Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

ANALÎZ- Dagirkerî li dijî îradeya gel e

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/12/2018 - 0:01
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
ANALÎZ- Dagirkerî li dijî îradeya gel e
ParvekeTweet

Ya ku divê gelê Kurdistanê û raya gîştî bike ew e ku li hember dagirkeriya Erdogan dakeve meydanan û xwe birêxistin bike. Li dijî dagirkeran, sekna berxwedêr a gelê Kurdistanê, ev 40 sal in sekneke bi heybet e.

ZERDEŞT ŞENGALÎ*

Wekî êrişa qirrker a faşîzma DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, êrişeke din jî di 15´ê Tebaxê 2018’an hat ser me. Faşîzma AKP-MHP’ê, çawa 20’ê Çileyê li ser Efrînê dest bi êrişên hovane kir, yek ji wan êrişan jî di 15 Tebaxê de li dijî Şengalê kir. Di vê êrişê de pêşengê berxwedana Şengalê, rêberê gelê me û endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî, hevrê Zekî Şengalî şehîd bû. Bêguman êşa me mezin e, windahiya me mezin e. Mam Zekî bi fedakarî û keda xwe nîşanî me daye ku bi serketî êşê veguherînin hêz û zanebûnê. Em Şervanên tevgereke wisa ne ku me zaniye di zehmetiyên giran de bi şerên mezin pêşketinan biafirînin. Em ê teqez bizanin êşa mezin a şehîdbûna hevalê me Zekî Şengalî veguherînin enerjiya şoreşgerî û hêza serketine. We ev  şehadet  têkoşîn û baweriya me ya li ser  xweserîya demokratîk û hezekî parastine e serketî bi hêztir bike.

Em ê hem tolhildana qetilkirina hevalê Zekî qat bi qat zêdetir bigirin, hem jî em ê bîranîna wî welatparêz û şoreşgerê mezin, li Şengala Xweser a Demokratîk teqez bidin jiyan.

Ev  erîşa  şeva 13´ê Kanûnê diqulibî 14´ê Kanûnê, êrişeke dagirkerîya Tirk li ser herêma mê pek hat. Divê erişê de sê welatiyên ji bo bîr kolanê hatibûn Şengalê ên bi navê Xelîl Xalid Cîo, Mistefa Hecî, Mahmut Xan Temo şehîd bûn. Em tevahiya şehîdan bi bîr tînîn. Ev eriş berdewamiya fermana 73’yan in. Dagirkeriya Erdogan serketina me ya li hemberî DAIŞ´ê hezim nake û dizane heger DAIŞ xilas bibe, wê dawîya wî were.

Pêşî bi DAIŞ´ê

Destpêkê bi rêya DAIŞ´ê xwest aramanca xwe ya Osmaniya Nû pek bîne. Li dijî vê berxwedaneke mezin çêbû û DAIŞ şikest û li Dêra Zorê di sekeratan de ye. Ev rastî hem tirs û hem jî hersa Erdogan e. Dagirkeriya dewleta Tirk li ser esasê vê konseptê ne li Bakurê Kurdistanê tenê, li her cihî êrişî destketiyên gelê Kurdistanê û têkoşîna azadîyê dike.

Niha, têkoşîna azadiyê bi berxwedaneke mezin gihîşt asteke girîng. Ji ber ku dewleta Tirk ji vê astê ditirsê, erişî her derê dike. Lê belê wekî  pêşiyên me dibejîn, “dema ecelê mîroyê tê, baskê wê çêdibin“, rewşa dagirkeriya devleta Tirk jî ev e. Vî ruhê berxwedanê li ser vê axê ruhê berxwedana Derweşê Evdê zindî kir.

Em li ser axa xwe man Me gelê xwe parast

Di rojên feman bi ser me de hatî de, me xwe bi artêş kir û me gelê xwe parast. Di nav  demeke pirr kurt de me xwe mezin kir. Em bûn hezeke li ser siyaseta heremê bi bandor. Pîştî xilasbûna DAIŞ’ê, çûyîna PDK´ê, hatina Iraqê, pê re jî hatin û çûyîna Heşdî Şaebî çêbû. Di van rewşên guherîner de, yê ku cihê xwe parast, li ser vê axê bi îstîqrar ma û gelê xwe û çêperê xwe parast, hezên YBŞ û YJŞ bûn. Ev sekna bi îstîqrar di pirr mijaran de li ser rewş, tekiliyên û pozîsyonên li herêmê heyî tesîr kir. Tişta ku dagirkerîya Tirk nikare xwe lê ragire û jê ditirse jî ew rastî ye

Dema derbasbûyî, li kelaka çeperê xwe parastinê, li devera em bi parastina wê erkdar, hem di warê hejmar hem jî di warê parastinê de, asteke diyar me ava kiriye. Nexasim di warê  pisporiya eskerî, şerê nûjên û asta sekna zanistî de me asteke têra  her erişa dagirkeran bike, ava kiriye.

