MÊRSÎN – Li navçeya Akdenîzê ya Mersînê, gel bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz, bi rojan e ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava dadikevin kolanan. Îro gelek tax veguherandin qadên berxwedanê. Polîsên ku êrîşî xwepêşanderan kirin, bi hêrseke mezin hatin pêşwazîkirin. Dema ku polîsan bertek û biryardariya gel dîtin, ew zû ji herêmê vekişiyan.
Her wiha, gelek kes li taxên ku bi rojan e di bin dorpêçê de ne hatine girtin.



