Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Demsala berxwedanê bi hêztir didome’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/03/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Demsala berxwedanê bi hêztir didome’
ParvekeTweet

“Gelê kurd gelek hestan di nav hev de dijî. Ji aliyek ve pêşengiya serkeftin, serfiraziyên mezin û dîrokî dike, ji aliyê din ve berdêlin mezin didin. Ji aliyek ve êş û keder ji aliyek ve şad û bextewarî. Lê çi dibe bila bibe kurd li seranserî cîhanê di rojevê de ne.

Geh bi afirandina jiyanekê nû ya li Rojava, geh bi tasfiyekirina DAIŞ’ê, geh bi pêşengiya xwe ya leşkerî û şervaniya xwe û geh bi berxwedana bêhempa ya çalakiya greva birçîbûnê li dinyayê tên axaftin. Kurd êdî bi nav û deng in. Di her warî de kurd li ber xwe didin, jiyaneke nû û alternatîf bi neynokên xwe bi berdêlên giran, bi têkoşîneke ji dil û can diafirînin. Di destpêka sedsalê de gelê kurd belangaz, bêxwedî, bêrêxistin, bêrêber bû û lewma ji aliyê dewletên herêmê û hêzên emperyalîst ên serdest ve dihatin parvekirin. Di vê sedsalê de niha çavên cîhanê li ser gelê kurd e û dinya bi saya serê kurdan ji beleya DAIŞ’ê rizgar bû. Kurdên ku hemberî fanatîzma xaçperestan bi pêşengiya Selehadînê Eyûbî li Qudsê rawestandin û pêşketina dîrokê guherandin, niha jî fanatîzm û wehşeta DAIŞ’ê ku li ser navê îslamiyetê dihate kirin têk birin.

Yên ku dibêjin kurd bêkok û bêdîrok in, dizanin ku kurd gelekî dîrokçêker in. Sedsal ewil kurdan tenê li ser navên hêzên serdest dîrok diafirandin lê niha li ser navê xwe dîrokê diafirînin. Li ser navê xwe leşkeriyê, qehremaniyê dikin, li ser navê xwe jiyaneke nû diafirînin. Ji ber ku êdî xwedî birdoziyekê ne. Ji ber ku êdî bêrêber, bêrêxistin nîn in. Ji ber ku kurd xwediyê mûfrezeyên fedaî, xwediyê lehengên bi bawer, xwediyê rastiyeke dîrokî ne.

Carna di nav vê dema tevlihev de mirov hestiyar dibe, li hemberî evqas fedakarî, windahiyên mezin carna xemsarî bi ser mirov tê xwarê. Ger ku ev serkeftinên mezin neyên dîtin mîna ku ked û têkoşîna bêhempa ya hatiye dayîn vala diçe dixuyê. Lê ne wisa ye, her berdêleke ku tê dayîn digihîje encamekê. Kurdan encama ku îro li dinyayê bi nav û deng e bi saya serê van lehengiyên mezin bi dest xist.

Îro jî gelê kurd gav bi gav ber bi serkeftin û serfiraziyên din ve dimeşe. Qîma xwe bi têkçûna DAIŞ’ê nayne, dizane ku heya jiyana azad misoger neke dê hîn gelek caran rastî êrîşên DAIŞ’ê bên. Lewma divê kurd xwe û herêma xwe azad bikin. Ji bo vê yekê têkçûna DAIŞ’ê çiqas tiştek mezin û girîng be, serkeftina hilbijartinên heremî yên li Tirkiyeyê jî ewqas mezin û xwedî wate ye.

Ji hilbijartinan re êdî roj û saet man. Êdî çûyîna qeyûman karê saetan e. Têkçûna qeyûman berdewama serkeftina Baxozê ye. Têkçûna qeyûman bi tena serê xwe cardin afirandina îradeya siyasî ye. Di 21’ê Adarê de serkeftina Baxozê rû da, dê di 31’ê Adarê de jî serkeftina hilbijartinê rû bide. Ev encam di pîrozbahiyên Newrozê de derketibû holê.

Ji niha ve pîroz be.”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Newroz û huner’

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Faşîzm Ne Bi Hilbijartinê, Bi Birêxistinbûnê ve Perçe Bibe!’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – ‘Faşîzm Ne Bi Hilbijartinê, Bi Birêxistinbûnê ve Perçe Bibe!’

ANALÎZ - 'Faşîzm Ne Bi Hilbijartinê, Bi Birêxistinbûnê ve Perçe Bibe!'

TAYBET – Ciwanên Rojê lîstoka şanoyê ya ‘Çiyayê Kurmênc’ amade dikin

TAYBET - Ciwanên Rojê lîstoka şanoyê ya ‘Çiyayê Kurmênc’ amade dikin

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.