Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şagirtê Apê Mûsa û şervanê heqîqetê: Rohat Aktaş

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/02/2019 - 9:37
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Şagirtê Apê Mûsa û şervanê heqîqetê: Rohat Aktaş
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Rohat Ararat

Rohat Aktaş, ciwanekî kurd û ji malbateke welatparêz li Stenbolê ji dayik dibe. Di çar saliya xwe de bi malbatî tên Rihayê. Hêj di zarokatiya xwe de gelekî ji malbatê, ji welatê xwe hez dikir. Herî zêde ji lîstika gogê hez dikir. Dixwest bi rihetî tevbigere. Zarokekî bêtirs bû. Ji gund hez dikir û dixwest li gund bijî. Têkiliya wî bi hevalên wî re jî gelekî baş bû. Di temenê xwe yê biçûk de doz û têkoşîna kurd û Kurdistanê nas dike. Di zarokatiya wî de apê wî (Kemal Aktaş) wê demê di girtîgehê de ye. Tevî malbata xwe diçe hevdîtina apê xwe. Bi çavên xwe tundiya li ser civak û welatê xwe Kurdistanê dibîne. Di rewşa civaka kurd û Kurdistanê de xwe nas dike, her tim difikire û dikeve nav lêpirsînekê.

Rohat, di 11 saliya xwe de êdî tevgerê nas dike. Di 12 saliya xwe de dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat dike. Li Rihayê di nav xebatên ciwanan de cih digire. Her tim dikeve nava hewldanekê. Piştî salan di nav xebatên çapemeniya azad de cihê xwe digire. Di 8’ê tebaxa 2015’an de bû Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat a ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat girtin. Dibe şagirtê Apê Mûsa û dide ser şopa rastiyê, dibe dengê gel û şervanekî heqîqetê. Dema di nav xebatên rojnamê de bû, di heman demê de ji bo Stêrk Tv’yê jî bernameya ciwana çê dike. Di pêvajoyek dijwar de bajar bi bajar digere û rojnamegeriyê dike. Bêguman li Kurdisanê rojnamegerî nehêsan e. Divê tu wekî şervanekî heqîqetê û têkoşerekî doza azadiyê bi hêz û xwedî biryar bî.

Rohat dema dixebitî li derdorê xwe dinihêrî digot ‘çima evqas milet bêdenge’ tiştê ew difikirî dixwest her kes wekî wî be. Dixwest tu kes li hemberî zilm û zorê bêdeng nemîn e. Jixwe her tim li dijî vê zilm û zoriyê di nava têkoşînekê de bû û herî dawî jî çû Cizîrê. Li Cizîrê şer û pevçûn hebû. Lewre di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî gelê kurd ji aliyê dewleta tirk qirkirinek topyekûn hatibû destpêkirin. Li dijî vê qirkirinê jî gelê kurd biryara xwerêvebirin û xweparastinê girtibû û li ber xwe didan. Berxwedana xwerêveberiyê li dijî êrîşên tunekirinê yên li hemberî gelê kurd û hêzên azadiyê bû, li dijî teslîmiyet û xiyanetê bersiva xweparastinê bû.

Ew parastina rûmetê bû

Ev berxwedanê bi rengekî vekirî ji her kesî re radigihand ku êdî mîna berê tu hêz nikare tunekirin û tunehesibandinê li ser kurd û Kurdistanê ferz bike. Yekane rêya rizgariya ji vê rewşê jî berxwedan e. Ji bo azadiyê berdêl çi dibe bila bibe divê bê dayîn. Berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê bi mehan dewam kir û dewleta tirk piştî ku fêhm kir nikare encamê bi dest bixe, herî dawî di 14’ê Kanûna 2015’an de bi deh hezaran leşker, bi sedan tang û her şêweyên çekên giran û yên teknolojîk êrîş bir ser bi sedan ciwanên berxwedêr û gelê kurd.

