Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Nasir Yagiz peyama 8’ê Adarê: Em ê vê biharê bi Rêber Apo re azad bijîn

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/03/2019 - 10:54
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Ji Nasir Yagiz peyama 8’ê Adarê: Em ê vê biharê bi Rêber Apo re azad bijîn
ParvekeTweet

Nasir Yagiz ku ji bo tecrîda li ser Rêberên Gelan Abdullah Ocalan rabe greva birçîbûnê didomîne, bi baweriya ku 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê azadiyê bîne, pîroz kir.

HEWLÊR – Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Oclan ev 107 roj in greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didomîne, ji bo 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek da.

Nasir Yagiz di peyama xwe de wiha got:

“Di şexsê hevrêyên xwedavend de ku li zindanan û li çiyan giyanê azadiye diafirînin, slav li hemû hevrêyên min ên ku li ber xwe didin û şer dikin.

Ev roja 107’an e bi kêfxweşî tevlî çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê heval Leyla Guven bûm ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe dabû destpêkirin. Ji îdeolojiya me ku heqîqeta azadiyê lê li bilindcihan e em hêza xwe ya berxwedanê distînin û em coşa vegera li çanda xwedavendiya Amargî dijîn. Baweriya me qeyîm e ku çalakiya me ya li ser moral û motîvasyona ku ku çalakiya me wê bibe xwedî karekterê civakî. Ji roja pêşî ve, bi her şaneya min re ya ku dihele, baweriya min a bi azadiyê qeyîmtir dibe. Xeta me ya fedaî ku di her eniyê de li ber xwe dide û ber bi serfiraziyê ve diçe, ji hêlekê ve dema ku tecrîdê parçe dike, li gel civaka me ya fedekar ku radibe ser piyan, Rêbertiya azad û Kurdistana azad a demokratîk gav bi gav nêzîk dike. Vaye Şoreşa Rojava bi tinekirina barbariya DAÎŞ’ê vê mîzginiyê dide me. Bihara fînalî ya ku wê bêrîkirina me ya li Rêbertiya azad giyanê me ji nû ve vedijîne.

Weke rêbertiya me jî gotî, şîara “dema ku civak li ber xwe dide, ez li ber xwe didim” divê em hemû weke talîmatê esasî bibînin. Rêbertî hilma me ya berxwedanê ye û dijmin dixwaze vê hilma me bibire. Em jî mîna giyanê seferberiyê ye “hûn nikarin roja me tarî bikin” rabin ser piyan, ji 8’ê Adarê deset pê bikin, bi ronahiya berxwedana jina azad, heta bi 21’ê Aarê, cejna berxwedan û vejîna Kurdan Newrozê berxwedaniyeke bêhempa bidin ber xwe, dema ku Leyla Guven xetîreya berxwedanê ya Heval Mazlûman dibe Newroza Amedê, ez jî biryardar im ku vê xetîreyê bibim pîrozgera me ya berxwedanê Newroza Qendîlê.

BI BAWERIYA KU 8’Ê ADARÊ WÊ AZADIYÊ BÎNE PÎROZ DIKIM

Ez pê şanaz im ku tevlî çalakiya ‘ji tecrîdê re êdî bes e’ ya pêşenga me ya jin heval Leyla bûme, ku li ser xaka ku çanda xwedavendiyê tê jiyîn, bi vê çandê mezin bûye û vê çandê îro bi rengekî bêhempa rojane dike. Bi sedan hevalên me li çar hêlên cîhanê vê hîsê dijîn. Me dîtiye ku pêşengiya jina azad li şertên zindanê, li nav çar dîwaran jî be dikare çi bike, ev îradeya ku vê şanî hemû cîhanê bide derketiye holê. Bi vê çarçoweyê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû hevalên jin, ji ber vê jî, bi baweriya ku wê dahatiya azad bîne pîroz dikim û li ber serkeftina wan bi hurmetdarî bejna xwe ditewînim. Careke dî dîrokê bûye şahid ku heke azadî û aştî wê di serî Rojhilata Navîn û cîhanê wê bi pêşengiya xwendavenda rêxistînî were. Jina azad wê civaka polîtîk a azad û sincî ava bike.

