RIHA – Dorpêça 32 rojan a li ser bajarê Kobanê, gihîştina pêdiviyên jiyanî yên wekî ava paqij, derman û xwarina pitikan rawestandiye.
Dorpêça li ser bajarê Kobanê ku di 20’ê Çileyê de ji aliyê hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hat destpêkirin, 32 roj in didome. Krîza mirovî ya li ser bajarê Kobanê ku di bin dorpêçê de ye, roj bi roj kûrtir dibe. Bi hatina mirovên ji Reqa, Tebqa û gundên derdorê, nifûsa bajêr ji 500 hezarî derbas bûye.
Xwegihandina pêdiviyên bingehîn li bajêr ku 32 roj in di bin dorpêçê de ye, hatiye qutkirin. Li gorî agahiyan, gelek kes ji ber nebûna gihîştina ava vexwarinê ya paqij nexweş dikevin, îshal, enfeksiyon û nexweşiyên curbicûr ên epîdemîk dest pê dikin, nemaze di nav zarokan de. Ava ku di şert û mercên nebaş, tesîsên paqijiyê yên sînordar û binesaziya zirardar de tê bidestxistin, ji bo tenduristiya giştî gefeke cidî dide der.
DERMAN NEMANE
Li gorî agahiyên ji bajêr hatine wergirtin, kapasîteya navendên tenduristiyê ji ber dorpêçê pir kêm bûye û stokên dermanên bingehîn ber bi xilasbûnê ve diçin. Gihiştina dermanên girîng ji bo kesên bi nexweşiyên kronîk, kal û pîr û zarokan ne mumkin e. Xebatkarên tenduristiyê destnîşan dikin ku di şert û mercên heyî de şiyana wan a destwerdanê roj bi roj kêm dibe.
DIZÎ Û TALAN
Tevî peymana ku di 29’ê Çileyê de hat çêkirin jî, dorpêç berdewam dike. Komên paramîlîter ên beşdarî dorpêçê dibin, li gundên derdora bajarê Kobanê dizî û talanê dikin.
Dorpêç bûye sedema kêmbûna xwarina zarokan. Nebûna alternatîfên guncaw û kêmbûna xwarinê ya berbelav jiyana bi sedan pitikan tehdît dike. Krîzeke cidî ya sotemeniya germkirinê jî heye, bi taybetî ji bo kesên ku li kamp û stargehên demkî dijîn. Ji ber zehmetiyên peydakirina sotemenî û parçeyên yedek, xizmetguzariyên elektrîk û avê jî qut dibin. Jiyana rojane ku di bin şert û mercên dijwar de ye, bi dorpêçkirinê re hîn dijwartir bûye.
BANGA LEZGÎN
Xelk daxwaza vekirina korîdorên mirovî dike ku rê bidin ketina xwarin, pêdiviyên bijîşkî û sotemeniyê. Bi diyarkirina ku dorpêça berdewam binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan ên bingehîn e, ew bi lezgînî bang li civaka navneteweyî dikin ku jiyana sivîlan biparêzin. Rojnamevanên li bajêr her wiha destnîşan dikin ku rakirina dorpêçê demildest pir girîng e.


