MÊRDÎN – Piştî meşa li Nisêbînê, gelek kes, di nav wan de rojnamevan jî hebûn, hatin binçavkirin.
Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, piştî meşek ji bo piştgiriya bi Rojava re, girseyek hewl da ku sînor derbas bike. Di vê hewldanê de, polîsan êrîşî herêmê kir, di encamê de gelek kes hatin girtin. Piştî êrîşê, ciwanan kolanên Nisêbînê veguherandin qada berxwedanê.
Berxwedan berdewam dike, kolan bi kolan belav dibe.



