Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PJAK: Kûrbûna nakokiyên Îran û DYA’yê wê eniyên nû yên şer veke

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/01/2019 - 21:37
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
PJAK: Kûrbûna nakokiyên Îran û DYA’yê wê eniyên nû yên şer veke
ParvekeTweet

 PJAK’ê bal kişand li ser trafîka hevdîtinên dîplomatîk ên ji berî çend rojan li Başûrê Kurdistanê pêkhatin ku wezîrên DYA’yê û Îranê serdana Bexda û Hewlêrê kirin û eşkere kir ku berfirehbûn û kûrbûna nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê wê eniyên nû yên şer di herêmê de veke û ev bang kir; “Em hêvî dikin ku Partiya Yekîtiya Nîştimanî helwêstên xwe yê berê carek din ber çav derbas bike, nekeve xefika Tirkiyê û Îranê.”

NAVENDA NÛÇEYAN-Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan (PJAK) têkildarî serdanên wezîrên karên derve yên DYA’yê û Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê û geşedanên dawî yên li Başûrê Kurdistanê  daxuyaniyekî nivîskî bi navnîşana ‘Trafîka dîplomatîk li Başûrê Kurdistanê çi destkeftiyê xwe ji bo Kurdan heye? da.

Berfirehiya daxuyaniya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) wiha ye;

“Şer û pevçûn li Rojhilata Navîn û trafîka dîplomatîk di navbera hêzên hegemon yên cîhamê û herêmî derbasê qonaxekî nû û metirsîdar bûye. Her yek ji wan hêzan ji bo balansa desthilat û berjewendiyên xwe bi bernameyekî nû, di balansên siyasî de guhertinan çê dikin û her dewletek bi darê zorê dixwaze di paşeroja herêmê de rola xwe hebe û hegemona xwe li ser gelan dewam bike. Lîstokvanên sereke yên vê bernamê ji bo parvekirina desthilat, balansa siyasî di navbera hêzan û berjewendiyên xwe ber çav digirin. Di pêvajoya piştî DAIŞ’ê de, serdemekî nû ya pêşbirkê di navbera DYE, Rûsya û hevalbendên wan destpê kiriye. Ev pêvajo jî bi qûrbanîkirina pirsgirêka Kurdan dest pê kir, Kurdên ku di şerê dijî terorê de rolekî girîng lîstin. DYE ji bo di Rojhilata Navîn de bigihîje armancên xwe, alwazkirina Heyva Şîe di herêmê de hedef girtiye û wê weke astenga herî dawî li beramber projeyên xwe dibîne û dixwaze hegemona Îranê di herêmê de bi dawî bîne.

DYA dixwaze hevpeymaniya li dijî Îranê bi hêz bike

Destpêkirina dora duyem ya ambargoyên DYA’yê li dijî Îranê jî di çarçoveya vê bernamê de pêk hatiye. DYA ji bo di Rojhilata Navîn de bigihîje armancên xwe bi kerta dîplomasiyê ligel welatên Erebî yarî dike û dixwaze hevpeyêanî li dijî Îranê bihêz bike, bi rêya NATO’ya Erebî û destwerdanekî nû hikûmeta Îranê bixe di nav kirîzekî kûr.

Kûrbûna nakokiyên Îran û DYA’hê wê eniyên nû yên şer veke

Berfirehbûn û kûrbûna nakokiyên di navbera Îran û DYE wê eniyên nû yên şer di herêmê de veke û ev yek îhtimala jinûve derketina DAIŞ û komên weke wê zêde dike. Îran ji bo ligel her îhtimalekî xwe hazir bike, dixwaze bi dije-êrîşekî dîplomatîk dîwarê xweragiriya faşîzma mezhebî qehîm bike. Her yêk ji van aliyan ji bo di qada Şerê Cîhanî yê Sêyem ser bikevin, weke destikên şetrencê bi dewlet û hêzên herêmê lîstok dikin. Hatina wezîrên karê derve yên DYA, Îran û hinek welatên din ji bo Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê di çarçoveya xwedîkirina balansa hêz û dabînkirina rola Herêma Başûrê Kurdistanê piştî binketina giştpirsiya Barzanî pêk hatiye. Avanebûna hikûmeta nû li Iraqê û kabîneya nû ya Herêma Başûrê Kurdistanê di encama berjewendiyên aborî yên hejmarek ji sermayedarên Herêm û Iraqê û pêşbirka DYA û Îranê ye.

