PISA – Îro li Pîsa ya Îtalyayê, Kurd û alîgirên wan daketin kolanan da ku li dijî êrîşên dagirker ên li ser Rojava peyamên yekîtî û têkoşînê bidin.
Êvarê, çalakiyek ji aliyê ciwanên Kurd ve hate lidarxistin, ku xelkê ji Kurdistanê, enternasyonalîst, xwendekarên lîse û zanîngehê beşdar bûn. Di xwepêşandanê de ku beşdarên demokrat jî di nav de bûn, êrîşên çeteyên cîhadîst ên di bin sîwana HTŞ û dewleta Tirk de li ser Rojava û hewldanên wan ên komkujiyê li dijî gelê Kurd bi meş û mîtîngekê hatin protestokirin.
Meşa ku ji ber Şaredariya Pîzayê dest pê kir, bi qasî 7 km dirêj bû û bi mîtîngek li ber Birca Çêkirî ya Pîzayê bi dawî bû.
Nivîsên ku di mîtîngê de hatin xwendin, êrîşên komên çekdar ên di nav HTŞ’ê û dewleta Tirk de li dijî Kurdan, polîtîkayên dagirkeriyê yên li Rojava û binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê eşkere kirin.



