MÊRDÎN – Li navçeyên Qoser, Artûklû û Nisebînê yên Mêrdînê, gel bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Rojava, bi pêxistina agir li kolanan, girtina rêyan ji trafîkê re û veguherandina hemû kolan û rêyên bajêr bi karwanên wesayîtan bo herêmên berxwedanê, çalakiyên xwe domandin.
Li navçeyên Artûklû, Qoser û Nisêbîn ên Mêrdînê li dijî êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve berdewam kirin. Welatiyên ji her temenî daketin kolanan û li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan.
Li Qoserê, ku yek ji navendên xwepêşandanan e, karwanek ji sedan wesayîtan pêk dihat hate organîzekirin. Li gelek deverên navçeyê, ciwanan meş li dar xistin û bi vêxistina agir rê girtin, trafîkê asteng kirin.



