ŞENGAL – Li bajarokê Tilizêr yê Şengalê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi tevlîbûna mamoste û xwendevanan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo zarokan pêşbirkên cuda hatin lidarxistin û îşaret bi girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê hat kirin.
Li bajarokê Tilizêr yê Şengalê 21’ê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi pêşengiya mamoste û xwendevanên Saziya Ziman û Perwerdeya Êzîdxanê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Dibistana Şehîd Cîlan ku li navenda bajarokê Tilizêrê ye, bi tevlîbûna mamoste û xwendevanên merasîma zimanê dayikê hate lidarxistin.
Xwendevanan di şahiyê de leyîstikên cûr bi cûr leyistîn û daxuyaniyekî kurt ji alî xwendevanan ve hate dayîn.
Daxuyaniya ku ji aliyê xwendevanên Dibistana Zimanê Dayikê ya Şehîd Cîlan, Ayhan Ehmed va hate xwendin wiha ye; “Zimanê dayikê nasnameya mirovane ku ew yekem gotina ku zarok dibihise û fer dibe ye. Em zimanê xwe bizanibin û fêr bibin, emê pêşeroja xwe mezintir bikin. Em wekî zarokên Şengalê dixwazin bi ziman, çand û baweriya xwe perwerde bibinîn. Em roja zimanê dayikê li we hemûyan pîroz dikin”
‘Bİ ZİMANÊ DAYİKA XWE BİXWÎNÎN Û BİNİVÎSİN’
Di şahiyê de mamostayê zimanê dayikê Elî Mûrad axivî û di serî de Roja Zimanê Dayikê li hemû zarok û dayikan pîroz kir û wiha axîvî: “Îro Roja Zimanê Dayikê ye, me wekî mamoste li ser xwe ferz dît ku em ji bo zarokan tr şahiyekî çêbikin. Di hemû ziman û baweriyan da zarok bi zimanê dayika xwe tên perwerdekirin. Em wekî civaka Êzidî ji bo zarokên me ji zimanê xwe dûrnekevin, bi zimanê dayika xwe bixwînin û bînîvîsînin, em xebat dikin. Ji ber ku piştî fermana Êzidiyên ku koçber bûne zarokên wan bi zimanê biyanî dixwînîn. Em dibêjin bila di serî de zarokên Êzidiyan bi zimanê xwe bixwînin û piştra zimanên biyanî fêr bibin.”
‘ZİMANÊ ME NASNAMA ME YE’
Mamoste Cîlan Sîlo jî li ser Roja Zimanê Dayikê nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Îro em Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin. Bila hemû kes, bi zimanê dayikê bixwîne û binivisîne. Kesen ku zimanê xwe ne axivin, çanda wan tune dibe. Me wekî civaka Êzidî 74’ ferman di ser me de hatine, lê heta niha me zimanê xwe parastiye. Lê zarokên ku malbatên wan ji welat koçberbûne û bi zimanê biyanî dixwînin xeteriyek niha li ser wan heye. Em dibêjin zimanê xwe bipeyvin û çanda xwe nas bikin. Ji ber ku zimanê me nasnama me ye.”
Di heman demê da xwendevanên dibistanên zimanên dayikê yên li bakurê Çiyayê Şengalê jî li gundê Kersê kom bûn û Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin. Xwendevanan sîrûda Êzidiyan xwendin û dirûşemeyên li ser zimanê dayikê qêriyan.

