NAVENDA NÛÇEYAN – Rapora komîsyona parlementoyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatî damezrandin li ser malpera Parlamentoyê hat weşandin.
Rapora hevbeş, ku di civîna dawî ya komîsyona parlementoyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatî damezrandin de bi piraniya dengan hat pejirandin, li ser malpera Parlamentoyê hat weşandin.
Weşandina rapora hevbeş a komîsyonê li ser malpera Parlamentoyê bi rêya postek li ser hesabê fermî yê X ê Parlamentoyê hat ragihandin. Di postê de ev daxuyanî hebû: “Rapora komîsyonê, ku di civîna 21emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de ku di 18ê Sibata 2026an de hat lidarxistin, bi piraniya dengan hat pejirandin, li ser malpera Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hat weşandin.”


