Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

CEMÎL BAYIK; ”DERDÊ WAN Ê JI BO ÇARESERIYÊ TUNE”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/12/2018 - 15:30
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Cemîl BAYIK; ”Dibe Hemû Gavên Wan Paş Ve Vegere”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got ku, “Li ser Rêber Apo, PKK û gelê Kurd konsepteke kûr û xetere heye” û bal kişand ser vî tiştî ku heke berxwedaneke baş were kirin ew ê komplo were şikandin û pêşveçûneke mezin dikare pêk were.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di bernameya ‘Ulkeden Ozel’ a Medya Haber TV de bersiv da pirsên nûçegihan Esra Mîkyaz. Bayik pirsên derbarê gotegotên ‘pêvajoya çareseriyê’, biryarên DMME û yên navneteweyî bersivand.

LÎSTIKA BERÊ TÊ DUBAREKIRIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser vî tiştî ku gotegotên ‘pêvajoya çareseriyê’ propagandaya şerê psîkolojîk e û got ku “Dema komploya navneteweyî hate kirin jî propagandayên wisa hatibûn kirin.” Bayik axaftina xwe wisa domand: “Di dema komployê de jî dihate diyarkirin ku, heke bandora Apo were şikandin ew ê astengiya li pêşiya doza Kurdan were rakirin, Apo û PKK asteng in, heke em van astengan ji holê rakin em ê doza Kurdan çareser bikin. Ev propaganda ji bo çîna navîn dihate gotin. Xwestin çîna navîn bidin ba xwe û doza azadiyê ya Kurdan tasfiye bikin. Niha jî hem lîstik tê dubarekirin. Pergala modernîteya kapîtalîst bi çavê pêşîlêgirtinê li Rêber Apo û PKK’ê dinihêre. Rêber Apo û PKK bersivê dide demokrasî û azadiya gelan û li ser navê pergala alternatîf pergala konfederal a demokratîk diparêze.”

PKK MEZINTIR DIBE

Bayik diyar kir ku van êrîşan rê li ber mezinbûn û geşbûna berxwedan, tevger û gelê Kurd kiriye û got ku, “Ji ber ku ruhê Rêber Apo, ruhê azadiyê ye. Ne mumkun e ku pêşiya vî ruhî were sekinandin û ev ruh were bêbandorkirin. PKK roj bi roj mezin dibe, ji xeynî azadiyê tu tiştî qebûl nake. Ji ber vê jî ev êrîş û komplo ew ê tu encamê ava nekin. Ji bo sistkirina Kurdan û avakirina bendewariyê; bi taybetî ji bo ku çîna navîn ber bi xwe ve bikişînin, propaganda tên kirin. Ev taktîka şerê psîkolojîk e, taktîkeke pergala modernîteya kapîtalîst e. Divê kes baweriyê bi vî tiştî neynin. Ji xeynî têkoşînê tu rê û metod tuneye ku doza Kurdan çareser bike.

DERDÊ WAN Ê JI BO ÇARESERIYÊ TUNE

Bi pêşengiya Rêber Apo PKK û gelê Kurd 8,9 agirbestên yekalî îlan kir. Ev agirbest di şertên herî zor de hatin kirin. Heke nêta dewleta Tirk a faşîst hebûya, ew ê wê çaxê bikira. Derdekî vana yên wekî çareseriye tune. Xapandin heye. Siyaseta wan li ser xapandina Kurdan e. Doza Kurdan nas nakin û derdê wan ne çareserkirina vî tiştî ye. Ji bo xapandinê ev gotegot tên belavkirin. Hewl didin Tevgera Azadiyê û gelê Kurd têxin nav bendewariyan û piştre derbeke giran li wan bixin. A niha li ser Rêber Apo, PKK û gelê Kurd plan û konsepteke xetere heye. Bi berxwedaneke xurt , ev komplo dikare were şikandin. Heke derdekî wan ê çareserkirina doza Kurdan hebûya ma ew ê DYE ew biryar bida? Ew ê li ser Rêber Apo tecrîdeke giran bihata kirin? Ew ê DMME ji bo Rêber Apo ew biryar bida? Ji bo çareseriyê jî divê berê zextên li ser Rêbertî rakin û bi Rêbertî re ew ê li ser çareseriyan bisekinin. Heke zextên li ser Kurdan rakin û hemû girtiyan berdin, belkî wê çaxê Kurd baweriyê bi wan bînin. Divê tu kes b i wan bawer nebin. Heta ku têkoşîn neyê geşkirin mirov nikare pêşiya van xetereyan bigire.”

BIRYARÊN DMME NE DÛRÎ SIYASETÊ YE

Bayik bal kişand ser vî tiştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara tecrîda li ser Ocalan peseng kiriye û got ku, “Biryara DMME ne dûrî siyaseta Yekîtiya Ewrûpayê û Konseya Ewrîpayê ye. Li berjewendiya van saziyan ev e ku di şexsê Rêber Apo de divê li hemberî PKK û Kurdên azad qirkirin pêk were. Ji bo vê qirkirinê jî divê Kurdan bixapînin. Dibêjin ku em li dijî Apo û PKK’ê ne lê em ne li dijî Kurdan û demokrasiyê ne. Heke bi rastî jî dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin û dixwazin doza Kurdan çareser bikin divê li hemberî Rêber Apo wê biryara bêwijdan û hov nestînin. Li gorî wan Kurdên baş û xerab hene. Ev tê wateya tunekirina Kurdan. Ev polîtîka hewl dide Kurdan parçe bike û bixapîne. Êdî gelê Kurd bi van tiştan dizane. Bi têkoşîna PKK’ê re êdî Kurd difikirin, dipirsin û dizanin ku çi ji bo wan kar e û çi jî ji bo wan xisar e.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD Encamê 24 Seatên Dawî Eşkere Kir; 45 Çete Hatin Kuştin

Nivîsa Pêş

Xwendekar Li Dijî Rê Çênekirinê Derketin Qadan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xwendekar Li Dijî Rê Çênekirinê Derketin Qadan

Xwendekar Li Dijî Rê Çênekirinê Derketin Qadan

CEMÎL BAYIK; ”Bi Têkoşîna PKK Gelê Kurd Êdî Difikire, Lêpirsîn Dike”

CEMÎL BAYIK; ''Bi Têkoşîna PKK Gelê Kurd Êdî Difikire, Lêpirsîn Dike''

Manşet

  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.