariya Kurdistan de cih girtin û xwe feda kirin.

Piştî ku Rêber Apo derbasî Rojava bû ji ber ku Rêbertiya rast, welatparêz, şoreşgerî, çandî, azad, îdeolojîk û felsefîk temsil dikir û ji ber ku ji nav gel bû dilnizm û kedkar bû, bitaybet jî Rêbertiya azadiya jin bû. Van sedeman hişt ku gelê Rojava wek mîna ji dema Zerdûşt ve bi eşq û hesretek mezin li benda vê Rêbertiyê be, yekser li dorê civiya, rakir sermilan berve asiman û li dûv wî bi canfedayane berve her derê Kurdistanê bi rê ket. Bi Rêber Apo re xeta welatparêzî ya giştî Kurdistanîbûnê di Rojava de derket lutkeyê, vê yeke bi xwe re malbetên welatparêz ê Kurdistanî jî di rojava de zêdekir, ji ber wê bi hezaran keç û xortên welatparêz û egîd di Rojava de li ser şopa Mezlûm Doğan ava bûn û li her çar parçeyên Kurdistanê bi qehremanî xwe feda kirin û gelê Kurd gihandin vê astê.

Dema ku şoreşa Rojava destpêkir asta welatparêzî bilind bû, bi deh hezaran ciwanên Rojava bi eşqa şoreşê rabûn ser piyan û beşdarbûn. Bi rêbertiya Rêber Apo, bi pêşengtiya PKK û Gerîla di serî de di warê leşkerî û civakî di her warî de xwe rêxistinkir bû hêza şoreş û berxwedanê û bi serket û veguherî dirokekî ku dinya matmayî kir. Bi taybet bi îlana têkbirina Daiş re û ji cihanê re îsbat bû ku ev e welatparêziya Apoyî, ev e heybeta îdeolojî û felsefeya Rêber Apo û dema ku jinek, ciwanek dibe Apoyî ev e encam. Yanî xeta welatparêz a îdeolojîk û felsefîk ya Rêber Apo li Rojava ji her parçe, her netew dema qehreman komkirin li Rojava, çawa efsane diafirîne nîşanê cîhanê da.

Malbat diyardeyekî girîng û çarenûsî ye, di mijara welatparêzê û şoreşê de, heta di mijara kesayat û jiyanê de, malbat dema wateya jiyan, xweparastin, azadî, demoqrasî, zanebûn û welatparêzî bizanibe bêguman wê di wê malbatê de ciwan û nifşên girêdayî jiyan, azadî, welatparêzî û xweparastinê derkevin. Civak û gelekî ku ciwanên wî wiha bin, ne mumkine di bindestan û dagirkerê kevin de bin. Malbata ku di tê de zilam ango bav dewlete hukmê xwe li ser jin û ciwanan ferz dike, jin ji hebûn û jinbûnê derdixe pere xwe jî ji xwebûnê derdixe di navbera xwe û jin de ne jiyan eşq azadî lê mirinê, koletê û nefretê ava dike, diyare ku jiyanê li derê vê malbatê nedaye azadî jî her wiha îca zanabûn jî ji xwe derbasî taxa vê malbatê jî nebûye. Di rewşekî wisa de dema welat di bin dagirkerê de be, bavê serwer ji ber tirsa xwe ji dewlet malbatê ji dagirkerê ziravqetî dike û teşwîqî parsektiya kar li ber derê dagirkerê dike, weke selewat zikrê malbatê fêrî razîkirina dagirkeriyê dike. Bavê wiha pir caran dayikê jî tîne van siyasetên xwe yên erzan yan jî dayîk bi hestên xwe yên teng köle, ji welatdûr pir car bi bav re di vî warî de dibe yek, li Rojava bi piranî ev rastiya malbatê ya ku ne wiha be jî bi keda azadî ya Rêber Apo guherê ye. Li Rojava ev şêweyê malbata bav bi hevparkirina dayîkê jî bi salane xizmeta dagirkeriya dewleta Sûriye li ser Rojava kir û dike. Ji bo ku keç û xortên Rojava nebin welatparêz erka xwe ya azadî, rizgarî û welatparêzî pêkneynin, vê malbatê hemû cûre polîtikayên xerab û xerabî li ser ciwanan meşand. Teşwîqî sixurtî, ferdperestî, pereperestî ji civak û gel qutbûnê kir.

