Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: “Pêngava berxwedanê wê bi 1’ê Gulanê re bigihêje asta bilind”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, gelê Kurd bi rengekî topyekûn li ber xwe dide û got, "Pêngava me ya berxwedanê ya li Kurdistanê wê bi 1'ê Gulanê re bigihêje asta bilind û di rêya serketina mayinde de wê bi pêş ve biçe."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/04/2019 - 10:30
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Kalkan: “Pêngava berxwedanê wê bi 1’ê Gulanê re bigihêje asta bilind”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir, ew 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin û bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li gelek deverên dinyayê belav bûne.

Kalkan anî ziman, li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên dinyayê jin, ciwan, kedkar; gelê Kurd li her cihî ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin û got, “Gelê Kurd li her derê ji bo rakirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê 24 saetan di nav çalakiyan de ne. Li zindanan bi hezaran girtiyên azadiyê di grevên birçîbûnê de ne. Gel berxwedaneke fedaî dike. Em bi berxwedaneke wisa dikevin 1’ê Gulanê.”

Kalkan li ser 1’ê Gulanê Cejna Karkeran û berxwedana grevên birçîbûnê nirxandineke wiha kir:

“Ji niha ve ez cejna hemû karker û kedkaran pîroz dikim. 1’ê Gulanê roja hevgirtin û têkoşînê ya gelê Kurd, gelên kedkar û jinan e. Gelê Kurd gelekî kedkar e. Ji ber vê jî 1’ê Gulanê roja yekîtî û hevgirtinê ya gelê Kurd e. Em tevger û gel bi pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dikevin 1’ê Gulanê. Çawa ku em bi vê pêngavê ketin 8’ê Adarê û Newrozê, niha jî em bi berxwedaneke wisa dikevin 1’ê Gulanê.

BI HEZARAN GIRTÎ BI MEHAN E DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Di 31’ê Adarê de me derbeke mezin li faşîzmê xist. Ez bawer im wê Kurd li her derê bi awayekî coş tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin. Li cîhanê jî di 1’ê Gulanê de gelek çalakî tên kirin. Em çalakiya azadî û demokrasiyê û pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dikin yek. Her roj li deşt û çiyayan gerîlayên me yên qehreman şer dikin.  Li her çar parçeyên Kurdistanê jinên Kurd, ciwanên Kurd û karker şer dikin. Gelê Kurd li her derê ji bo rakirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê 24 saetan di nav çalakiyan de ne. Li zindanan bi hezaran girtiyên azadiyê di grevên birçîbûnê de ne. Gel berxwedaneke fedaî dike. Em bi berxwedaneke wisa dikevin 1’ê Gulanê.

Em yekîtiya herî mezin di têkoşîna xwe de ava dikin. Ev têkoşîn Kurdan tîne ba hev û gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî li dora xwe kom dike. Me dît ku şerê li dijî DAÎŞ’ê yekîtiyeke çawa ava dike. Şerê me yê ji Kobanê heta Reqa û Baxozê vê yekîtiyê nîşan dide.

Di heman demê de têkoşîna me ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê jî yekîtiyeke wisa ava dike. Sermesele 1’ê Mijdara 2014’an bû Roja Kobanê ya Cîhanê. Hemû gelên bindest û şoreşger û hêzên antîfaşîst bûn yek û bi bîreke hevpar dest bi çalakiyên hevpar kirin. Em vê têkoşînê bi awayekî berfireh didomînin. Gelê Kurd 45 sal in têkoşîneke şoreşgerî didin meşandin.  Li hemberî feraseta qirker li ser xeteke fedaî bi qehremanî şer dikin. Gelê Kurd şev û roj şer dikin. Wekî berxwedana di pêşengiya Leyla Guven de jî tê dîtin, Kurd li her dera cîhanê berê xwe didin azadî û demokrasiyê. Li hemberî faşîzm û terorê şer dikin.

Tê dîtin ku di 1’ê Gulanê de wê li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst  wê têkoşîna lêgerîna cîhaneke demokratîk xurttir bibe. Ji niha ve amadekarî hene. Wisa xuya dike ku wê 1’ê Gulana ya herî bi coş be. Hinekan diyar dikirin ku sosyalîzm têk çû êdî têkoşîna karker û kedkaran nayê kirin lê dîtin ku karker û kedkar têdikoşin. Li her dera cîhanê li ser bingeha yekîtî, hevgirtin û parvekirinê vejîneke nû ava dibe. Sosyalîzma demokratîk bi pêş ve diçe. Tê dîtin ku di paradîgmaya nû ya Rêber Apo de sosyalîzmeke nû ava dibe û tê nîqaşkirin. Em bawer dikin di vê 1’ê Gulanê de wê nîqaşên wisa bidomin.

PÊNGAVA BERXWEDANÊ WÊ BI 1’Ê GULANÊ RE DERKEVE ASTA BILIND

Roniya pratîk û teorîk ya têkoşîna azadiya Kurdistanê, li her derê belav dibe. Li ser vî esasî 1’ê Gulanê dibe yek ji sembola Tevgera Sosyalîst û Demokratîk. Hîn bêhtir dibe xwedî wate, bandorê li bêhtir mirovan dike û dike yek. Li ser vê bingehê em bawer in ku pêngava me ya berxwedanê ya li Kurdistanê wê bi 1’ê Gulanê re bigihêje asta bilind û di rêya serketina mayinde de bi pêş ve biçe.

Em bawer dikin ku di vê 1’ê Gulanê de jin, ciwan, karker, kedkar û hêzên antîfaşîst û antîkapîtalîst wê çîrûskeke mezin pêk were. Têkoşîna pratîk van tiştan xurttir û birêxistintir dike. Ji niha ve di şexsê çîna karkeran de 1’ê Gulana hemû kedkaran pîroz dikim  û di têkoşîna wan a azadî, demokrasî û sosyalîzmê de serketinê ji wan re dixwazim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KBDH: “Niha dema şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê ye”

Nivîsa Pêş

Çalakger Yavûz ê di greva birçîbûnê de êdî çavê wî yê rastê nabîne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çalakger Yavûz ê di greva birçîbûnê de êdî çavê wî yê rastê nabîne

Çalakger Yavûz ê di greva birçîbûnê de êdî çavê wî yê rastê nabîne

Çalakiya Leyla Guven di roja 167’an de didome!

Çalakiya Leyla Guven di roja 167’an de didome!

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.