Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Yekitiya Ragihandina Azad: Werin Em Bibin Dengê Kobanê

Edîtor: Nucan Serdoz
25/01/2026 - 16:56
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Yekitiya Ragihandina Azad: Werin Em Bibin Dengê Kobanê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Ragihandina Azad bal kişand ser dorpêça giran a li Kobanê û got, “Werin em bibin dengê Kobanê.”

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Di wexteke girîng a dîroka herêmê de, li ber çavên cîhanê, bajarên Rojava, di serî de bajarê Kobanê ji aliyê çekdarên bi ser hikumeta veguhêz yên bi piştgiriya dewleta Tirk ve, rastî êrişên sîstematîk tên. Li rex wê jî siyaseta dorpêçkirinê, qutkirina elektrîk, av û înternêtê di asteke bilind a sûcên şer û jenosîdê de berdewam dike.

Tişta ku îro li Kobanê dibe ne pevçûneke leşkerî ye, lê belê êrişeke sîstematîk li ser bingeha îzolekirina bajarekî ji dinyayê, birçîkirina xelkên wê û wek nêçîrekê rûbirûyî mirinê bihêlin. Ev yek jî binpêkirineke rasterast a hemû zagon û peymanên navneteweyî û mirovî ye.

Zarok, jin û temenmezin di van şertên zivistana zehmet de tên dorpêçkirin. Derman, xwarin, sotemenî, av û elektrîk li ser wan tên birîn ku vîna gelekî tenê dawa mafê xwe yê jiyana birûmet û azadiyê kiriye, bişikînin.

Dewama êrişên li ser herêma Cizîrê û bajarê Kobanê, şerekî qirkirinê yê birêkûpêk e, armanc jî têkbirina destkeftiyên gelekî ye ku li dijî terorê pêşengiya parastina mirovahiyê kiriye. Lewre, çi karasatên mirovî di encama bilindkirina asta êrişan de derkevin, aliyên sûcdar berpirsyar in.

Li kêleka sivîlan, rojnamevanên Kobanê jî tên hedefgirtin û gefa kuştinê li wan tê xwarin. Li hember wan binpêkirinên mezin tên kirin ku dengê azad bibirin û rastiyê binixumînin. Birîna înternetê li ser bajar sûcekî din e ku armanca wê jî; nehêlin rojnamevanên Kobanê dengê gelê dorpêçkirî û komkujiyên li hember zarok, jin û temenmezinan bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Bêdengiya civata navneteweyî li hemberî van tawanan nayê bexşandin, di heman demê de sîwaneke xeternak a dewama xwînrijandinê ye. Bêdengî ne bêalîbûn e, lê belê hevkariya sûc e.

Ji ber vê berpirsyariya me ya exlaqî û pîşeyî, em Yekitiya Ragihandina Azad vê banga lezgîn ji bo civata navneteweyî û hemû saziyên wê, Koalîsyona Navneteweyî ya Şerê li dijî DAIŞ`ê, Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Mafê Mirovan, hemû sazî û dezgehên ragihandinê, sendîka û yekitiyên çapemeniyê yên li cîhanê dikin:

Derhal bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û van êrişan rawestînin, dorpêça li ser Kobanê rakin, misogerkirina parastina sivîl û rojnamevanan, bê şert û merc garantiya gihandina alîkariyên mirovî û hesab ji berpirsên sûcên li hember bêgunehan hatine kirin, were pirsîn.

Kobaniya ku dinya ji terorê rizgar kiriye û nirxên mirovahiyê parastine, îroj bi tena xwe li hember maşîneye kuştin û dorpêçê hatiye hiştin. Rê nedin ku heqîqet were binaxkirin û nehêlin xwîna bêgunehan bibe nûçeyeke ji rêzê.

Em Yekitiya Ragihandin Azad tekeziyê li pabendiya xwe dikin ku bibin deng û peyva azad û kameraya dilsoz a Kobanê. Werin em hemû bibin çapemeniya Kobanê, em bi hev re eniya ragihandina azad ava bikin ku heqîqetê û mafê gelan ê jiyanê biparêze, sûc û tawanan jî aşkera bike.

Werin em bibin pira ku azaran digihîne wijdanê cîhanê û berî ku komkujiyên nû werin kirin ku dîrok dê efû neke, em dengê xwe bilind bikin.

Şer rawestînin.

Dorpêçê rakin.

Kobanê rizgar bikin.

Rojava rizgar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Kobanê Şehid Brûsk, Şehid Karker û 14 Hevalên Xwe Hatin Oxir Kirin

Nivîsa Pêş

Bangek Ji Şervanên Hesekê: Divê Hemû Ciwanên Kurdistanê Tevlî Seferberiyê Bibin!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bangek Ji Şervanên Hesekê: Divê Hemû Ciwanên Kurdistanê Tevlî Seferberiyê Bibin!

Bangek Ji Şervanên Hesekê: Divê Hemû Ciwanên Kurdistanê Tevlî Seferberiyê Bibin!

Xwendekarên Zanîngehê Li Bajarê Torino yê Îtalyayê Li Ser Mijara Rojava Civînek Li Dar Xistin

Xwendekarên Zanîngehê Li Bajarê Torino yê Îtalyayê Li Ser Mijara Rojava Civînek Li Dar Xistin

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.