Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê: “Em banga xwedî derketina berxwedanan dikin!”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/02/2019 - 14:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê: “Em banga xwedî derketina berxwedanan dikin!”
ParvekeTweet

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê: ” em bang li gelê xwe, çepgir-sosyalîst, demokrat, antî-faşîstan, şexsiyet û raya giştî ya demokratîk dikin ku ji berxwedanê re bibin destek û lê xwedî derkevin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê ji ber salvgera 20’an a Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê, em Rêber Apo ku li dijî komployê pêşengiya berxwedanê dike, ku em û gel anîne ber serfiraziyê, yekbûna hemû nirxên me yên madî û manewî ye û li ser navê mirovahiya cîhanê bûye sîmgeya azadî, dadmendî û demokrasiyê bi hurmet û minet slav dikin, em dîsa soza dilsozbûna xwe didin. Em hemû şehîdên berxwedana ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li dijî komploya 15’ê Sibatê li dora Rêbertî bûne xeleke ji êgir bi hurmet û minet slav dikin, dîsa sond dixwin ku bîranîna wan bi serfriraziyê tacîdar bikin.”

Daxuyaniya komîteyê wiha dewam kir:

“Em pê dizanin, ‘hevrêtiya me ya kêm’ bûne kevirên rêya ku diçû komployê. Ji ber sedema ku me Rêbertiya xwe rast, têra xwe û di dema xwe de fêhm nekir û pratîze nekir, vê wêrekî û hêz da komplogeran. Îro jî bi qasî ku em Rêbertiya xwe fêhm dikin û pratîze dikin bi ser dikevin û heq ji komplogeran derdikevin. Ji bo vê jî, li dijî komploya 15’ê Sibatê bersiva herî watedar û rast a ku em ê bidin, wê rastfêhmkirina Rêber Apo û pratîzekirin e. Encex wiha em dikarin xwe ji ‘hevrêtiya kêm’ xilas bikin û bibin layiqê hevrêtiya Rêbertî. Ev jî encex bi li xwe pirsîneke mezin û bi biryardariyeke mezin dikare pêk were. 15’ê Sibatê li cem me ji hêlekê ve ‘roja reş’, ‘roja qirkirinê’ ye û ji hêla din ve her wiha li ser zemîna rabûnên mezin, roja wê ye ku em kesayatiya biryardanê û serfiraziyê ava bikin.”

Em sala 20’an a komploya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn û li ser dahatiya azad a mirovahiya pêşverû hatiye kirin li pey xwe dihêlin. Ev 20 sal in bi pêşengiya Rêber Apo gel û Tevgera Azadiyê têkoşîneke bêhempa dide. Li dijî komploya ku dabû ber xwe ku têkoşîna Azadiyê ya Kurdan tasfiye bike, ev têkoşîna bêhempa û destanî ya li ser hîmê ‘xweparastin û xweazadkirinê’, bi pêngava berxwedanê ya berdest a, ’em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” geş û gur bûye.

Em bi pêngava berxwedaneke bêhempa dikevin sala 21’an a komploya 15’ê Sibatê. Rêber Apo ku ev 20 sal in li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê û komplogeran ji hêla fizîkî, manewî, ramanî û siyasî ve berxwedaniyeke bêhempa dide, hem pêşengê rastî yê vê pengava berxwedanê ye û hem jî çavkaniya sûdwergirtinê ye. Bi daxwaza şikandina tecrîda li Îmraliyê, bi sedan hevrêyên me yên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, bi biryardariyeke mezin bi pêşengiya Rêber Apo destana berxwedanê dinivîsin. Ev hevrêyên me rêya ku em li ser hîmekî rast bi Rêbertî re bibin hevrê nîşan didin. Çawa ku ‘hevrêtiya kêm’ rê li ber komployê vekiribe, ev jî dibe çespandina wê ku hevrêtiya rasta bi Rêbertî re wê me bigihîne serfiraziyê. Pîvana xwedayina jidil a dozê, ku ji hemû fikar, tirs û girêdanan xwe xilas kiriye diafirîne.

Ev berxwedana bêhempa peywir û berpirsyariya mezin li me bar dike. Ti kesek ji me nikare xwe li derveyî vê pêngavê bibîne. Çi kesê ku ji xwe re dibêje, ez pêşeng im, welatparêz im, demokrat im, rewşenbîr im, li dij faşîzmê me, xwedî wijdan im, divê li peywir û berpirsyariya xwe xwedî derkeve, bi biryardarî û bêtirs yekbûna bi berxwedanê re, hemû qadên ku lê ye veguherîne qada têkoşînê ya li dijî faşîzmê tekane helwesta watedar û serketinê ye. Dilsoziya bi Rêbertî re, şermezarkirina komployê jî bi vê çarçoweyê watedar û faşîzm, bi berxwedaneke wiha ya giştî mirov dikare bavêje ser sergoya dîrokê. Li ser vê bingehê, em bang li gelê xwe, çepgir-sosyalîst, demokrat, antî-faşîstan, şexsiyet û raya giştî ya demokratîk dikin ku ji berxwedanê re bibin destek û lê xwedî derkevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zanîngeha Rojava Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Nivîsa Pêş

Meşa dirêj a ciwanan li Yewnanîstanê di roja xwe ya duyem de didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Meşa dirêj a ciwanan li Yewnanîstanê di roja xwe ya duyem de didome

Meşa dirêj a ciwanan li Yewnanîstanê di roja xwe ya duyem de didome

Çeteyên DAÎŞ’ê radestê QSD’ê dibin: Operasyon didomin

Çeteyên DAÎŞ'ê radestê QSD'ê dibin: Operasyon didomin

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.