Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: “Em ê ji xeta xwe ya berxwedanê tawîzê nedin!”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/02/2019 - 12:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: “Em ê ji xeta xwe ya berxwedanê tawîzê nedin!”
ParvekeTweet

Koordînasyona PAJK’ê; “Jinên Kurd vê têkoşînê deyndarê şehîdên leheng in ku bi ruhê fedayî şer kirin, têkoşiyan û ji bo jinên Kurdistanî û cîhanê hiş û bîra azadî û berxwedanê afirandin. Divê were zanîn, em ê têkoşîna xwe li ser xeta şehîdên xwe mezin bikin û heta Rêber Apo yê afirînerê azadiya jinê azad nebe, em ê ji xeta xwe ya berxwedanê tawîzê nedin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniya Kooordînasyona PAJK’ê de hate gotin, “Hevrêya me Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn, li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo çalakiya fedayî kir û tevlî xeleka ji êgir a li dora Rêber Apo bû. Di sala 14’an a şehadetê de em wê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bi têkoşîna xwe ya li ser xeta fedayî, bi azadiya Rêbertiya xwe em ê dilsoziya xwe ya bi bîranîna wê re nîşan bidin.”

PAJK’ê diyar kir, Soran dîlgirtina Ocalan qebûl nekir û têkoşîna xwe ya şoreşgerî diyarî azadiya Ocalan kir. Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Hevrê Viyan yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera me ya azadiyê bû û jineke bi rûmet bû ku kevneşopiya berxwedêr a Başûrê Kurdistanê bi xeta fedayî ya tevgera azadiyê ve girê da. Dîlgirtina Rêbertî û komplo qebûl nekir û têkoşîna xwe ya şoreşgerî diyarî azadiya Rêbertî kir. Hevrêya me Viyan wiha bang kir, ‘Peyama min peyama azadiyê ye. Ez bang li we hemûyan dikim; ji bo parastina Serok Apo û serketinê, çalakî û têkoşînê geş bikin’. Gelê me bi têkoşîna xwe ya bi salan a li dijî komployê bersiv da vê bangê. Gelê Kurd dîlgirtina Rêberê xwe ti carî qebûl nekir û li dijî tecrîd û sîstema Îmraliyê timî têkoşiya.

Komploya navdewletî dikeve sala 21’an, tecrîdkirina Rêbertî jî ji her demê bêhtir hatiye girankirin û li dijî vê yekê çalakiyên berxwedanê yên mezin tên kirin. Li ser şopa Leylayan ku di dîroka me ya azadiyê de her pêşengî kirin, bi pêşengiya Leyla Guven berxwedana grevên birçîbûnê li Kurdistanê û tevahiya cîhanê pêk tên. Bi van çalakiyan tê xwestin, tecrîdkirina Rêbertî bi dawî bibe û şert û mercên ji bo kar û jiyana azad jê re bên afirandin. Grevên birçîbûnê bûne dewama têkoşîna li ser xeta azadî û fedayîtiyê ya hevrêyên me yên şehîd ku li dijî dîlgirtina Rêbertî hate afirandin. Grevên birçîbûnê wê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin.”

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir, têkoşîn bi pêşengiya jinên Kurd roj bi roj xurt dibe û wiha dewam kir: “Jinên Kurd vê têkoşînê deyndarê şehîdên leheng in ku bi ruhê fedayî şer kirin, têkoşiyan û ji bo jinên Kurdistanî û cîhanê hiş û bîra azadî û berxwedanê afirandin. Divê were zanîn, em ê têkoşîna xwe li ser xeta şehîdên xwe mezin bikin û heta Rêber Apo yê afirînerê azadiya jinê azad nebe, em ê ji xeta xwe ya berxwedanê tawîzê nedin.”

Di dawiya daxuyaniya PAJK’ê de hate gotin, “Li ser vê bingehê em gelê xwe yê welatparêz, berxwedêrên grevên birçîbûnê, çalakgeran û her kesên ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin silav dikin û bang dikin ku van çalakiyên xwe mezintir bikin. Hevrêya me Viyan Soran digot, ‘Bi şertê ku her kes ji bo parastina xwe û gelê xwe, cihê xwe di eşrê rûmetê de bigire û kar bike, temînata serketinê di destê me de ye. Ji ber vê yekê her Kurdek, her rewşenbîr, rêxistin, çînên civakî, hemû bajar, gund, her kesên ji xwe re dibêje ‘Kurd im’, ‘Mirov im’ divê îsal xwedî nexşeyeke çalakiyan be. Armanca vê nexşeyê jî divê tenê azadî û serketin be. Êdî divê bêçaretî û têkçûn tine be, di sedsala 21’ê de divê em çarenûsa xwe bi têkoşîna xwe diyar bikin’. Bi vî rengî wê bersiv ji vê banga têkoşînê ya hevrê Viyan Soran re bersiv were dayin û em ê bi rengekî hêjayî şehîdên xwe têbikoşin.

Li ser vê bingehê, di şexsê hevala Viyan Soran de em şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe careke din dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin.”

Parve Bikin10TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Wan’ê operasyonên qirkirina siyasî: 8 welatî hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

HPG’ê derbarê şehadeta Çekdar Anter de daxuyaniyek dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê derbarê şehadeta Çekdar Anter de daxuyaniyek dan

HPG'ê derbarê şehadeta Çekdar Anter de daxuyaniyek dan

Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundewarên herêma Bradostê barandin

Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundewarên herêma Bradostê barandin

Manşet

  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.