Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK, Nasnameya Yilmaz a ku li Manîsa 1981’ê de şehîd ketiye eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/01/2019 - 12:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PKK, Nasnameya Yilmaz a ku li Manîsa 1981’ê de şehîd ketiye eşkere kir
ParvekeTweet

Komîteya Şehîdan a PKK’ê, nasnameya şehîdekî ku 25’ê Tîrmeha 1981’ê şehîd bû, eşkere kir. Ji ber derengmayîna îlana şahadetê ji malbatê lêborîn û sersaxî hate xwestin

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Şehîdan a PKK’ê îro bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîdekî eşkere kir. Komîteyê ragihand ku ji ber kêm derfetiyan heta niha nasnameya Abdurrahîm Yilmaz nehatiye eşkerekirin, lewma ji malbatê lêborîn û sersaxî hate xwestin. Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo malbata Ş. Abdurrahîm Yilmaz,

Em di serî de bi navê tevgera PKK’ê silav û rêzên xwe ji we re dişînin. Hevrê Abdurrahîm Yilmaz, beriya niha 37 salan, ango 25 07 1981’ê li emniyeta Manîsayê şehîd ketiye. Bi navê tevgerê ji ber derengmayina îlana şehadeta heval Abdurrahîm, em lêborinê dixwazin. Em sersaxî ji malbat xizm û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin, soza şopandina riya ku wan vekiriye didin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şopdarê bîranîn û mîrateya wan a manewî û madî bin.

Weke tê zanîn Tevgera Azadiyê, di nava şert û mercên pir giran de dest bi tekoşînê kir û di nava van şertên pir giran de şehîdên gelek bi nirx sipartin hembêza Kurdistanê. Têkoşîna gelê Kurd bi ked û xwîna van şehîdan gihişte van rojan, ew bûne cewherê ruhê têkoşîna me. Rêber APO ji ber vê yekê, ji bo PKK’ê got, ‘PKK, partiya şehîdan e’. Tevgera me, bi soza dilsoziya ib şehîdan re meşiya û dimeşe. Partiya me, bi hemû nirxên xwe eydê şehîdan û Rêber Apo ye. Em bi vê ronahiya rastiyê dimeşin.

Hevalê Abdurrahîm bi fedekarî û baweriyeke ji pola tevlî nava Tevgera Azadiyê bû û tu carî li hemberî dagirkeran radestî nepejirand. Di nava şertên ku hebûna gelê Kurd dihat nîqaşkirin de weke bawermendekî ku di bin zehmetiyê herî giran de baweriya xwe diparêze, têkoşîna xwe parast. Lewma dagirkeran ew kirin hedef û xwestin vê baweriyê radest bigirin, ji bo vê armaca xwe pêk bînin şehîd Abdurrahîm li Manîsayê destgîr kirin, li emniyetê êşkence lê kirin. Lê belê wî gavek paşde neavêt û heqîqeta welat û Apoyî temsîl kir. Dema ji êşkenceyê encam negirtin, 37 sal berê Ş.Abdurrahîm qetil kirin. Xwestin bi qetilkirina wî hemû xeyalên wî jî tune bikin. Lê heqîqeta wî mezin bû û bû rasteqîna jiyana gelê bindest. Îro tevger û baweriya ku heval Abdurrahîm di oxira wê de canê xwe daye, bûye kiblegeha gelên bindest hemûyan. Ev pêşketin hemû bi ked û xwîna şehîdên me çêbûn. Em, hevrêyên wan di rêya ku wan vekiriye de, li ser şopa wan dimeşin. Rêya ku heval Abdurrahîm vekir, bi tovên wêrekî û fedakariya wî çandî, gelê me bi hemû nirxên di nava mirovahiyê de cih girt, têkoşîna me bilind bû. Tevgera me, tu carî keda şehîdan ji bîr nekir, her dem hewl da ku ji şehîdan re bibe bersiv.”

Komîteyê di pêvajoyên herî dijwar de rista şehîdan a pêşeng bi bîr xist û wiha pê de çû:

“Gel û tevgera me, di nava 37 salên bihurî de ji pêvajoyên gelekî dijwar derbas bû. Gelek cangoriyên gelê me çêbûn. Xeyalên wan cangoriyan mezin bû û gelê me nêzîktirî rojên azad e. Em, hevrêyên van cangoriyan deyndarê wan in. Mixabin di nava van rojên ji agir de têra xwe me bi malbat û xizmên hevrêyên xwe re nekarî têkilî deynin. Helbet di vê de bandora şert û mercan jî hebû. Ev mijareke dilsoj e ji bo me. Em bawer dikin ku hûn ê vê nebesbûnê fêhm bikin û wate bidinê.

Şehîd mîrateyeke giranbuha ji me hemûyan re hiştin û pêwist e em gelê Kurd xwedî li mîrate û têkoşîna şehîdên xwe derkevin û welatekî azad ji nifşên nû re bihêlin. Wesyeta hemû şehîdên me li ser vî esasî ye. Welatekî azad wê ruhê hemû şehîdên me şad bike. Jiyana li ser van esasan jî wê were heman wateyê. Bi wê hizir û baweriyê em careke din sersaxiyê ji bo malbat, xizmê şehîd û gelê xwe re dixwazin. Car din soz û dilsoziya xwe dubare dikin. Em ê li ser şopa şehîdan dewleta dagirker têk bibin. Xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Abdurrahîm Yilmaz
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Abdurrahman
Dem û cihê jidayikbûnê: 09.09.1958/ Gundê Gardile-Misirc
Dem û cihê şehadetê: 25.07.1981-Manîsa

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN- HRE: “Li Efrîn û Marê li hember dagirkeran 4 çalakî hat li dar xistin”

Nivîsa Pêş

Berxwedana Leyla Guven di roja xwe ya 81’an de didome!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Leyla Guven di roja xwe ya 81’an de didome!

Berxwedana Leyla Guven di roja xwe ya 81'an de didome!

2 welatparêzên ku li Şeladizê şehîd ketin spartin axê

2 welatparêzên ku li Şeladizê şehîd ketin spartin axê

Manşet

  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.