KOBANÊ – Li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê, 16 şehîdên ku li bajarê Reqa û li Girtîgeha Eqtan hatin dorpêçkirin û şehîd bûn, di nav de endamên tevgera ciwanan Brûsk Heleb û Karker Qamişlo, bi merasînekî girseyî hatin oxir kirin.
Merasîm bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştî wê, her du hevserokên Meclîsa Malbatên Şehîdan axivîn û diyar kirin ku gel hemû bi wan şehîdan serbilind in, ji ber ji bo jiyanekî bi rûmet şehîd ketin. Her wiha, Leyla Kobanê, axivî û got ku şehîd Mistefa Kobanê dev ji her tiştên xwe berda û heya dawiyê şer kir.
Navê şehîdan û peyama YPG û YPJ hatin xwendin. Gel hemû 16 şehîdan bi slogana “Şehîd Namirin” spartin axê.



