BERLÎN– Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer), Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Nav-Berlinê meşek hat lidarxistin.
Di meşê de êrîşên çeteyên HTŞ’ê û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanê bûn û alên YPG û YPJ’ê hildan. Beriya destpêkirina meşê, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşger deqeyek bêdengî hate girtin. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “kolanên terorîst”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Meşa ku li Kurfürstendammê dest pê kir, li Lützowplatzê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.



