NAVENDA NÛÇEYAN – Li Piazza Manzoni ya Lugano ya Swîsreyê, bi pêşengiya komên anarşîst meşek dijî-faşîst pêk hat.
Ciwanên ji Lugano TCŞ (Partiya Komunîst a Tirkiyeyê) jî beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmeyên wekî “Jin Jîyan Azadî” û “Siamo tutti ANTIFASCISTI” qîr kirin. Di tevahiya meşê de, pankartên bi nivîsa Jin Jîyan Azadî hatin hilgirtin û alên YPG (Yekîneyên Parastina Gel) jî hatin nîşandan.
Çalakî, ku li dijî faşîzm, nijadperestî û polîtîkayên zordar hate organîzekirin, bal kişand ser hevgirtin, azadî û têkoşîna hevpar a gelan. Beşdaran banga têkoşînek yekgirtî li dijî tevgerên rastgir û faşîst ên li Ewropayê zêde dibin kirin.


