NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ku duh gihîştin Rojava, beşdarbûna xwe di seferberiya giştî de ragihandin.
Ciwanên ji Herêma Başûrê Kurdistanê duh ji deriyê sînor ê Sêmalka derbas bûn û gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya hewldana seferberiyê de tevlî berxwedanê bûn. Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê li ber “Encûmena Malbatên Şehîdan” a li bajarokê Rimelan daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê Gemo Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de, ciwanan ragihandin ku ew tevlî seferberiya giştî dibin û amade ne ku li kêleka hêzên parastina cewherî li dijî êrîşên li ser Rojava şer bikin.



