NAVENDA NÛÇEYAN – Akademiya Şehîd Rênas Avesta dewreya Ragihandina Ciwanên Erep bi duruşmeya “Ber bi Sosyalîzmê ve” da despêkirin.
Dewre bi beşdariya 16 ciwanan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Ev dewre beşek ji hewldanên rêxistinkirina ciwanan ji bo xizmetkirina pirsgirêkên civakî û hişyarkirina ciwan û civakê li beramberê êrîşên çanda kapîtalizm hat destpêkirin.
Armanca dewreyê pêşxistina endamên ragihandina ciwanan e û wan dihêle ku roleke bi bandor li herêmên xwe bilîzin.
Roja yekem a dewreyê bi moralekê hat destpêkirin. Ji aliyê endamên devrê ve ji şano, govend, stran hatin pêşkeşkirin. Roj bi beşdariya komî di folklora dabke de bi dawî bû.