Bi destpêka roja pêşî ya meha me ya lehengiyê Adarê re, hemû berxwedêrên me yên zindanan ên li Tirkiyê jî tevlî vê çalakiya serkeftinê bûne. Ez hemûyan bi hezkirin, hurmetê û bi baweriya bi serkeftinê slav dikim û dibêjim, hûn bixêr hatin çalakiya me. Ev rê rêya me hemûyan e, ev rê rêya xweafirandinê ye, ev rê rêya layiqbûna wê rêyê ne ku em bi wê ne, rêya bersivbûyinê ye, rêya ber bi rojê ve, rêwîtiya ber bi rojê ve û rêya hevrêtiya bi rojê re ye. Hemû hevrêyên me yên ku ketin vê rêyê, bi wê biryardariyê ne ku bibin xwedî wê pratîkê ku diyarkirina, “dawî wê mihteşem be” piştrast bikin.

YA KU DIKEVE SER MILÊ ME, MEŞA LI SER RÊYA WAN E

Bila ev yek baş were zanîn; em ne ji bo tiştek hêsan yan jî bê armanc cane xwe feda dikin, em evîndarê jiyanê ne. Ger em divê oxirê de şehîd jî bikevîn wê civakek azadixwaz, demokratîk û berxwedêr wê tola me hildin, ji ber ku em nemir in. Şaneyên çalakgerên berxwedêrên Zindana Amedê ya sala 1982’an ji bo azadiya vî gelî heliyan, îro carekî din ev hucre zindî û şîn dibin. Di pêşerojê de em ê civaka exlaqî û polîtîk ava bikin û ev yek ji wê dîrok binivîse. Dîroka gelê Kurd û Kurdistanê ya hemdem ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye nivîsin û dagirkirin. Ji bo vê ye tenê bi berxwedanê em dikarin vê hişmendiyê têk bibin û dawî li dagirkeriyê bînîn. Tenê rêya li pêşiya me berxwedan e. Mecbûrî û bêçaretî ne jiyana me ye. Berdêla vê jiyanê çi dibe bila bibe û ji bo jiyanek watedar em ê cane xwe feda bikin.

EV BIHAR WÊ BIBE BIHARA SERFIRAZIYÊ

Em ê bi felsefeya Rêber Apo ku dibêje; ‘Fikir-zikir-çalakî’ serkeftinê bidest bixin. Em ji paradîkamaya Rêber Apo pir bi bawer in û ji wê hêz û moral distînin. Di van rojan de em hestên azadiyê dijîn. Ev bihar wê bibe bihara Kawayan û em ê serkeftinê bi dest bixîn. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê biharê bi Rêber Apo re azad bijîn. Ev bihar wê weke gulekê li sere tevahî çiyayan vebe û wê hevrêyên me bi berxwedan û têkoşîna xwe azadiyê ji gelê me re bîne.

Em ê jî weke Kemal û Mezlûman dibêjin; ‘Em ew qasî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de dikarin canê xwe feda dikin’ û bi sirûda Hevrê Çiyager a ‘Çi dibe bila bibe wê dawî heybet be’ em ê şopdarê rêya van hevrêyan bin. Dixwazin bi vê tecrîda girankirî, çong li ber me danin, stûyê me bitewînin. Lê bila baş bizanin em ti caran vê zilim û zordariya wan qebûl nakin û heta dawiyê jî em ê li ber xwe bidin. Wê welatê me Kurdistan weke her carê bi sekna xwe xwedî li şehîdên xwe derbikeve. Bi helîna laşê me ya fîzîkî em ê nikaribin deynên xwe yên li hemberî Rêbertiyê û Kurdistanê bidin.

Ev Newroz wê bibe sala serkeftin û demokrasiyê ya gelê Kurd, ev Newroz wê bi awayekî cudatir bê pîrozkirin û em bi hêvî ne. Ez we tevan bi rêzdarî silav dikin, serkeftin ya gelê Kurd e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin

Nivîsa Pêş

Berxwedana Leyla Guven ket meha 4’a

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Leyla Guven ket meha 4’a

Berxwedana Leyla Guven ket meha 4'a

YPS-JIN: ‘Çîruska ku rêheval Leyla pêxistiye, em ê bi meşaleyan mezintir bikin’

YPS-JIN: ‘Çîruska ku rêheval Leyla pêxistiye, em ê bi meşaleyan mezintir bikin’

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.