Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

CEMÎL BAYIK; ”Bi Têkoşîna PKK Gelê Kurd Êdî Difikire, Lêpirsîn Dike”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/12/2018 - 15:45
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
CEMÎL BAYIK; ”Bi Têkoşîna PKK Gelê Kurd Êdî Difikire, Lêpirsîn Dike”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di bernameya ‘Ulkeden Ozel’ a Medya Haber TV de li ser çalakiyên Êlek Zeran ên li Fransayê û daxuyaniyên Erdogan ên di vê derbarê de bersiv da pirsên nûçegihan Esra Mîkyaz.

TESADÛFÎ NÎNE KU LI FRANSAYÊ DIQEWIME

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser hebûna nirxên azadîparêz demokratîk ên li nava civaka Ewropayê û got, “Ji ber ku şoreşeke gelekî mezin a Fransayê pêk hat û bandor li tevahiya cîhanê kir. Lewma rûdana çalakiyeke bi vî rengî li Fransayê tiştekî tesadûfî nîne, yanî pêwendiya xwe bi dîrokê heye. Pêwendiya xwe bi nirxên demokrasî û azadiyê yên dîrokî heye. Ev yek di nava civaka Fransayê de, li nava mirovên Fransayê xurt e. Di heman demê de nirxên gelên Ewropayê ye. Xwedî li wan tê derketin. Çalakiya Êlek Zeran jî vê yekê îfade dike.”

ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK IN

Bayik diyar kir, bê edaletiya li Fransayê tê şermezarkirin û li gel daxuyaniya Macron ku got, wê zeman 6 mehan bisekinînin, çalakî bi biryardarî didomin. Bayik got, “Pirsgirêk ne pirsgirêka 6 mehan e. Polîtîkayên tên meşandin dewlemendan diparêze, lê civakê bêhtir xizan dike, tengav dike. Eger ne ji qanûn û biryarên ku dewlemendan diparêzin bûya, wê bandor li gelemperiya civakê nekiribûya, wê destekeke ewqasî zêde ji çalakiyan re nebûya. Bêguman ev çalakî ji aliyê cewherî ve çalakiyên demokratîk in. Lewma civak destekê dide. Xuya ye wê bi vê rêbazê bidome.”

FAŞÎST QIRÊJIYA XWE NABÎNE

Bayik got, Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa kir ku polîsên Fransayê çiqasî hov in û yê wan çiqasî demokratîk û însanî ne û wiha dewam kir: “Ev yek gotina faşîstan e. Faşîst ti carî qirêjiya xwe nabînin, berevajî; her tim xwe baş pêşkêşî civakê dikin. Ev yek karakterê faşîzmê ye. Ya ku niha Erdogan dike jî ev e. Ya rast, vê yekê nû nake. Ji roja ku bûye desthilat û vir ve dike. Dikarim vê bi hêsanî bêjim; Erdogan çi bêje, ya li dijî wê rast e. Erdogan dibêje, li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê heye. Dibêje, li ti devera cîhanê bi qasî Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne. Gelo ev rast e? Li devereke din a cîhanê bi qasî ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tê binpêkirin, nayê binpêkirin. Zindan bi endamên çapemeniyê tijî bûne. Hemû çapemeniya mûxalîf hatiye girtin, dengên mûxalîf hatine birîn, ji çapemeniyê hatine avêtin. Çapemenî bi temamî bûye dengê Erdogan-Bahçelî. Rastî ev e. Her kes vê dibîne û bi vê zane. Yanî li Tirkiyeyê D a Demokrasiyê nîne. Her kes jê aciz e, lê ji cîhanê re radibe dibêje ‘Tirkiye dewleteke demokratîk û hiqûqê ye. Demokrasî û hiqûqa ku li devereke din a cîhanê nîne, li Tirkiyeyê heye. Li Tirkiyeyê hiqûq serbixwe ye’. Hemû dîktatorên li cîhanê ji xwe re Erdogan ê faşîst mînak dibînin.

POLÎSÊN TIRK HOVÎTIYÊ DIKIN

Kiryarên polîsên Tirk li pêş çavan e. Hovîtiyê dikin. Dibe ku polîsên Fransayê li kolanan li ber xwepêşandêran radibin, lê belê polîsên Tirk nahêlin li malan, li avahiyan jî çalakiyek bê kirin, êrîş dikin. Dayikên Windayan, Dayikên Şemiyê mirovên herî hêja yên cîhanê ne. Bi her awayî berdêlan didin pêş çavên xwe û xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevin. Qebûl nakin ku ew li hev bicivin. Gelo ji vê bêhtir tiştekî hov heye? Erdogan çiqasî dixwaze blia xwe weke demokratekî nîşan bide, lê belê bi nîşandanê mirov nabe demokrat. Rastiya Erdogan-Bahçelî li holê ye, tiştekî ku karibin veşêrin nemaye… Çiqasî ji wan tê bila derewan bikin û her tiştî berevajî bikin. Lê êdî nikarin kesî bixapînin, nikarin rastiya faşîzmê binixumînin. Lewma ti qîmetê gotinên Erdogan nîne.”

JÊDERK: ANF- BERFÎN BAĞDU/DENİZ GAFFUR

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xwendekar Li Dijî Rê Çênekirinê Derketin Qadan

Nivîsa Pêş

Li Rîze Di Navbera Polêsên de Şer Derket; 4 Polês Birîndar Bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Rîze Di Navbera Polêsên de Şer Derket; 4 Polês Birîndar Bûn

Li Rîze Di Navbera Polêsên de Şer Derket; 4 Polês Birîndar Bûn

NÛÇEYA LEZGÎN- Li Amed’ê Polêsên Dagirker Ciwanek Qetil Kirin

NÛÇEYA LEZGÎN- Li Amed'ê Polêsên Dagirker Ciwanek Qetil Kirin

Manşet

  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.