NAVENDA NÛÇEYAN – AIF Myanmar (Anti-Fascist Internationalist Front) wek şervanên şoreşger ên navneteweyî li kêleka gelê ku li dijî dîktatoriya leşkerî ya li Myanmarê şer dike radiwestin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de amadebûna xwe ji bo beşdarbûna seferberiya li Rojava hate ragihandin.
AIF Myanmar bang li hemû enternasyonalîstan kir ku seferber bibin û piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava.
Daxuyanîya tevahî wiha ye:
JI BO ROJAVA RABIN! BERSIVA SEFERBERIYA GIŞTÎ BIDIN!
Di demekê de ku rejîma faşîst a Colanî êrîşên li ser Rojava dide destpêkirin, AIF bersiva banga seferberiya giştî dide û hevalên xwe ji bo beşdarbûna di parastina şoreşê de dişîne. Em bang li her hevalekî dikin ku tevlî me bibe, ji her deverê ku hûn lê bin an jî bi her awayî bi tevlîbûna şoreşê beşdarî parastina Rojava bibin.
Her ku AIF bi gelê Myanmarê re di nav piştgiriyê de ye, em fêm dikin ku têkoşîna li dijî faşîzmê navneteweyî ye. Em hevgirtin û silavên xwe ji hemî hevalên xwe yên ku li dijî rejîma Şamê li ber xwe didin re dişînin, û em amade ne ku bi her awayî beşdar bibin.