Rewşa ku niha di herêmê de heye, bi awayekî şer ê desthilat û berjewendiyan e. Îran û DYA, Iraq û Herêma Kurdistanê weke qadek ji bo pêkanîna siyasetên xwe bi kar tînin û di pêşbirkekî nesaxlem ji bo ferzkirina hegomoniya xwe hewl didin. Ji ber ku Iraq û Herêma Kurdistanê siyasetekî serbixwe û demokratîk nedane ber xwe, weke amûrekî ji bo armancê hêzên din tên şuxulandin. Trafîka dîplomasî ku ser navê siyaset li Herêma Başûrê Kurdistanê de dimeşe, xêncî stûrkirina xeta îxanetê û binpêkirina nirxan û destkeftiyên gelê Kurd tu pênaseyekî din tune ye. DYA ji bo destwerdana li Îranê, bêyî ku ji bo Kurdan statûyekî qebûl bike, dixwaze wan bide şuxulandin, û Îran jî bi heman mêjî dixwaze ji Kurdan di demên giran de weke rêya bêhn standinê bi kar bîne.

Îradeya xwe teslîmê Îran û Tirkiyê kirine

Desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ji bo ku carekî din ji aliyê dewletên cîran û hêzên cîhanî rolek ji wan re were dayîn, li şûna ku cihê xwe di eniya gelê Kurd de bigirin, îradeya xwe teslîmê Îran û Tirkiyê kirine. Ji bo razîkirina van hêzan bi serbilindî ligel destkeftiyên Kurda li beşên din yên Kurdistanê dijayetî dikin. Tirkiye li ser navê kêmkirina zextên xwe li ser Yekîtiya Nîştimanî (YNK) dixwazê vê partiyê ji eniya netewî ya Kurdan dûr bike û bi rêya zext ji bo qedexekirina çalakiyên Tevgera Azadî û destgîrkirina çalakên siyasî û sivîl, desthilata YNK’ê ji holê rake. PDK ji bo qezenckirina baweriya Îranê ji bo rayedarênm wî welatî ferşê sor raxistiye û soz daye ku danûstandinê xwe yê aborî, dîplomatîk û îstixbaratî li gel rejîma Îranê zêde bike.

Partiyên desthilatdar bêyî ku helwêstên Tirkiye û Îranê li beramber giştpirsiya Başûrê Kurdistanê û siyasetên wan li hember Kurdan li Sûriyê, Tirkiye û Îranê bînin bîra xwe, van du dewletên dagirker weke dostên kevn û hevpeymanê stratejîk yên Kurdan bi nav dikin. Helwêsta rayedarên Başûrê Kurdistanê li beramber Tirkiye û Îranê helwêsta teslîmiyetê bûye û bi beşdarbûna xwe di komployên navdewletî û di paxila dagirkerên Kurdistanê, gefan li destkeftiyên netewî yên Kurdan dixwin. Hevdîtina her du partiyên desthilatdar, bi pêşengtiya PDK’ê, ligel rayedarên Îran, Tirkiyê û hevalbendên wan, di demekî de ye ku Tirkiye tehdîdên xwe ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê zêde kiriye û qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê gîhandiye lûtkeya xwe û li Îranê jî pêla destgîrkirina çalakên siyasî, jîngeparêz, sivîl berdewam e. Di rewşekî wiha de hembêzkirina nûnerê rejîmekî ku destê wan bi xwîna hezaran ciwanên şoreşger yên Kurd sor bûye, ji aliyê rayedarên Başûr, xêncî şermê tiştek ji bo Kurdan tune.

Banga ji bo gel, rêxistin û partiyan

Em hêvî dikin ku Partiya Yekîtiya Nîştimanî helwêstên xwe yê berê carek din ber çav derbas bike, nekeve xefika Tirkiyê û Îranê, li hember siyasetên înkar û serkûtkirinê yên wan hêza berteka xwe nîşan bide. Pêwîst dike PDK jî ji bo tenê desthilat û sûdkirina xwe, dawî li siyaseta qûrbanîkirina beşên din yên Kurdistanê bîne. Di dawiyê de ji hemû gelê xwe li Rojhilatê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, bi pêşengtiya partî û saziyên sivîl, rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamewan, pêşmergeyên kevn, ciwan û jinan dixwazin ku nerazîbûna xwe ji wan bernameyan ku dijî îradeya azad ya Kurdan e, nîşan bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Walîtiya dagirker di 30 herêman de ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ îlan kir

Nivîsa Pêş

Ciwanên Mexmûrê koma nû yê greva birçîbûnê dewr girt

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Mexmûrê koma nû yê greva birçîbûnê dewr girt

Ciwanên Mexmûrê koma nû yê greva birçîbûnê dewr girt

LEZGÎN- Li Efrîn’ê teqîn! Kuştî û birîndar hene

LEZGÎN- Li Efrîn'ê teqîn! Kuştî û birîndar hene

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.