AMED – Ciwanên enternasyonalîst, ji bo Rojava banga piştevaniyê kirin û gotin: “Tu sînor nikare me bide rawestandin. Bijî berxwedana Rojava. Bijî piştevaniya enternasyonal.”
Ciwanên enternasyonalîst li dijî êrişên ser Rojava, li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê daxuyanî dan. Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û ciwanên enternasyonalîst beşdarî daxuyaniyê bûn. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Ciwan nobedarên Şoreşa Rojava ne” û “Youth unite for Rojava (Ciwan ji bo Rojava dibin yek)” hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Berfîn Erdemîr ve û ya bi Ingilîzî jî ji hêla Lea Hobbiebrunken ve hate xwendin.
Metna daxuyaniyê wiha ye:
“Wek ciwanên enternasyonalîst ên ji rêxistinên ciwanan ên cuda yên li Almanyayê, em wek şandeyek hatine Amed’ê da ku hevgirtina xwe bi berxwedana li Rojava re diyar bikin. Em li bakurê Kurdistanê ne da ku beşdarî xwepêşandanên ciwanan bibin. Di 6’ê Çileyê de, HTŞ’ê êrişekî nû ya mezin li dijî herêmên Rêveberiya Xweser yên li Helebê da destpêkirin. Ev yek destpêka êrişekî berfireh a bi plansaziya navneteweyî li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji wê demê ve, milîsên cîhadîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne fînansekirin, êrişî gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê ji zindanan berdan. Niha, milîsên cîhadîst û artêşa Tirkiyeyê Kobanê dorpêç kirine û ber bi bajarê Cizirê ve pêşve diçin. Rewşa mirovî li van herêman her ku diçe girantir dibe. Li Kobanê av, ceyran û xwarin ji mirovan qut bûye. Şeva borî herî kêm pênc zarokan ji ber sermaye jiyana xwe ji dest dan. Tişta ku em li vir dibînin ne tenê kampanyayeke wêrankirinê ya çeteyên cîhadîst an dewleta Tirkiyeyê ye, lê belê hewldaneke navneteweyî ye ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk û destkeftiyên wê hilweşîne. Bi dehsalan e, serdesten herêma Rojhilata Navîn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê ji bo bandor û serdestiya îdeolojîk li herêmê şer dikin.
HEMÛ WELATÊN ROJAVAYÎ JI ÊRIŞA SER ROJAVA BERPIRSYAR IN
Bi dehan sal in welatên rojavayî û bi taybet jî Amerîka hewl didin hêz û bandora xwe li herêmê zêde bikin. Ew amade ne ku ji bo rêyên bazirganiyê yên xurttir, çavkaniyan, an jî dersînorkirinên hêsankirî li ser cenazeyan bimeşin. Hemû hikûmetên rojavayî ji komkujiyên niha li herêma Rêveberiya Xweser û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin berpirsyar in. Almanya jî di nav de ye. Ji ber vê yekê em li vir in. Têkoşîna navneteweyî, bingeha têkoşîna ji bo jiyaneke azad a li çar aliyê cîhanê ye û ne tenê gotineke e lê di heman demê de pratîkek e ku divê em berpirsiyariya wê bigirin ser xwe. Wekî ciwanên ji Almanyayê, em wê wekî berpirsiyariya xwe dibînin ku em xwerêxistinkirina demokratîk biparêzin. Rojava şoreşa serdema me ye ku li dijî pergala îstismarkar û nemirovane ya kapîtalîzmê vebijêrkekê pêşkêş dike. Tiştê ku divê em niha li Rojava biparêzin ne tenê herêm e. Ew bêtir li ser parastina ramana sosyalîzmê û bi taybetî paradîgmaya Rêber Apo (birêz Ocalan) e ku em wekî mînakek ji bo rizgariya gelan dibînin.
TU SÎNOR NIKARIN ME BIDIN SEKINANDIN
Em wekî şande, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Mafê wî yê beşdarbûna vê pêvajoyê, ji bo serkeftina ve pevajoye pêwîst e. Û berxwedanek derdikeve holê. Gelê Rojava ji bo parastina ax û şoreşa xwe xwe birêxistin dike û em li kêleka wan disekinin. Wekî ciwanên demokratîk, ev careke din nîşanî me dide ku tenê enternasyonalîzma ji jêr ve, hevgirtina me bi hev re, dikare li dijî şeran derkeve û aştiyê pêk bîne. Em ê vê peyamê ji Ewropayê bigihînin Rojava. Tu sînor nikarin me bidin sekinandin. Bijî berxwedana Rojava! Bijî hevgirtina navneteweyî! Serkeftin an Serkeftin!”
Daxuyanî, bi dirûşma “Biji berxwedana Rojava” bi dawî bû.



