Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PKK Fermandar Karasûngûr û şehîdên 2’ê Gulan bibîranî

PKK: "Di salvegera sih û şeşemîn a şehadeta wan de em hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, di salvegera sêyemîn a şehadeta wan de hevrê Azad Sîser û Çektar Amed, di şexsê wan de jî şehîdên partiyê û têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/05/2019 - 10:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK Fermandar Karasûngûr û şehîdên 2’ê Gulan bibîranî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di şexsê kadroyên pêşeng ên 2’ê Gulana 1983’an û 2’ê Gulana 2016’an şehîd bûn, şehîdên partiyê û têkoşîna azadiyê bi rêz û minet bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “2’ê Gulana 1983’an li Qendîlê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya me û fermandarê nemir ê berxwedanên Hîlwan û Sêweregê hevrê Mehmet Karasûngûr û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Îbrahîm Bîlgîn, di şerê YNK-Partiya Komunîst de di encama êrîşa YNK’ê de şehîd bûbû. Di ser re sih û şeş sal derbas bûn. 2’ê Gulana 2016’an li Amedê, Fermandarên Qada Navendî ya HPG’ê û kadroyên pêşeng û milîtanên hêja yên PKK’ê Azad Sîser û Çektar Amed şehîd bûn. Di ser van şehadetan re jî sê sal derbas bûn. Di salvegera sih û şeşemîn a şehadeta wan de em hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, di salvegera sêyemîn a şehadeta wan de hevrê Azad Sîser û Çektar Amed, di şexsê wan de jî şehîdên partiyê û têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.

Weke ku tê zanîn, ji bo Têkoşîna Azadiyê û gelê Kurdistanê 18’ê Gulana 1977’an roja şehîdbûna hevrê Hakî Karker Roja Şehîdan, meha Gulanê jî Meha Şehîdan e. Bi vî rengî, em; gel û tevger di sala çil û sêyemîn a Roja Şehîdan û Meha Şehîdan de ne. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku di şexsê hevrê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Azad Sîser û Çektar Amed de şehîdên me yên leheng hemûyan bi bîr bînin, rast û bi têrkerî fêhm bikin û li ser şopa wan hîn bi xurtî û biryardarî bimeşin.

Em; gel û tevger, 2’ê Gulanê û Meha Şehîdan a sala 2019’an bi pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ pêşwazî dikin ku bi pêşengiya Leyla Guven li dora Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin bi rê ve diçe. Bêguman ev pêngava me ya mezin a azadiyê bi pêşengiya rastiya Rêbertî û Şehîdan pêk tê. Em bi vî rengî hewl didin xeta xwe ya Rêbertî bixin meriyetê û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin. Li ser vê bingehê em dixwazin xwe azad bikin û deynê xwe yê ji bo şehîdên xwe yên leheng bidin. Em pê piştrast in, her ku em li ser xeta Rêbertî û şehîdan bimeşin, em ê zor û zehmetiyan ji holê rakin, serketinên mezin bi dest bixin û li ser vê bingehê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin.

Eşkere ye, faşîzma AKP-MHP û hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo pêşî li vê yekê bigirin, bi hev re bi rengekî hovane êrîş dikin. Li zindanan li dijî şoreşger û welatparêzên di Greva Birçîbûnê ya Mezin de ne, zexteke li derveyî mirovahiyê û êşkence li wan tê kirin. Dayikên me, gelê me û dostên me yên ji bo piştgiriya bi berxwedana pîroz a bi pêşengiya Leyla Guven têdikoşin, bi rengekî ne li gorî hiqûqê dibin hedefa êrîşên namerdane. Lê belê ti ji van êrîşên hovane nikare tevgera me û gelê me lawaz bike, nikare rejîma AKP-MHP a qirker-faşîst ku dijminê Kurdan e ji hilweşînê rizgar bike. Berevajî, êrîşên tên kirin hêrs û nerazîbûna me zêdetir dikin, berxwedan û biryardariya me xurtir dikin.

15 hevrêyên girtî yên PKK û PAJK’î ku li dijî êrîşkariya hovane pênc meh in li zindanan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne, 30’ê Nîsanê berxwedana xwe veguherandin rojiya mirinê ya dîrokî. Em; gelê welatparêz, jin û ciwanên şoreşger û hêzên demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi lehengî li ber xwe didin. Hêzên me yên gerîla yên leheng jî tola êrîşên faşîst hemûyan hiltînin û hesab ji êrîşkariya faşîst dipirsin. Destên ku dirêjî dayikên me yên welatparêz dibin yek bi yek dişikînin. Eşkere ye ku heta niha em li ser xeta Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi pêşengiya gerîla bi ser ket û niha jî li ser vê bingehê em ber bi serketinên nû ve diçin. Li ser vê bingehê, em berxwedana li dijî tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê li zindanan, li çiyê û kolanan tê kirin silav dikin û destnîşan dikin ku baweriya me ya bi serketinê xurt e. Ji bo serxistina Berxwedana Rojiya Mirinê ya Dîrokî ya li zindanan em xwedî li banga seferberiyê ya dayikên Kurd derdikevin û li ser vê bingehê bang li hêzên antî-faşîst hemûyan dikin ku rabin ser piyan û çalakiyan bikin.

Dema ku em li sih û şeş salên bihurî vedigerin dibînin, ku me; gel û tevger soza ku dane Berxwedana Zindanan a Mezin, hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlmez û di şexsê wan de dane şehîdên xwe yên leheng, bi giranî bi cih anîne. Bi rengekî vekirî tê dîtin, her tiştên li Kurdistanê bi Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê hatine bidestxistin ku bingeha vê pêngavê ji aliyê wan ve hate danîn û bi meşa lehengiyê ya mezin jiyana azad jinûve vejiya ye. Li ser vê bingehê ispat bûye ku teslîmiyet dirizîne, berxwedan jî azad dike. Bi gel û tevger; em ê li ser vê xeta berxwedanê û jiyana azad ku rastiya wê ispat bûye heta dawiyê bimeşin û pê bawer in ku em ê hîn gelek serketinên mezin diyarî mirovahiyê bikin.

Em hevrêyên xwe Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Azad Sîser û Çektar Amed careke din bi bîr tînin û bang li gelê xwe yê welatparêz û hêzên demokratîk dikin ku di meha Gulanê de şehîdên me yên leheng bi bîr bînin, wan rast fêhm bikin, li ser vê bingehê têkoşînê geş bikin û pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin’ bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedanvanê herî ciwan ê 19 salî: ‘Em ji bo her bedêlê amade ne’

Nivîsa Pêş

Leyla Guven 176 rojin li ber xwe dide

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Leyla Guven 176 rojin li ber xwe dide

Leyla Guven 176 rojin li ber xwe dide

NIRXANDIN – ‘Çawa Bijî, Çi Bikî û Ji Kur Dest Pê Bike’

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan cara 811'an serî li dozgeriyê dan

Manşet

  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.