MARSÎLYA – Ciwanên Kurd li Marsîlyayê ji saet 13:30 heta 16:00 li Vieux-Port a Marsîlyayê standek danîn da ku agahdariya li ser Kurdan, Rêber APO û Rojava belav bikin.
Wan pirtûk li ser Rêber APO, Kurdistanê û jinan (jineolojî) belav kirin.
Her wiha belavok belav kirin ku tê de li komploya ku li ser Rêber APO û bûyerên li Rojava hebû.
“Di 15ê Sibata 1999an de, komployek ku 34 welat tê de beşdar bûn li dijî Rêber APO, hate organîzekirin. Di encama vê komployê de, Rêber APO 27 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye.
Berî komployê, gelek bangên Rêber APO yên ji bo aştiyê bêbersiv man an jî bi destwerdanên derve vala man. Tevî girtina xwe jî, Rêber APO bi berdewamî bang li rayedarên dewletê kir ku çareseriyek bibînin.”
Di vê serdemê de, wî gelek pirtûk nivîsandin, bi vî awayî ew karî ramanên xwe bide zanîn. Paradîgmaya “jiyana demokratîk, ekolojîk û azad” a ku ji hêla Rêber APO ve hatî pêşxistin, ji bo gelên cîhanê bû çirayek hêviyê. Ev îdeolojî ne li ser desthilatdarî û pergala dewletê, lê li ser netewe/civakek demokratîk hatiye avakirin. Li dora vê îdeolojiyê, li Rojava ji hêla şervanên Kurd û navneteweyî ve têkoşînek dijwar li dijî çeteyên cîhadîst ên DAIŞê hate meşandin, û cîhan ji belayek wekî DAIŞê xilas bû. Lêbelê, tevî vê yekê, cîhan niha Rojava terk dike. Cîhan li kêleka HTŞ-ê ye, ku heman zîhniyeta DAIŞê parve dike.
Îdeolojiya Rêber APO ji bo gelan nirxek rizgarker e. Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku li dora Rêber APO bibin yek.
“Azadî ji bo Rêber APO, Statû ji bo Rojava”
Her wiha, gotinên ji Rêber APO:
1. “Saetek jiyana azad ji hezar sal koletiyê çêtir e”
2. “Azadî bi xwerêveberiyê dest pê dike”
3. “Xeta jinan xeta azadkirina jiyanê ye”


