Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Zagrosan Pîrozbahiya Vejînê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/11/2018 - 16:53
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Li Zagrosan Pîrozbahiya Vejînê
ParvekeTweet

Salvegera damezirîna 40’î ya PKK’ê li Zagrosan bi tevlêbûna bi sedan gerîlayan bi rengekî bi heybet hate pîrozkirin.

Gerîlayên HPG û YJA STARê li Zagrosan Cejna Vejînê ya 27’ê Mijdarê bi coşiyeke mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ku bi sedan gerîla amade bûn, yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt, fermandarên HPG û YJA STARê Seyîdxan Dersim, Pelşîn Koçgirî, Egîd Kelar û Axîn Ararat hazir bûn.

Endamê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt deme merasîmê civinek kir û bal kişande ser van mijaran:

DI 40 SALÎ DE DASTANÊN MEZIN HATIN NIVÎSÎN

Tevgera PKK’ê 40 salên tije li pey xwe hiştin û dastanên mezin nivîsîn. Beriya her tiştî em salvegera damezirîna partiyê li Rêber Apo ku tevgera PKK’ê ava kirî û gelê Kurd ji nebûnê anî pîroz dikin. Her wiha salvegera damezirîna partiyê li gelê Kurdistanê, li dostên Kurdan û li hevrêyên xwe yên ku li zindanan li ber xwe didin pîroz dikin. PKK beriya niha bi 40 salî di şertên dijwar de, dema ku gelê Kurd bi temamî dihate tinekirin hate avakirin. Di serdemeke wiha de Rêber Apo bi gotina ”Kurdistan heye û mêtinger e” bi komoeke hevalê xwe re dest bi xebatên rêxistiniyê kir. Pêngava ku hebûna Kurdan û Kurdistanê bide qebûlkirin  avêt. Ne tenê li Kurdistanê li metropolên Tirkiyê jî ev rêxistinî kir û geşedaên mezin bi xwe re anîn. Li bara van geşedanan dewleta TC’ê ya mêtinger jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşên mezin da destpêkirin.

Bi navê rêveberiya jidiyayî Rêber Apo û milîtanên PKK’ê kire hedefa xwe. Xwestin ku li zindanan biqedîne, PKK’ê tine bike û bike ku careke dî nikaribe serê xwe rake. Lê rastiya berxwedan û têkoşînê ya ku Rêber Apo afirandî, bi asta herî bilind berxwedan nîşan da û teslîmiyet qebûl nekir. Li gel hemû êşkence û zextan jî milîtanên PKK’ê teslîm nebûn. Hevrê Mazlûm Dogan bedana xwe da ber êgir û got, ”teslîmiyet îxanet e û berxwedana jiyan e” û bi vê dirûşmê rasteqiniya berxwedaniyeke mezin ava kir.  Berxwedaniya ku li ser vê bingehê ava bûyî bi berdêlên mezin, bi xwefedakirina zarên leheng ên Kurdsitanê ev asta niha hate avakirin.

Li bara vê astê ya ku hatî bidestxistin hêzên mêtinger bi hemû derfet û teknîkan xwestin ku PKK’ê tasfiye bikin lê nekarîn PKK’ê biqedînin, berevajî PKK hê meztir bû û li çar parçeyên Kurdistanê belav bû.

PKK BÛ GEL, GEL BÛ PKK

PKK îro ne tenê li Kurdistanê, li herêma Rojhilata Navîn jî yek ji hêza sereke ye. Niha hemû cîhan Kurdan mîna hêzê dibîne. Ciwanên ku dijmin beriya niha bi 30 salî digot, ”komeke keleş in, çend xwendekar in, di 72 saetan de wan serkut bikin” îro gihaştiye asta bi milyonan. Gelê Kurd dibêje, ”PKK gel e, gel li vir e”. Ango PKK bû gel; gel bû PKK. Rastiya têkoşînê ya Rêber Apo ev e. Kurdên ku beriya bi 40 salî ji xwe şerm dikirin niha bi rêça têkoşîn û berxwedanê ya Rêber Apo bi serbilind disekinin, li ber xwe didin û li têkoşînê xwedî derdikevin. Ev, rastiya berxwedan û têkoşîna mezin a PKK’ê ye. Rastiya berxwedan û têkoşînê ya ku Rêber Apo ava kirî wiha da ciwanan, ew kirin artêş û niha bi rengekî jixwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşin. Berxwedana ku bi Hakî, Kemal, Sakîne, Mazlûm û Egîdan dest pê kirî, bû Bêrîtan, Zîlan, Adil, Erdal, Delal , Atakan û bi rengekî xurt bi pêş ve diçe.

Heman giyanî jin kirin artêş, bi rastiya PKK’ê re ew dane naskirin. Artêşa jina azad ku Besê, Azîme, Zelal, Bêrîtan û Zîlanan bingehê wê danî, îro li ser xeta têkoşînê ya Rêber Apo, berxwedaniyeke mezin nîşan dide û têkoşînê geş dike.

