NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Qîrewan ê Tunisê 2 şevan li pey hev pevçûn di navbera ciwanan û polîsan de rû da. Li gorî agahiyên ku şahidan parve kirine, pevçûn piştî şopandina kesekî ji aliyê polîsan ve û kuştina wî dest pê kir.
Li gorî agahiyên, ciwanan hêrsdar hêzên ewlekariyê dan ber kevir û molotovan. Di heman demê de bi şewitandina dûlaban rê girtin. Polîsan î gaza îsotê li ser ciwanan reşand.
Xizmên kesê mirî diyar kir ku dema motorsîkletek bê ehliyet diajot dewriyeke polîsan li pey wî ket. Piştre ew lê dan û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber xwînrijandina serî mir.
Desthilata Tunisê heya niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.


