ENQERE – Li navçeya Keçîoren a Enqerê, ciwanên welatparêz ji bo silavkirina berxwedana bi heybet a gelê Kurd li Rojava meşek li dar xistin. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Ziyad û Denîz pîvan in” hate vekirin û komkujiyên ku çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst li dijî Kurd, Elewî, Êzidî û Suryaniyan û her wiha hemû gelên din ên li Sûriyeyê pêk tînin, bi meş û dirûşmeyan hatin protestokirin.



