MÊRSÎN – Li taxa Yenîpazar a navçeya Akdenîzê ya Mersînê, Ciwanên Welatparêz ji bo Rojava çalakiyek li dar xistin ku heta derengiya şevê dewam kir. Çalakiya ku êvarê dest pê kir heta derengiya şevê dewam kir. Li taxê ku bi rojan e di bin dorpêça polîsan de ye, di navbera ciwanan û polîsan de pevçûnên dijwar qewimîn.
Gel bi qîrîna dirûşmeyan û çepikan ji pencere û balkonên xwe piştgirî da xwepêşandanên ku ji hêla ciwanan ve dihatin lidarxistin.



