WAN – Belgefîlma “Kirasê Ji Agir” ku ji hêla Keremo ve hatiye derhêner kirin û li ser jiyana Xalid Begê Cibirî disekine, hate nîşandan.
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, di çarçoveya pîrozbahiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, belgefîlma “Kirasê Ji Agir” ku ji hêla Kerim Tekoğlu (Keramo) ve hatiye derhêner kirin û li ser jiyana Xalid Begê Cibirî ye, nîşan da. Nîşandan li Hola Sînemayê ya Yilmaz Guney ya Baroya Wanê, bi pêşkêşkirina parêzer Ozan Başdinç pêk hat. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajêr, û her weha gelek welatî beşdarî nîşandanê bûn.
Bername piştî nîşandanê bi nîqaşekê bi dawî bû.