Li hemû deverên em bi parastina wan erkdar in, em xwedî pergala parastinên ne. Herî dawî, em li herêma Sîba û Tilizêr jî bi cih bûn. Dîsa ji bo li herêmê yekîtî û tifaqa gelan çebe hewldanên me hene û di vê mijarê de jî asteke diyar hatiye bidestanîn. Bi hezên li herêmê re, Iraq jî di navê dê, li ser esasê prensîbên axa Êzîdxanê dan û  standina me heye.

Ji bo îradeya gel bişikînin êriş dikin

Lê wekî di rewşa Şerê Cihanê yê Sêyemîn de, aktorên vî şerî li Rojhilata Navîn, li ser esasên berjewendiyan tevdigerin, Dibe ku ev berjewendî her kelî biguherin. Hêzên di nav dan û standinan de jî dikarin bikevin nav bazarên cuda û rewş biguhere. Di encama van bazarên qirêj de eriş dikarin bên ser YBŞ û YJŞ´ê. Erişkariya dagirker jî herêmên sivîl hedef digire, lewma ji jî heza gel ditirsin û  dema nikaribin bi heza wî, ji bo ku gel çavtirsandî bikin, êrişan dikin da ku hêza berxwedanê lawaz bikin.

Ya din jî ji bo vîna gel bişikîne eriş dike. Ji ber ku li cihê vîna gel lê rêxistinkirî be nikare weke lepêkî wan daqurtîne; lewma jî heta îrada gel hebe, sulteya dagirkeriyê di xeterê de ye.

Tevlî nav refên berxwedanê bibin

Erdoxan bi zanebûn erişî herêmên sivîl dike. Ji ber ku di şerê dagirkeran de ne eqlakî şer, ne jî yekî civakî heye. Jixwe, îqtîdar li ser tinekirina vê yekê heye. Karekterê dagirkeriyê ye, ji bo îqtîdar xwe rewa bike, behaneyan çêdikê û êriş dike. Di hemû hewldanên Erdogan de jî ev heye. Qedera tevahiya gelê Kurdistanê û herêmê  herwiha devera me jî wê bi berxwedanê diyar bibe. Azadiya bi rûmet bi berxwedana bi heybet ava dibe. Em çiqasî berxwedan û têkoşînê mezin bikin û yekîtîyeke bi hêz ava bikin, dagirkerî wê ewqasî têk biçe. Ya ku divê gelê Kurdistanê û raya gîştî bike ew e ku li hember dagirkeriya Erdogan dakeve meydanan û xwe birêxistin bike. Li dijî dagirkeran, sekna berxwedêr a gelê Kurdistanê, ev 40 sal in sekneke bi heybet e. Ji vir û bi şûn ve, bi pêşengiya Leyla Guven, wê bibe dengê berxwedana jina Kurdistanê. Bi qasî ku vê di her kêliya têkoşîne dê xwe nîşan da, li Şengalê di sekna Bêrîvan, Nûjiyanan de bûye nexşerêya azadiyê. Banga me li gelê me ye, helwêsta xwe ya bi heybet li derdora berxwedana Şengalê xurttir bike. Hemû ciwanên Kurdistanê û cihanê, nexasim ciwanên Êzîdî li derdora ve berxwedanê bicivin û tevlî nav refên berxwedanê bibin.

* Ji fermandarên YBŞ´ê

Çavkanî; Ozgur Polîtîka

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Stenbol’ê polêsan êrîşê bîranînê kirin; 6 kes hate binçavkirin

Nivîsa Pêş

TAYBET- Serokçete Erdogan gav paş ve avêt, li ser sînor leşker nema

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET- Serokçete Erdogan gav paş ve avêt, li ser sînor leşker nema

TAYBET- Serokçete Erdogan gav paş ve avêt, li ser sînor leşker nema

Rêxistinên Ciwanên Lîseyan; ‘’Ne Xwendekarên lîseyê, bila êşkencekar were darizandin’’

Rêxistinên Ciwanên Lîseyan; ‘’Ne Xwendekarên lîseyê, bila êşkencekar were darizandin’’

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.