Ji bo ku zarok nezan û wek xulam her li ba be li ser esasî zarok çawa bibe xulamê herî baş ê sistema dijmîn wan mezin dike, navê vê qebhet, rezalet, bêexlaqî, xerabî û cerîmeta xwe ji dikin hezkirina dayîk û bav ji zarokan re diyare ku navê vê yeke çiye lê ne hezkirine. Bi şoreşa Rojava re dewletên emperyalîst ên mîna Emerîka, Firensa, Birêtanya û bi sedan munezemat derbasî Rojava, riya serkeftina van dewlet û minezematan ku dixwazin Rojava û Sûriyê dagir bikin yekser di tinekirina welatparêzî û manewiyata gele Rojava re derbas dibe. Ji ber wê ambargo danîn û şerekî taybet ê di her warî de li ser nirxên welatparêzî û manewî yê gele Rojava îlan kirin. Hedef ew bû gel û di serî de ciwan ji şehîdan, Rêber Apo, şoreşê û welatparêzî dûrxin. Ji ber ku dema ciwan ji welat û şoreşê qutbûn kes li pêş dagirkerê û emperyalizmê nasekine. Ev cureyê malbatê ku heta niha bi rewşa xwe xizmetî dagirkeriyê niha ne tene dagirkerê dayîk û bavê vê malbatê ketin lîstîka Emerîka, Firensa, Birîtanya û bi sedan munezematên ku istîxbaratan şandine vir.

Wisa van dayik û bav di vê malbatê de xwe kirin lîstik û xizmetkarê herî xirab ê van dewlet û munezematan jî. Ji ber wê niha bi hezaran ciwanên Rojava ji şehîdan, Rêbertî, jiyan, manewiyat, civak, welat, azadî, rizgarî û rûmetê qut jiyan dikin, ew bi sedhezaran ciwan bûne pereperst berjewendîperest û kole xerizeyên cinsî ji ber wê ew ji ruh, jiyan û ciwanbûnê derketine dayî û bavek çawa dikarin zarokên xwe têxin vê rewşê, çawa dikarin wan bê rûmet bikin û piştre bêjin emin dê û bavê we û emin xwe ji bo we didin kuştinê ev xwexapandina herî mezin a dayîk û bavê newelatparêze. Bi giştî eve bav, dayîk, malbat, ciwan û civaka ku munezemat, emperyalizm, xiyanet û dagirkerî dixwaze. Ji ber wê ye ku ciwanên Rojava di nav YPG de pir keme, ji ber wê di hazirtiya şerê li dijî êrîşa turkiyê de cih nagre,ji ber wê ne di xema parastina deskeftê şoreşê, gund, bajar û het male xwe de ye jî. Lê di xema pere û ketina ji exlaq deye eve kare melbata newelatparêz.

Niha ciwanên rojava pêwîste bizanin ku siyaseta ku malbat teşwîq dike ya dagirkerî, emperyalizm, munezematan e. Dawiya vê siyasetê van gotinên dayik û bav wê bibe tinekirina Kurdistanê, şoreşê, nirxên şehidan û Rêbertî, rumet, jiyana azad, mal mülk û heta wê bibe tunekirina melbatê bi xwe jî. Ji ber wê li ser riya Rêber Apo û şehîdan bi benê malbat, pere, wezife naxwe bi bene welat , azadî, serfirazî, exlaq, pîrozî, çelengiya azadî û bi rûmetêve bigrin. Eve ya me di nav gelen cîhanê de serkeftî dike û hêja dike. Wek çawa ku li beramber daiş li ser dîka cîhanê û dîrokê em bi serketin.


NC/Serhed Qamîşlo

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Baş e ku şanoya bajêr a Amedê heye!’

Nivîsa Pêş

Berxwedanvanê herî ciwan ê 19 salî: ‘Em ji bo her bedêlê amade ne’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedanvanê herî ciwan ê 19 salî: ‘Em ji bo her bedêlê amade ne’

Berxwedanvanê herî ciwan ê 19 salî: 'Em ji bo her bedêlê amade ne'

PKK Fermandar Karasûngûr û şehîdên 2’ê Gulan bibîranî

PKK Fermandar Karasûngûr û şehîdên 2'ê Gulan bibîranî

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.