Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Newroz û huner’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/03/2019 - 0:03
di nav Analîz, Çand, Hûner û Spor, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Newroz û huner’
ParvekeTweet

“Ji destpêka dîrokê, ji zayîna civaka yekem û heya roja me, di herikandina jiyana mirovahiyê de, serpêhatî, bûyer û kiryarên civakî bûne wekî çavkaniya sazumanî, hişmendî bûne mîtolojiya civakan.

Madem miletek, neteweyek heye, bê şik û guman, mîtolojiya wî gelî, an wî neteweyî jî heye! Li gerdûnê renga reng, gel û netew hene, her wiha, li gorî her civakê jî, rengê mitolojiya wê civakê heye.

Raste ev mijarek sosyolojîk e, lê belê hêjayî gotinê ye ku mîtolojî ji bo civakan hêza ponijandinê ye, bi bandora xwe awrîn û kesayeta civakê karekterîze dike. Yanê civakek kesayeta xwe, hişmendiya xwe, bi heman reng û cewhera mîtolojiya xwe hatiye afirandin.

Dema meriv nirxandina efsanetiya Newrozê dike, mirovên pispor û lêkolînêr, bi hesanî dikarin karekterê gelê kurd û civaka kurdan derxînin holê.

Dibe ku ji ber van sedeman be li seranserê dîroka xwe, karekterê kurdan her tim aştîxwaz e. Ked û xizmeta ku ji civak û gelên din re pêşkêş kirî, ji xwe re wekî pîvana mirovahî û mirovheziyê dîtiye.

Wekî tê zanîn, Newroz, ne tenê gelê kurd, her wiha, gelek milet û neteweyên din jî xwedî lê derdikevin û pîroz dikin.

Di vê mijarê de, xalek din jî, ew e ku, ji aliyê dîrok, erdnîgariyê û cihê ku Newroz lê hilatî de şik û guman ji kurd û Kurdistanbûna vê efsaneya mirovahiyê re nîne!

Îca, mijara ku dixwazim bi we re par ve bikim, Newroza kurdan û huner e.

Di çavkanyên dîrokî de, herî zêde, Mîr Şerefxanê Bedlîsî di Şerefname yê de, Newrozê wekî mîtolojî û efsaneya, bi berfirehî nirxandiye. Dema behsa şahiyên Newrozê dike, wekî mînak, behsa komên orkestra yên muzîkê dike, dibêje: “…li qadên Newrozê, li nik ava çemê Dîcleyê, sed muzîkjenên kemanê û sed ên ud û kanunê, tembûr û kemençe û bilûran, def û daholan… bi hev re lîland…”

Di dîroka çand û hunera kurdan de, bêguman, berhem û nirxa herî zêrîn ya ku bi wateya Newrozê dest pê dike, Mem û Zîn a seydayê Xanî ye. Ji aliyê wêjeyî ve bi baweriya min, Seydayê Xanî, taca zêrîn daye serê Newroza kurdistanî. Meriv dikare bêje ku ji bilî ferqa dem de cudahî di navbera kiryara Seydayê Xanî û kiryara Kawayê hemdem Mazlûm Dogan de, qet nîne. Ji ber ku herdu kiryar jî, armanc, gewher û wateya Newrozê ji nû ve vejiyandine, bi xwe re hêvî û bendewariyên civakê nû kirine! Her wiha, wekî nirx û feraseta civakî, bûne hêvî û bendewariyên mayînde.

Mirov bi hêsanî dikare bêje ku Newroza îsal ji hemû salên bihurî cudatir, di pêvajoyek dîrokî de, bi ked, giyan û berxwedanek bêhempa, ji niha ve xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşîna azadiyê de dinivisîne.

Di vê sala nû de, pêngava berxwedanê ya ku Leyla serkêşî dike û gelê kurd daye ser şopa Leylaya leheng de, li zindanên dagirkeran û hemû beşên welat û derveyî welat, berxwedanek bêhempa ji bo şikandina tecrîd û dorpêça rûmet û kerameta miletekî ku sedsale li navxweyî û qada navneteweyî de, bi qeyd û bendan girêdane, belav bûye û bi biryar berdewam dike.

Bêguman, hêvî û bendewariyên çalakvanan ji helwesta gelê xwe ye.

Şehadetên vê serdemê, bersivên di pîvana keramet û rûmeta neteweyekî, her wiha, topyekûna hemû bangewaziyên sedsalekê ne.

Tevî ku şêwazên çalakiyên canbexşane şêwaza karekter û felsefeya tevger û Rêbertiya gelê me ye. Lê dîsa jî bersiva me ya civakî bo van çalakiyên bi qehremanî, kêm û netêrkirî xuya dikin. Pirsên xwe, em ji xeynî xwe dikin, em netêrbûnên xwe nabînin.

Ger yekitiya me ya neteweyî, civakî bi hêz ba, refleksên civakî têr bikira, îro şehadetên mîna Zulkufan, Zehrayan, Uguran û Medyayan çênedibûn. Keç û xortên me mecbûriya canê xwe bidin ber canbexşînê nedidîtin.

Her roj Erdogan-Bahçelî gef û tehdîdên xwe li kurdan dixwe, bi şêwaza xeniqandina tecrîdê dixwaze bigihêje encamê.

Di 31’ê Adarê de, bi girtin, gef û êrîşan dixwaze encam bistîne, ma gelo kerameta kurdan textê nîşangirtina Erdogan e?

Em bi kerameta gelê xwe bi bawer in. Gelê kurd êdî ne ew kurdê berê ye. Canê xwe dide, lê nahêle toz û qirêj bigihêje kerameta wan.

Mîna orkestraya Şerefdînê Bedlîsî destnîşankirî, êdî orkestraya azadî û kerameta gelê kurd dest bi senfoniya berxwedana serdemê kirî, ji zîndan ta qadên navneteweyî, ji hilweşandina DAIŞ’ê ta rizgarkirina Efrînê, ji dengdayîn û parastina dengên gel di hilbijartinê de, ta şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê, êdî strana newroza 2019 tê strandin.

Rêvebira orkestrayê Leyla ye, koro gelê me ye, muzîkjen û pispor bazên çiyan, parêzvanên axa me ne.

Di hefteya qehremanan de, dîsa Newroza we pîroz be.”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Xelîl Xemgîn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – ‘ŞEWQÊN JI AGIR’

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Demsala berxwedanê bi hêztir didome’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – ‘Demsala berxwedanê bi hêztir didome’

ANALÎZ - 'Demsala berxwedanê bi hêztir didome'

ANALÎZ – ‘Faşîzm Ne Bi Hilbijartinê, Bi Birêxistinbûnê ve Perçe Bibe!’

ANALÎZ - 'Faşîzm Ne Bi Hilbijartinê, Bi Birêxistinbûnê ve Perçe Bibe!'

Manşet

  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn
  • Ciwanên Şoreşger li Dêrazor şehîd Bişeng, Sara û Vejîn bibîranîn
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz û Dayikên Aştiyê li Stenbolê Pêşengên Ciwanan Bi Bîr Anîn
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê civîna xwe li darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Tenduristî yên Heseke: Ji bo Sûriyekî azad û nenavendî li dijî êrîşên dagirkeriyê rawestin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.