Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

FÊM KIRINA KESAYETA FERMANDAR ÇÎÇEK WÊ ME NÊZÎ HEQÎQETÊ BIKE

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/12/2018 - 0:16
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
FÊM KIRINA KESAYETA FERMANDAR ÇÎÇEK WÊ ME NÊZÎ HEQÎQETÊ BIKE
ParvekeTweet

Erdnîgariya Botanê ya ku bûye yek ji keleyên berxwedaniyê yên Kurdistanê, her dem bûye meskenê jinên leheng. Îro jî çiyayên Botanê yên ku bûne meskenên bi sedan jinên lêgerînvanên azadiyê û berxwedanî û qehremanî bi rengek mezin lê hatiye jiyan kirin, di nava tekoşîna me de jî cihek xwe yê girîng heye. Ji ber wê em dikarin bêjin Botan cihê ku jinên leheng lê destan afrandine ye.

Rêhevala me Çîçek Kiçî jî, weke şervaneke jin a azadiyê, ji Botanê tevlî tekoşînê bûye. Her wiha di çiyayên Kurdistanê yên bilind de bi tekoşîna xwe ve bûye wek efsane, di pêşketina artêşbûna me ya jin de jî bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Bihost bi bihost di çiyayên Kurdistanê de geriya. Bi wêrekbûna xwe, berxwedaniya xwe û bi kedkarbûna xwe ve, kesayeta fermandeya jin a ku ji her kesê re bûye mînak di şexsê xwe de ava kiribû. Ew ji nû ve dîtina jiyana zayînên ku vê erdnîgariyê afrandiye. Rêhevala Çîçek wek jineke çiyayî ya ku 23 salên xwe dan van çiyayan, weke jineke gerîla her kêliyeke xwe bi têkoşîna awarte ve derbas kir. Rastiya jina çiya ya ku her dem lêgerînvana azadiyê bû di şexsê xwe de ava kir. Çîroka wê, çîroka şervana jin a azadiyê ya ku vê erdnîgariyê û têkoşîna me daye afrandin e…
Di pelan de, di çîçekan de, di keviran de, di çemên bi xum xum de, di patîkayan de, di bayê paqij de, di her dilopeke baranê de bi xwezaya welatê xwe re bibû yek. Fêm kirina kesayeta fermandar Çîçek a ku tevahî rengên xwezayê di cewherê xwe de jiyan kiri ye, wê me zêdetir nêzî heqîqetê bike. Çiyayan Çîçeka xwe ya nazdar mezin dikir. Çîçeka xwe ya herî xweşik, belav dikir li her derê. Rêhevala me Çîçek weke hezar û yek çîçekên çolê, her dem asî bû. Bi porê xwe yê zer ve, bi kenê xwe yê germ ve di dilê rêhevalên xwe de cih girtibû. Bi dilnizmiya xwe ve fermandara me ya ku me mînak digirt bû. Ew biryarbûna jina Kurd a ku berbi zaferê ve dimeşe, baweriya xwe bi tevlîbûna xwe ya aktîf re tacîdar kiribû, bi derbaskirina tevahî zorahiyan gavên xwe xurtir kiribû di çiyayan de. Di jiyana wê de yek valatiyek biçûk jî nîn bû. Ji kesên ku dizanibûn jiyanê tije tije jiyan bikin bû. Kevneşopî û çanda mezopotamyaya qedîm di dilê xwe de radikir û li dijî dil û mejiyên kor jiyana wê her dem bi têkoşînê ve derbas bû. Her dem Rêber APO jiyan dikir û dida jiyan kirin.

Rêhevala Çîçek, kesayeta fermande ya ku rêhevalên xwe yên jin her dem mezin dikir, her dem xurt dikir, her dem xweşik dikir, her dem dida şer kirin, îrade dida qezenc kirin bû. Me her dem ew asî û bi coş dît, me ew wisa nas kir. Em ji kesayeta wê ya xurt fêrî gelek taybetmendiyên şoreşgertî bûn. Gerîlatî di wê de veguherîbû azweriyekê. Hezkirina wê ya ji çiya, xweza û axê re pir balkêş bû. Pir baş dizanibû ku jin dikare di çiyan de xwe ji her awayî kevneşopiyan rizgar bike û di riya azadiyê de bimeşe. Ji ber wê gelek nirx dida van çiyayên pîroz. Meşa wê meşa jineke azad a serbilind bû. Her tim baweriya wê bi vê meşa wê ya bi heybet hebû. Ew Çîçeka me ya xweşik, di tevahî ziraviyên jiyanê de xwe bi keda xwe ve dikir hebûn.. Xwedî manewiyat û enerjiyeke gelek mezin bû. Em dikarin bêjin ku rêheval Çîçek di her kêliyê de xwe ji nûve diafirand. Tevlîbûneke wê ya pir sade û xwezayî hebû.

Helbet hevala Çîçek pênase kirin, ew bi çend hevok û peyvan ve anîna ziman ne hêsan e û wê ne mumkin be jî. Ew şoreşgereke ku bi dil û can, bi gotin û cewherê xwe ve bi tekoşînê re bûbû yek. Tevlîbûneke wê ya sade û hundurîn hebû. Her dem bi coş û kelecan bû. Ne mumkin bû ku mirov wê di ciyekî de bêtevger sabît bidîta. Lêdana dilê wê ji seransertî û ji nîvcomayînê re meydan dixwend. Bi hemû hebûna xwe ve bi têkoşînê ve bûbû yek. Li gorî pêdiviya jiyana şoreşgerî jiyan dikir, di heman demê de bi sekna xwe ya fêrker re di dilê her hevalekê de cih girtibû. Ew herdem rêhevala me û fermandara me bû.

Ew bû şervana heqîqetê, di oxira wê de jî ji bedel dayînê qet gav paşde neavêt. Bi dilê xwe yê paqij re û bi serbilindîbûna xwe ve bû yek ji rêheval û fermandarên ku dizanin ber bi zaferê ve bimeşin. Tevlîbûn û meşa rêhevala Çîçek a di nava têkoşînê de pir sade bû. Bi sekneke bêhempa, bi tarzê jiyana xwe ya dilnizm ve di dilê tevahî hevalan de cih girtibû û şopeke ku nayê ji bîr kirin ji me re hişt. Em Fermandara xwe ya mezin û rêhevala xwe ya dilnizm careke din bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li beramberî wê ditewînin. Dema em soza xwe ya girêdana bi rêheval Çîçek û şehîdên şoreşê ve nû dikin, em bawer dikin ku emê bi biryardarî têkoşîn û meşa xwe ya azadiyê bighînin serkeftinê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bajarên Kurdistan û Tirkiye’yê Çalakiyên Deng Derxistînê

Nivîsa Pêş

Bajarên Kurdistan’ê di bin berfê de ma

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Bajarên Kurdistan’ê di bin berfê de ma

Bajarên Kurdistan'ê di bin berfê de ma

Tirkiye, ji bo Kurdistan ji Google Maps’ê were rakirin serî lê da

Tirkiye, ji bo Kurdistan ji Google Maps'ê were rakirin serî lê da

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.