ENQERE – Li Enqerê, rêxistinên ciwanan tevlî xwepêşandana ku ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê ve li dijî êrîşên li ser Rojava hatiye lidarxistin bûn û ber bi qada xwepêşandanê ve meşiyan. Polîsan hewl da ku bi barîkatan meşê asteng bikin, lê rastî berxwedana ciwanan hatin. Ciwanan barîkatan şikandin û bi qîrîna dirûşmeyan ketin qada xwepêşandanê.



