ŞENGAL – Jinên Ciwan ên Êzidî li ser platformên Dijîtal Medyayê hemleyek bi navê “Ev kezî dê we bixeniqîne.” destpêkirin. Beriya rojekê dîmenê çeteyekê hov derket çawa keziya şervaneke jin jê kir. Ji ber ku yek ji Jinên ku herî zêde êş kişandine Jinên Êzidî bûn, wana ev pêşengtî kirin ku vê hemleyê bidin destpêkirin. Di heman demê ji ber ku di baweriya Êzidîtiyê de por girîng û xwedî ruh û manewiyat e, Jinên Ciwan xwe herî zêde bandorbuyi ji dîmenê keziya Şervana Jin hîs dikin. Ji ber wê yekê dibêjin “Hun keziyekê jê bikin, wê em bi hezaran keziyan bihûnin.”