KÎ BI DIJMINATÎ DESTÊ XWE BIDIYÊ WÊ DESTÊ WAN BIŞEWITE

Di têkoşîna 40 salî de PKK gelek caran hate ceribandin û xwe gihande îro. Ji niha û pê de jî ti hêzeke mêtinger û dagirker wê nikaribe bi van milîtanan. Kî bi dijminatî destê xwe bavêje ser ew ê bişewitin. Va encam li holê ye: hemû hikûmetên ku heta niha êrîş bi ser me de anîn, hêzên mêtinger di çi rewşê de ne li ber çavan e. Hikûmeta AKP’ê bi asteke herî zêde hemû teknîka pêşketî ya şer a NATO’yê li dijî PKK’ê bi kar tîne lê dîsa jî ti encamê bi dest ve nayîne. Van salên dawî bi teknîka herî modern a şer bi ser gerîlayên me de tÊ; her roj dibêjin, ”me PKK qedand” lê her roj ew diqedin. Weke wna hikûmetên berê ku dîsa weke wan teknolojiya herî pêşketî bi kar dianîn û ji wan weye ku wê wiha enacamê bi dest bixin AKP jî wê ti encamê bi dest nexe. Tişta ku Tansûr Çîller berê digot, niha Erdogan dubare dike. Tansû Çîller tasfiye bû lê PKK hê mezintir bû. Dîrok dîsa wê biçespîne; PKK wê mezintir bibe, siyaseta Erdogan û AKP’ê wê têk biçe.

Rast e gelek hevalên em yên hêja di vê pêvajoyê de şehîdbûn. Hevrêyên me yên wekî Zekî, Atakan, Delal, Welat Gever ên leheng şehîd bûn. Lê van şehadtan PKK bêhêz nekir, neqedand, hê xurtir kir û mezintir kir. Weke Rêber Apo jî gotî, ”PKK partiya şehîdan e”. Heqîqeta PKK’ê ev e. Hemû geşedanên ku PKK’ê li Kurditanê ava kirî, bi şehîdên me yên qehreman e.

DI XETA RÊBER APO DE EM Ê KURDISTANÊ AZAD BIKIN

Me sozek da; berdêla wê çi dibe bila bibe di xeta têkoşînê ya Rêber Apo de  û bi pêşengiya PKK’ê wê Kurdistan azad bibe. Dewleta TC’ê ya mêtinger bi hemû teknîka xwe, bi rêbazên şerê taybet û bi hêzên xwe yên paramîlîter şerekî gemarî dike û tam weke beriya niha bi 40 salî, di ber pereyan de, bi noker û sîxûran di dilê xwe re dibe ku wê encamê bi dest bixe. PKK, berê çawa ku hem bi mêtingeriya TC’ê re, hem bi hikûmetê, bi xaîn, noker û sîxûran re têkoşiyabe, niha jî bi nokerên xayîn ên pere ku bûne kontra têdikoşe. Ev kontra, çete, noker û sîxûr ji mêtingeriya TC’ê zêdetir ziyanê didine têkoşîna azadiyê. Ji bo vê jî ciwanên Kurd divê derfeta jiyanê nedin van kontra û çeteyan. Peywira PKK’ê û ciwanên Kurd e ku van kontran û çeteyan biqedînin.

Dewleta Tirk çawa ku bi hemû derfetên xwe şer bi teknîkê rê ve dibe, em ê jî vê teknîkê bi kar bînin û ku hewce kir vê teknîkê bi kar bînin. Me gava vê avêt, hêdî hêdî em ê vê geş bikin. Li gel vê, em gerîlayên PKK’ê bi taktîkên gerîlayê modern em ê asta têkoşînê geş bikin.  Me 40 salê têr û tije, bi lehengiyê tije li pey xwe hiştin. Dîrok, ji niha û şûn de li ser xeta têkoşînê ya Rêber Apo, wê şahidî ji dastanên mezin re bike. Dîrok wê vê şanî û dost û dijminan bide. Li ser vê bingehê, em sala 41’ê ya PKK’ê careke dî li Rêber Apo, li gelê me yê welatparêz û li hevrêyên xwe pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kongreya ciwanên HDP bi soza mezinkirina berxwedanê dawî bû

Nivîsa Pêş

Xwendekarên Zanîngeha Silêmanî nerazîbûn nîşan dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xwendekarên Zanîngeha Silêmanî nerazîbûn nîşan dan

Xwendekarên Zanîngeha Silêmanî nerazîbûn nîşan dan

Jin Li hember Her Cûre Şiddetê Berê Xwe Didin Çiya-Analîz

Jin Li hember Her Cûre Şiddetê Berê Xwe Didin Çiya-Analîz

Manşet

  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.