MÊRSÎN – Li Taxa Yenîpazar a navçeya Akdenîzê ya Mersînê, Ciwanên Welatparêz ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava yên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin, daketin kolanan. Ciwanan li gelek cihan agir pêxistin û barîkatan danîn û bi polîsan re pevçûn.