Dewleta tirk bi kiryarên hovane dest bi hilweşandina Cizîra Botan kir. Berxwedêrên Cizîrê li dijî bangên teslîmiyetê di nava şert û mercên gelekî giran de têdikoşiyan û peyama mirov di her şertî de dikarin rûmeta xwe biparêze didan her kesî.  Bi taybetî berxwedêrên Cizîrê aşkera kirin ku êdî teslîmiyet dê nikaribe reh berde nava vê xakê. Heta dawiyê rûmeta gelê kurd parastin. Di vir de pêwîst e mirov lehengê mezin ê vê berxwedanê Mehmet Tunç jî bi bîr bîne. Mehmet Tunç digot ‘Me li ber xwe da, bi me serbilind bin’. Belê îro gelê kurd deyndarê vê berxwedana Mihemedê Botî û rêhevalên wî ne.

‘Êdî teslîmiyet miriye’

Belê Rohat jî xwe tev li vê berxwedanê kiribû. Dixwest ev hovîtî di tariyê de nemîne û bibe dengê berxwedanê. Lê hêzên tirk ji bo kiryarên wan ên hovane neyê aşkarekirin Rohat jî ji xwe re kiribûn hedef û ji milê çepê ew birîndar kiribûn. Li gel Rohat bi dehan ciwanên kurd di jêrzemînan de asê mabûn. Lê belê guh nedidan bangên teslîmiyetê û bi berxwedana xwe peyama ‘Êdî teslîmiyet miriye’ didan. Hêzên dewleta tirk ên ji mirovahiyê bêpar ku li hemberî vê sekna bi rûmet har û dîn bibûn, di jêrzemînan de Rohat jî di nav de 137 ciwanên kurd bi awayekî zindî şewitandin. Her wiha di encama vê berxwedanê de nêzî 300 mirov şehîd bûn.

Dê ala barxwedanê her bilind bibe

Hovîtiya dewletê ya ku li Cizîrê kirî cenazeyê berxwedêran nedihat nasîn. Di encama destên DNA’yê de malbatan cenazeyên xwe werdigirtin. Di 25’ê Sibatê de jî cenazeyê şervanê heqîqetê Rohat Aktaş hat teşhîskirin û di 26’ê sibatê de jî li gundê wî yê Pirsûsê bi beşdariya bi hezaran hat definkirin. Belê em di 3’yemîn salvegera şehîdê berxwedan Cizîrê Rohat Aktaş de ne. Lê belê ew ala berxwedanê ya ku hat bilindkirin her li ba dibe. Di rewşa heyî de berxwedan li gelek qadan tê dayîn. Ya ku ji bo mîrate û wasiyeta berxwedana xwerêveberiyê bê kirin, avêtina gavên ber bi serketinê ve ye.  Di roja me ya îro de jî bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi sedan girtiyên li zindanan û her wiha li gelek qadên din ew ala berxwedanê bilind dibe û dê heta serkeftinê jî her li ba be.

Belê Rohatê vîn ji pola, îro tu di nav stêrkên li asîmanên Kurdistanê yên ku rêya têkoşîna azadiya me ronî dikin de yî. Îro di dilê bi milyonan ciwan û gelê kurd de yî. Îro tu rêberê rêya me yî. Ez bawer im dema ku tu tev li karwanê azadiyê bû, te dizanî dê bi hezaran şopdarên te hilên. Erê em ê her şopdarê ew heqîqeta ku te bi vîn û giyanê xwe li pêşiya me ronî kirî, bin.

Çavkanî: e-rojname

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kalkan: “Faşîzm wê hilweşe, demokrasiya gel wê bi ser bikeve”

Nivîsa Pêş

Bi AKP-MHP re tifaqa hilbijartinê ya Huda-Par-Hîzbullah’ê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Bi AKP-MHP re tifaqa hilbijartinê ya Huda-Par-Hîzbullah’ê

Bi AKP-MHP re tifaqa hilbijartinê ya Huda-Par-Hîzbullah'ê

Leyla Guven ji girtiyên di grevê de ne re name şand

Leyla Guven ji girtiyên di grevê de ne re name şand

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.